RIHA - Çalakiyên li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 24 sal in bênavber didomin. Çalakî îro jî bi dirûşma “Ji bo Ocalan azadî” berdewam dikin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û ji 25’ê adara sala 2021’an heta niha tu agahî jê nayên girtin. Bi ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Abdullah Ocalan re 24 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de li dijî komployê bênavber çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin û zêdetirî 100 kesan xwe şewitandin. Bi milyonan kes bi çalakiyên weke meş, kampanyayên îmzeyan, grevên birçîbûnê û girtina derabeyên dikanan her tim li ser pêyan bûn.
ÇALAKIYA TAŞ Û AKAR
Li dijî komployê çalakiya herî mezin a ewil bû çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin.” Mehmet Halît Oral di şeva 9’ê Cotmeha 1998’an de li girtîgeha lê dihat ragirtin xwe şewitand û ev çalakî li hemû cîhanê belav bû. Zêdetirî 100 kesan xwe şewitandin. Di çalakiyan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di sala 2019’an de Zulkuf Gezen (17’ê Adarê), Ayten Beçet (23’yê Adarê), Zehra Saglam (24’ê Adarê), Medya Çinar (25’ê Adarê), Yonca Akici (29’ê Adarê), Siraç Yuksek (2’yê Nîsanê) û Mahsum Pamay (5’ê Nîsanê) li girtîgehên lê dihatin ragirtin ji bo protestokirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Di 22’yê Adara heman salê de Ugur Şakar jî li bajarê Krefeld ê Almanyayê dawî li jiyana xwe anî.
Ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan herî dawî jî Bubo Taş di di 12’ê Çileyê de û Mehmet Akar jî di 16’ê Çileyê de xwe şewitandin.
NEWROZÊN ‘AZADIYÊ’
Komployê mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozên sala 1999'an da. Dewleta tirk li gelek bajarên Kurdistanê sepanên rewşa awerte xistin meriyetê. Tevî vê yekê jî gelên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê guh nedan qedexeyan û komploya li dijî Ocalan protesto kirin. Di hemû pîrozbahiyên 21’ê Adarê yên piştî sala 2000'an de li dijî komployê hêrseke pir mezin hebû. Tekane daxwaza bi milyonan kesên herikîn qadên Newrozê azadiya fîzîkî ya Ocalan bû.
KAMPANYAYA LI GIRTÎGEHAN
Li girtîgehan di 10’ê Kanûna 2001’an de starta “Kampanyaya Xwedîderketin û Parastina Rêbertiyê” hate dayîn. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin, derneketin hevdîtinên vekirî, derneketin revîrê û çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Kampanyaya li girtîgehan dest pê kirî di demekî kin de li bajarên Kurdistanê belav bû. Li bajarên Tirkiye û Ewropayê jî meşên mezin hatin lidarxistin. Sazî û dezgehên kurdan têkildraî komployê dosya radestî rêxistinên civaka sivîl kirin. Ev kampanya heta 15’ê Sibata 2003’yan jî berdewam kir.
PEYAMA EWIL A BO MEQAMÊN FERMÎ
Di sala 2004’an de kampanyaya “Ji bo Ocalan azadî” hate destpêkirin. Tevgera Ciwanên Serbixwe (BAGEH) pêşengtiya kampanyayê kir. Di çarçoveya kampanyayê de bi sedhezaran îmze hatin komkirin û radestî Meclisê hatin kirin. Di daxwaznameyan de ji Meclisê hate xwestin ku Ocalan weke “Rêberê Gel” were qebûlkirin.
KAMPANYAYA ‘ÎXBARÊ’
Kampanyayeke din a berfireh jî “Kampanyaya ji bo Rêbertiyê Azadî” bû. Di navbera 1’ê sibat û 1’ê gulana 2004’an de li her bajaran komîte hatin avakirin û îxbarên weke “Abdullah Ocalan rêberê gelê kurd e. Aştî tenê bi wî dikare were. Em Ocalan in, Ocalan jî gel e. Îradeya me hatiye girtin. Heta ku îradeya min nebe tu wateya min tune ye. Ez dixwazim bigihijim îradeya xwe.” hatin kirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Mêrdînê 3 hezar û 500, li Nisêbînê 3 hezar û 600, li Êlihê 11 hezar û 180, li Amedê 30 hezar û 600, li Wanê 6 hezar û 500, li Agiriyê 951, li Edeneyê 8 hezar û 600, li Fransasyê hezar û 500, li Silopiyayê 6 hezar û 85, li Colemêrgê 2 hezar, li Bismilê 11 hezar û 541, li Farqînê 7 hezar û 867, li Qopê 10 hezar û 17 daxwazname hatin dayîn. Derheqê gelemperiya kesên daxwazname dabûn de lêpirsîn û doz hatin vekirin. Girtiyan jî ji bo biçin cem Ocalan serlêdan kirin.
MEŞÊN AMARAYÊ
Bi mebesta pîrozkirina 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Ocalan, di sala 2004’an de bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) meş hatin destpêkirin. Di rojên bûyîna Ocalan de bi sedhezaran kesan berê xwe dan Amarayê. Di meşa sala 2009’an de tevî astengkirin û êrişan jî meş hate lidarxistin û Mahsum Karaoglan û Mûstafa Dag hatin qetilkirin. Di meşên salên piştre de jî meş û çalakî hatin lidarxistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan hate kirin.
TUHAD-FED’ê di 31’ê kanûna sala 2004’an de bi minasebeta sala nû û bi daxwaza ku Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku Ocalan lê tê ragirtin bê girtin ji 550 parlamenteran re qertên serê salê şand.
3 MILYON ÎMZE
Tevgera Hemwelatiyê Azad di navbera tîrmeha 2005’an û gulana 2006’an de “Kampanyaya Ocalan Vîna Min a Siyasî ye” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ji 3 milyon û 243 hezar kesên digotin “Weke kesekî/a ji Kurdistanê ez Abdullah Ocalan îradeya xwe ya siyasî dibînim û qebûl dikim” îmze dan. Di dema kampanyayê de bi sedan kes hatin binçavkirin. Îmzeyên hatin komkirin di 20’ê cotmeha 2006’an de li Hotêla Dedeman a Enqereyê bi daxuyaniyekê hatin parvekirin.
MEŞÊN GEMLÎKÊ
Bi mebesta protestokirina tecrîda li ser Ocalan, di 4’ê îlona 2005’an de Meşa Gemlîkê hate lidarxistin. Ji bajarên cuda bi hezaran kes tev li meşê bûn. Leşker û polîsan li navçeya Înegol a Bursayê rê li ber girseyê girt. Li ser vê yekê jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Girse rastî astengkirinan hat û konvoya çalakvanan li gelek deveran rastî êrişan û hewldanên lînçkirinê hat. Di encama êrişan de gelek kes birîndar bûn.
Meşên Gemlîkê di demên piştre de jî berdewam kirin. Di sala 2012’an de bi pêşengtiya DOKH’ê û di çarçoveya “Ji bo Ocalan azadî, dawî li qirkirina siyasî bînin” de jinan li navçeya Gemlîkê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Di 19’ê Cotmeha 2011’an di 13’emîn salvegera koployê de bi pêşengtiya TUHAD-FED’ê “Meşên Gemlîkê” yên duyemîn hatin destpêkirin. Meş bi dirûşma “Ji bo Ocalan azadî” hatin destpêkirin û armanc ew bû ku zêdetirî 100 hezar kes tev li bibin. Ji 5 baskan ve li Tirkiye û Kurdistanê bi sedan otobûs û wesayîtên taybet bi rê ketin. Baskên meşê li hinek bajaran dema meş dest pê kirî û li hinek deveran jî di rêyan de hatin astengkirin.
Di 12’ê hezîrana sala 2022’yan de bi dirûşma “Em li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” “Meşa Gemlîkê” ya nû hate destpêkirin. Ji bo çûna Gemlîkê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn, di tevahiya rêyê de wesayît hatin girêdan, bi sedan kes hatin binçavkirin. Nehiştin ku girse biçe Gemlîkê û li Kadikoy a Stenbolê girseyê azadiya Ocalan qîr kir.
Bi minasebeta 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê di 6’ê sibatê de ji du baskan ve bi dirûşma “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ber bi Gemlîkê ve meş were destpêkirin.
ÇALAKIYA ZINCÎRÊ
Dayikên Aştiyê yên Amedê bi mebesta protestokirina tecrîda li ser Ocalan, di 23’yê sibata 2006’an de destên xwe bi zincîrê girê dan û çalakî lidarxistin.
'TENDURISTIYA WÎ TENDURISTIYA ME YE’
Parêzerên Ocalan, di 1’ê adara 2007’an de li Romayê daxuyaniyek dan û ragihandin ku miwekîlê wan bi awayekî sîstematîk hatiye jehrîkirin. Her devera ku kurd lê dijîn, daxuyanî hatin dayîn û piştre jî çalakî hatin lidarxistin. Bi sedhezaran kes bi dirûşma “Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye” kampanya dan destpêkirin. Çalakî li bajarên Ewropayê jî belav bûn. Kurdên ku tu bersiv jê re nehatin dayîn, dest bi çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.
Di 11’ê nîsana 2007’an de 18 kesan li bajarê Strasbourg a Fransayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Ocalan ji çalakvanan re peyama “Bijîn û wisa li ber xwe bidin” şand û li ser vê yekê jî çalakî di roja 39’an de hate bidawîkirin.
JI BO CPT’YÊ ÎMZE
Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya wê demê Feleknas Uca û 7 parlamenteran bi daxwaza ku komeke tenduristiyê ya serbixwe bikare biçe serdana Ocalan û kontrola wî ya tenduristiyê bikin, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Hefteyek piştre jî 103 hezar û 417 îmze hatin komkirin û di 11’ê gulana 2007’an de radestî Sekreterê Lijneya Rêveber a CPT’yê hatin kirin. Kampanya li Tirkiyeyê jî rastî eleqeyeke mezin hat. Di vê çarçoveyê de li Êlih, Amed, Bazîd, Şirnex û Stenbolê çalakiyên grevên birçîbûnê yên dorveger hatin lidarxistin. Hem ev çalakî û hem jî çalakiyên li Ewropayê gihiştin armanca xwe. Şandeyeke ji CPT’yê çû Îmraliyê û mercên Ocalan lêkolîn kir.
HEMLEYA 'ÊDÎ BES E'
Bi daxwaza başkirina mercên tenduristiyê yên Ocalan, di 15’ê kanûna 2007’an de li Amedê kampanya bi 900 nameyan dest pê kir. Ji gelek bajar û navçeyan bi sedan kesan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, Komîsyona Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê (KE) û Komîsyona Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re name şandin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di sala 2007’an de got “Ji bo Jiyaneke Birûmet Êdî Bes e” û li bajarên bakurê Kurdistanê bi tevlibûna sedhezaran mitîng li dar xist. Bi sedhezaran kesên di mitîngan de hatin ba hev daxwaza azadiya Ocalan kirin.
KAMPANYAYA 'BIRÊZ OCALAN’
Ji ber banglêkirina “Birêz Abdullah Ocalan” derheqê gelek kesan de lêpirsîn hatibûn destpêkirin û ceza hatibûn birîn. Li dijî vê yekê, di 23’yê gulana sala 2009’an de kampanyaya “Heke gotina Birêz Ocalan sûc be ez jî wî sûcî dikim û xwe îxbar dikim” hate destpêkirin. Di dîrokê de mezintirîn çalakiya “Îxbarê” bû û li bajarên Bakur ên weke Amed, Şirnex, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Agirî, Mûş, Bedlîs, Çewlig, Dêrsim, Riha û hwd. û li bajarên Tirkiyeyê bi sedhezaran kesan xwe îxbar kir. Tenê di nava 48 rojan de 36 hezar kesan xwe “îxbar” kir. Ji kesên xwe “Îxbar” kirin 491 jê hatin binçavkirin û derheqê hezar û 350 kesan de jî lêpirsîn hate destpêkirin. Dozgeran ji bo pêşîlêgirtina çalakiya ku roj bi roj mezin dibû de daxwaznameyên welatiyan qebûl nekir. Li ser vê yekê hemwelatiyan bir êya postayê ji dozgeran re daxwazname şandin û xwe îxbar kirin. Di pêvajoyên piştre de ev mijar gelek caran kete rojevê. Herî dawî jî gotina “Birêz Ocalan” êdî weke sûc nehate qebûlkirin.
715 STO’YAN JI BO HEVDÎTINÊ SERLÊDAN KIRIN
715 rêxistinên civaka sivîl ên bakurê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatin ba hev û şandeyek ava kirin. Şande bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re di 30’ê mijdara 2011’an de ji Wezareta Dadê randevû xwest.
Di 19’ê îlona 2011’an di çarçoveya kampanyaya “Azadiya Ocalan” a Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) de bi dirûşma “Bila şer bi dawî bibe û aştî bê vê erdnigariyê” ber bi Enqereyê ve meş hate destpêkirin. 100 hezar îmzeyên ji bo Ocalan hatine komkirin radestî Meclisê kirin.
TACEGULÊN REŞ DANÎN PÊŞIYA AVAHIYÊN AKP’Ê
Rêxistinên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di 9’ê cotmeha 2011’an de bi mebesta protstokirina komployê tacegulên reş danîn pêşiya rêxistinên AKP’ê yên navçeyên Fatîh, Bagcilar û Kartal ên Stenbolê.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ KU BI HEZARAN KES TEV LI BÛN
Bi mebesta başkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Ocalan, girtiyan di 12’ê îlona 2012’an de dest bi grevên birçîbûnê kirin. Çalakî di roja 68’an de piştî peyama Ocalan ku çalakî gihişt armanca xwe hat bidawîkirin.
JI BO OCALAN 10 MILYON ÎMZE
Organîzasyona Înîsiyatîfa ji bo Ocalan Azadî, ji bo Kurdistanê Aştî di 6’ê îlona 2012’an de li seranserî cîhanê kampanyaya “Ji bo Ocalan Azadî” da destpêkirin. Starta kampanyayê li paytexta Belçîkayê Brukselê hate destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de zêdetirî 10 milyon îmze hatin komkirin. Îmzeyên hatin komkirin radestî Konseya Ewropayê hatin kirin. Rewşenbîr, nivîskar, rûspî, akademîsyen û hunermend jî di nav de, di 15’ê sibata 2014’an de bi îmzeya 127 kesan kampanyaya “Ji bo Ocalan Azadî” hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bi milyonan îmze hatin komkirin û radestî cihên peywendîdar hatin kirin.
NOBETA AZADIYÊ
Di 15’ê tîrmeha sala 2016’an de hewldana darbeyê ya leşkerî çêbû û piştre jî agahî ji Ocalan nehatin girtin. Têkildarî rewşa Ocalan gelek îdia hatin belavkirin. Vê yekê jî di nava gel de rê li ber fikaran vekir. Di vê çarçoveyê de li Amed, Edene, Riha, Hatay û gelek bajaran çalakiya nobetê ya “Ji bo Ocalan Azadî” hatin destpêkirin. Ji ber ku agahî ji Ocalan nedihat girtin, di serî de li girtîgehan bi sedan çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re, di îlona sala 2016’a de bi pêşengtiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê û bi tevlibûna 50 kesên dilxwaz çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Di roja 8’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de Mehmet Ocalan li Îmraliyê hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê jî çalakî hat bidawîkirin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 200 ROJAN
Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven greva birçîbûnê hate destpêkirin. Bi hezaran girtî jî tev li çalakiyê bûn. Piştî ku parêzeran bi Ocalan re hevdîtin kirin û li ser peyama Ocalan, çalakî di roja 200’an de bi dawî bû.
Girtiyan, bi mebesta rakirina tecrîda li ser Ocalan di 27’ê mijdara sala 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin. Li 107 girtîgehan zêdetirî 2 hezar girtî tev li çalakiyê bûn. Her wiha li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê û Kampa Mexmûrê ji bo piştgiriya bi çalakiyê re çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya girtiyan 290 rojan berdewam kir û di 12’ê îlona 2021’an de bi dawî bû.
JI 344 STO’YAN DEKLARASYON
Platforma Demokrasiyê ya Herêmê ku ji 344 rêxistinên civaka sivîl ên 21 bajaran pêk dihat, di 25’ê sibata 2021’an de bi mebesta rakirina tecrîda li ser Ocalan li Amedê daxuyanî dan.
768 HIQÛQNASAN KAMPANYA DAN DESTPÊKIRIN
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di 25’ê gulana 2021’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bi tevlibûna 768 parêzer û hiqûqnasan dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Di çarçoveya kampanyayê de bang li dewletê hate kirin ku rê li ber parêzeran were vekirin da ku bikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
ÇALAKIYA NAVNETEWEYÎ
Di 25’ê hezîrana sala 2012’an de li qada Konseya Ewropayê (KE), Parlamentoya Ewropayê (PE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT ya bajarê Strasbourg a Fransayê çalakiya “Nobeta ji bo Abdullah Ocalan Azadî” hate destpêkirin. Çalakî di her 7 rojên hefteyê de saet di navbera 08.30-17.00’an de hate girtin û hêj didome. Gelek derdorên cuda tev li nobetê bûn. Tekena daxwaza çalakiyê ew bû ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û azad bibe. Çalakî hêjta berdewam e.
Kampanyayên navneteweyî yên ji bo Ocalan di salên dawî de zêde bûn. Di sala 2015’an de li bajarê Palermo yê Îtalyayê hemwelatiya rûmetê dan Ocalan. Piştşî Palermoyê jî bajarê Napolî bi mebesta piştevaniya bi gelê kurd re hemwelatiya rûmetê dan Ocalan.
Mezintirîn sendîkayên Ingilistanê yên bi navên Unite The Union û GMB di nîsana sala 2016’an de kampanyaya “Freedom for Ocalan” (Ji bo Ocalan Azadî) dan destpêkirin.
Di 20’ê îlona sala 2016’an de parêzerê Nelson Mandela yê bi navê Essa Mossa jî di nav de, endamên Şandeya Îmraliyê ya Navneteweyî ji CPT’yê xwestin ku tavilê biçe serdana Îmraliyê.
Di îlona heman salê de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd-Ewropayê (TJK-E) li ber avahiya PE ya li Brukselê çalakî hate destpêkirin. Çalakî bi dirûşma “Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di çalakiyê de ne” hat lidarxistin, bi sedan jin hatin pêşiya PE’yê û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA LI PÊŞIYA CPT’YÊ
Di 23’yê cotmeha sala 2017’an de li pêşiya CPT’yê çalakiya rûniştinê ya bêdem hate destpêkirin. Çalakî bi pêşengtiya 63 saziyên ji Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hate destpêkirin û daxwsaz ew bû ku şandeyeke ji CPT’yê biçe Îmraliyê û rewşa Ocalan di cih de lêkolîn bike.
'TAVILÊ BIKEVE TEVGERÊ’
Koma Xebatê ya Kurd a Efrîqeya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîqeya Başûr (COSATU) di 11’ê çileya 2021’an de bi dirûşma “Dema wê hat: Ji bo aştiyeke adilane ya li Tirkiyeyê ji Abdullah Ocalan re Azadî” dan destpêkirin. Mebesta kampanyayê ew bû ku Neteweyên Yekbûyî (NY) têxin nava liv û tevgerê û di vê çarçoveyê li gelek welat û bajarên Ewropayê bi banga “Tavilê bikevin nava tevgerê” ji Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres re name û e-mail hatin şandin.
Çendek roj piştî vê hewldana ku starta wê li Efrîqeya Başûr hatibû dayîn, Yekitiya Parêzeran a ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan ên Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), New World Summit (Lûtkeya Cîhana Nû) û Tifaqa Parastina Maf û Azadiyan a Navneteweyî (AIDL) jî tev li bûn. Piştre jî ACCP a Ganayî (Alliance Creative Community Project – Yekitiya Projeyên Civakî yên Afirîner) jî tev li bû û ji NY’yê re name şand. Tevgera Ciwanan a Çepgir a Fînlandiyayê (Vasemmistonuorte) jî ragihand ku tev li kampanyayê bûye.
Di 25’ê çileya 2021’an de li pêşiya ofîsa NY’yê ya li Cenevre ya Swîsreyê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. Çalakvan di her roja çarşemê de tên ba hev.
DEKLARASYONA OCALAN
Zêdetirî sed hunermend, rojnameger û nivîskarên li cîhanê navdar di 15’ê sibata 2021’an de bi sernavê “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” deklarasyonek weşandin. Rojnameger û nivîskar Janet Biehl, hunermendê deng û nivîskarê pirtûkên zarokan Leon Rosselson, muzîkjen û nivîskar David Rovis, nivîskarê senaryoyê Atiha Sen Gupta û grafîst Jonathan Chadwick jî di nav de zêdetirî sed kesan banga: “Zêdetirî 20 sal derbas bûn û divê Abdullah Ocalan azad bibe.”
KEŞTIYA AZADIYÊ
Bi organîzasyona Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî ji Amerîkaya Latîn heta Ingilistan, Fransa û Îtalyayê, li gelek welatan zêdetirî 40 akademîsyen, hunermend, nivîskar û parastvanên mafên jinan di 9’ê mijdara 2021’an de li paytexta Yewnanistanê Atînayê dest bi rê kir. Keştî di roja 12’ê mijdarê de gihişt bajarê Napolî yê Îtalyayê ku Ocalan heman roja 1999’an de gihiştibû wê derê.
Ji bo ku biryarê têkildarî Ocalan ên DMME’yê bi cih bîne, di sala 2021’an de ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) serlêdan hate kirin. Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî, di 1’ê kanûna 2021’an de li pêşiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi dirûşma “Dê Azadî bi ser keve, ji bo Ocalan bikeve nava tevgerê” çalakiya nobetê da destpêkirin. Gelek derdorên cuda piştgirî dan çalakiyê.
DI SALA 2022'YAN DE DAXWAZA AZADIYÊ
Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, di sala 2022’yan de li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di 8’ê Adarê û Newrozê de bi milyonan kes daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
HEZAR Û 888 PARÊZERAN JI BO ÎMRALIYÊ SERLÊDAN KIRIN
Ji ber ku agahî ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin agahî nehatin girtin, di serî de CPT ji bo gelek rêxisitnên hiqûqê yên navneteweyî serlêdan hatin kirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, şaxên OHD’ê, baro, bi sedan parêzerên ji Ewropa û Rojhilata Navîn jî serlêdan kirin. Hejmara parêzerên ku serlêdan kiribûn hezarû 888 derbas kir.
DI SALA 2023’YAN DE NOBET DEST PÊ KIR
Sala 2023’yan ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi kampanyayan dest pê kir. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re li pêşiya Meclisê dest bi Nobeta Edaletê kirin.
MA / Mujdat Can
Sibe: Di her tîpa nû de tecrîd girantir bû