Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye

  • rojane
  • 09:18 28 Çile 2023
  • |
img
AMED - Dozger fezlekeya "mijar ji aliyê ekîbên me ve hatine şopandin" a polîsan, rasterast bi îdianameya Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn ve zeliqandiye. Di îdianameyê de tê xwestin ku 15 sal ceza li Altûn bê birîn. 
 
Di 23'yê Kanûna 2022'yan de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn jî di nav de 14 hevserokên DBP'ê yên bajêr hatibûn binçabkirin. Di 27'ê Kanûnê de Bayindir û Altûn ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 5'an a Amedê ve hatibûn girtin. 
 
Îdianameya der barê Altûn de hat amadekirin. Dozger, fezlekeya "mijar ji aliyê ekîbên me ve hatine şopandin" a polîsan, rasterast bi îdianameya Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn ve zeliqandiye. Di îdianameyê de tê xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 salan heta 15 salan ceza li Altûn bê birîn. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê îdianameyê qebûl kir û danişîna ewil dê di 2'yê Sibatê de bê lidarxistin. 
 
Di îdianameyê de îfadeyên şahidên veşarî yên bi bernavê Firar, Hafiz û Ezel û îfadeyên şahidên eşkere Bîrdal Erol û Kezban Kûdayê hene. Hatiye diyarkirin ku Altûn ji ber îfadeyên 3 veşarî 5 şahidan ketiye ber lêprisînê. 
 
Îfadeyên şahidan ên di dosyeyê de rasterast ne der barê Altûn de ne. Altûn bi îdiayên wekî DBP û HDP "kesan tevlî rêxistinê dike" tê sûcdarkirin. Di îdianameyê de şahidê veşarî yê bi bernavê Firar, di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku DBP û HDP "xeyalê avakirina Kurdistaneke serbixwe dikin" û wiha gotiye: "Avahiya DBP'a Amedê, niha wekî baregeha KCK'ê ya li Amedê tê bikaranîn." 
 
FEZLEKEYA POLÎSAN BI ÎDIANAMEYÊ VE HATIYE ZELIQANDIN
 
Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku xebatên partiyê û 12 çalakiyên hatine lidarxistin û Altûn tevlî wan bûye, bi fermana KCK'ê hatine kirin. Hin çalakiyên di fezlekeyên polîsan de rasterast li îdianameyê hatine bicihkirin û wiha hatiye gotin: "Mijar ji aliyê ekîbên me ve hatine şopandin."
 
Di îdianameyê de behsa çalakiya greva birçîbûnê 3'yê Hezîrana 2021'ê ya li avahiya HDP'ê ya Rezanê jî hatiye kirin û hatiye gotin ku hatiye tespîtkirin ku Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn jî tevlî vê çalakiyê bûye. 
 
Beşdariya Altûn a li daxuyaniya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, meşa şermezarkirina kuştina Nagîhan Akarselê, Kongreya Asayî ya 2'yan a MEBYA-DER'ê, daxuyaniya der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, protestoya der barê kuştina Denîz Poyrazê, daxuyaniyên der barê grevên birçîbûnê de, civîna HDP'ê ya ji bo konferans û rêxistnbûyînê wekî delîl hatine hesibandin. 
 
Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku Altûn "girêdayî rêxistinê ye" û "di nava pergala wê hiyerarşiya rêxistinê de tev geriyaye". Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan ceza li Altûn bê birîn. 
 
 
  
 

Sernavên din

30/01/2023
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn