Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin

img
AMED - Dayika Aştiyê Menîce Yenî ji bo beşdariya li Meşa Gemlîkê bang kir û got: "Banga min li gelê kurd, gelê bi şeref, gelê bi xîret ew e ku bila tev li vê meşê bibin û em vê tecrîda li ser rêberê xwe rakin."
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de ye, zêdetirî 22 meh in tu xeber nayê girtin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) dê di 6’ê sibatê de bi boneya salvegera Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû çêkirin û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bi dirûşma “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Meş dê ji du milan ve bê destpêkirin. Milekî meşê dê di 6'ê Sibatê de ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê û milê din jî dê ji navçeya Geverê ya Colemêrgê dest pê bike. Meş dê di 15'ê Sibatê de li Gemlîkê bi dawî bibe. 
 
Dayika Aştiyê Menîce Yenî ku kurê wê di sala 2021’ê de li gundê Pîrejman yê navçeya Pîranê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest daye û piştî 8 meh û 9 rojan cenazeyê kurê wê di qabekê de radestî wê hatiye kirin, ji bo beşdariya li Meşa Gemlîkê bang kir.
 
‘RABIN SER PIYA’
 
Yenî destnîşan kir ku ev tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser gel jî xwe nîşan dide. Yenî diyar kir ku tecrîd li ser jin, ciwan û hemû gelan e û wiha got: “Ez dixwazim ev meş bi serkeftî be. Bila gelê kurd êdî xwe nas bike û rabê ser pêya. Ev tecrîd tenê li ser rêberê me nîn e, li ser gelê me tevan e.”
 
ZEXTÊN DEWLETÊ
 
Yenî bal kişand ser zextên dewletê yên li dijî gel û wiha berdewam kir: “Mijar çi be ferq nake, gava em meşekê li dar dixin, gel ditirse ku tevlî meşê bibe. Em mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax xwe digihînin her derê, lê gel naxwaze tevli me bibe. Heke em tecrîda li ser birêz Ocalan nedin şikandin, ev tecrîd dê li ser me tevan bibe sîwan û dijmin jî dê bêhna xwe pê bîne. Heta tecrîda li ser Serok Apo neşikê, a li ser me jî naşikê. Hewce ye em gelê kurd vê tecrîdê bidin rakirin. Ev nêzî 23 meh in em tu agahiyan ji Rêberê xwe nagirin û ne bi malbata xwe, ne bi parêzerên xwe û ne jî bi kesine din re hevdîtinek nekiriye.”
 
‘OCALAN RÊBERÊ GELÊ KURD E’
 
Yenî destnîşan kir ku hevdîtina bi Ocalan re dê aştî û wekheviyê bi xwe re bîne. Yenî bibîr xist ku Ocalan rêberê gelê kurd e û wî rastiya kurdan daniye pêşiya wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Ocalan em jin anîne vê astê. Heke ew neba, em tev niha kole bûn. Hêj jî gelek jin hene ku di bin koletî û bindestiyê de ne. Girtiyên me, jinên me û zarokên me tev di binê siwana tecrîdê de ne.”
 
BANGAWAZÎ
 
Yenî di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Banga min li gelê kurd, gelê bi şeref, gelê bi xîret ew e ku bila tev li vê meşê bibin û em vê tecrîda li ser rêberê xwe bişkînin. Êdî bes e. Me heta niha bi hezaran şehîd dane. Bila wan bînin bîra xwe. Heke em erka xwe bi cih neyînin, em ê 50 sal paş de biçin.”
 
 

Sernavên din

04/02/2023
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe