ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ji bo piştevaniyê çû serdana buroyên MA û JINNEWS’ê yên li Enqereyê.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay bi mebesta piştevaniyê çû serdana buroyên a
Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê yên Enqereyê. Gunay, di serdanê de da zanîn ku lêpirsîna têkildarî rojnamegerên MA û JINNEWS’ê yên di 29’ê cotmehê de hatine girtin dişopînin û bertek nîşanî zextên îktîdarê yên li ser çapemeniya azad da. s