Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn

  • rojane
  • 18:01 27 Çile 2023
  • |
img
AMED - Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, di roja dawî ya serdanên xwe de li Amedê bi endam û nûnerên MEBYA-DER, DFG û baroyên Kurdistanê re civiya.
 
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 36 endamên ji 7 welatan pêk tê, li gor bernameya xwe ya îro bûn du kom û bi Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û baroyên Kurdisanê re civiya. Di serdanan de delegasyonê guh li nûnerên saziyan kir û saziyan jî hin agahî ragihandin endamên delegasyonê. Di civînê de Halîse Aksyo, dayîka Egît Îpek ku cenazeyê wî bi rêya kargoyê radestî wê hatibû kirin, jî cih girt.
 
XEBATÊN MEBYA-DER’Ê
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag, behsa xebatên saziya xwe kir û wiha got: “Komeleya me bi fermî xebatên xwe dimeşîne. Di encama vî şerê niha berdewam dike de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye. Li ser daxwaza malbatan ev sazî hat avakirin. Bi salan e şerek heye li Kurdistanê. Rastiyeke şerî ye mirin. Lê malbat jî dixwazin li gor baweriyên xwe cenazeyên xwe veşêrin û duayên xwe bikin. Gelek caran êriş li goristanan tê kirin, îşkence li cenazeyan tê kirin û cenaze bi kargoyan radestî malbatan tên kirin.”
 
‘HEWCEYÎ BI KOMÎSYONEKE XWESER HEYE’
 
Karadag di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyevî û got: “Hewce ye komîsyoneke xweser bê avakirin û bikaranîna çekên kîmyevî bê lêkolînkirin.”
 
‘BÊ OCALAN AŞTÎ PÊK NAYÊ’
 
Karadag da zanîn ku ew bi awayekî fermî xebatên xwe dikin, lê dîsa jî rastî astengiyan tên. Karadag bi lêv kir ku gelek caran hêzên ewlehiyê nahêlin ew xebatên xwe bikin. Karadag behsa tecrîdê jî kir û wiha got: “Gava deriyê Îmraliyê tê vekirin û tecrîd tê rakirin aştî dibe rojev. Bêyî birêz Abdûllah Ocalan aştî pêk nayê û şer nasekine. Hewce ye sazî û dezgehên xweser ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Ocalan di nava hewldanan de bin.”
 
‘TUNEBÛNA ÇARESERIYÊ’
 
Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almasê jî da zanîn ku di encama vî şerê 45 salan de gelek zirar û ziyan gihîştiye gelê kurd. Almasê bibîr xist ku tunebûna çareseriyê dibe sedema vê bêencambûyînê û got: “Çi bikin bila bikin lê em dest ji tekoşîna xwe bernadin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
 
‘LI TIRKIYEYÊ KARÊ ROJNAMEGERIYÊ ZEHMET E’
 
Her wiha komek ji delegasyonê jî serdana DFG’ê kir. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û rêveber Heqî Boltan delegasyonê pêşwazî kirin. Di serdanê de  Muftuoglû axivî û da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan bandora xwe li ser çapemeniyê jî dike. Muftuoglûyê bibîr xist ku rojnameger di cîhanê de herî zêde li Tirkiyeyê tên girtin û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê karê rojnamegeriyê gelekî zehmet e. Heke ev rojnameger kurd û Kurdistanî bin, zext pirtir dibin. Em ji ber nûçeyên ku çêdikin rastî lêpirsînan tên. Zêdetirî 30 salana kurd di rojname, qenal û ajansên xwe de dixebitin. Heta niha nêzî 50 rojnameger hatine qetilkirin, avahiyên wan rastiyê êrişên bombeyî hatine, di binçavan de tên windakirin. Ev zext li gorî pêvajoyan jî diguhere û xwe nîşan dide. Ev zext bi AKP'ê re zêdetir bûne.”
 
ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ
 
Muftuoglûyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di nava salekê de li hember çapemeniya azad du serdegirtinên mezin çêbûn. Di encama van serdegirtinan de 26 rojnameger hatin girtin. Kar û barên pîşeyî wekî sûc tên hesibandin û rojnameger tên girtin. Li gorî raporên DFG’ê niha 88 rojnameger di girtîgehan de ne. Her wiha nûçegihanên li qadê jî rastî astengiyên hêzên ewlehiyê tên. Rojname û rûpelên înternetê gelek caran tên astengkirin. Ajansa Mezopotamyayê 35, JINNEWS jî 41 caran rastî astengiyê hatiye.”
 
Herî dawî delegasyonê bi serokên baroyên Kurdistsanê re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de Serokê Baroya Wanê Sînan Araz, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û Alikarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr amade bûn. 
 
‘OCALAN NE KESEKÎ JI RÊZÊ YE’
 
Destpêkê Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî û dest nîşan kir ku Ocalan kesekî ji rêzê nîn e, ew li Rojhilata Navîn aktorekî siyasî ye. Dîlsîz da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan di dîroka Tirkiyeyê de tu carî nehatiye kirin. Dîlsîz wiha domand: “Ev tecrîd tenê bi 3 salan ve girêdayî nîn e, her wiha heta niha gelek caran tecrîd lê hatiye ferzkirin. Aliyekî hiqûqî jî heye di vê tecrîdê de. Bi vê tecrîdê sûc tê kirin.”
 
REWŞA GIRTÎGEHAN
 
Alikarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî bal kişand ser binpêkirina mafan ên li Kurdistanê. Ozdemîr destnîşan kir ku di girtîgehan de, girtî ji gelek mafên xwe yên bingehîn tên mehrûmkirin û got: “Me bi raporan jî ev bêhiqûqîtî berbiçav kir. Tecrîd ev demeke dirêj e li Girava Îmraliyê tê pêkanîn. Me Baroya Amedê ji bo hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin gelek caran serî li Wezareta Dadê daye, lê hê jî tu bersiv nehatiye dayîn."
 
Serokê Baroya Wanê Sînan Araz jî bi lêv kir ku tiştên li Îmraliyê tên kirin binpêkirina rêgeza wekheviyê ye.
 
Serdan bbi bersivandina pirsan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

30/01/2023
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn