Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn

  • rojane
  • 09:01 27 Çile 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Talankirina daristanên bajarê Şirnexê didomin. Dewletê bi destê cerdevanan li gundê Sorbitme yê Silopiyayê bi sedan dar birîn û dixwaze li gundê Biliganê jî vê talanê bide destpêkirin. Şêniyên taxê navborî bertek nîşan dan û wiha gotin: “Em çûn cem walî û midûriyeta daristanan. Ji me re gotin; ‘An hûn dê wan daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn.’” 
 
Ji Bestayê heta çiyayên Cûdî û Gabarê li gelek deverên Şirnexê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn. Di halê hazir de 31 deverên Herêma Bestayê û li 9 herêmên Cûdî bênavber dar tên birîn. Li bajarê ku xweza lê tê qirkirin, roj bi roj deverên nû li ber vê çerxa qirkirinê tên xistin. Niha jî navnîşana birîna daran bû gundên li quntarên Çiyayê Cûdî yên girêdayî navçeya Silopiyayê. Li gundên Sorbitmeyê ku di salên 90’î de hatibû valakirin birîna daran a bi destê cerdevanan dest pê kiriye û tê payîn ku li gundê Biliganê jî dest pê bike. Li gundên navborî heta şêniyên gund destûr negirin nikarin bikevin gundên xwe. Şêniyên gundên navborî bertek nîşan dan û dan zanîn ku dewletê gefa ‘heke hûn darên xwe nebirin dê bi destê cerdevanan bidin birîn’ li wan xwariye. 
 
GEFA ‘YAN HÛN DÊ BIBIRIN AN JÎ CERDEVAN’ XWARIN
 
Ji şêniyên gundê Biliganê Yûsûf Denîz (67) diyar kir ku ji wan hatiye xwestin ku ew bi xwe darên gund bibirin û wiha got: “Jixwe darên herêma tevek birîne. Yek cih nehiştine ku dar lê nebiribin. Niha li sînorê me û Navavya ya Bespiniya dar birîne. Çend dar man e û dibêjin; ‘Em ê wan jî bibirin.’ Em naxwazin darên me bên birîn. Ji me re dibêjin; ‘Em ê gundê we ava bikin’ lê li hêla din darên me dibirin. Piştî ku dar hatin birîn û gundê me rût kirin ma çi maneya avakirina gund dimîne? Em naxwazin ne li gundê me û ne jî li cihekê din dar bên birîn. Ev dar ne yên şexsî ne. Yên vê xakê ne. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ dibêjin divê hemû darên li gund bên birîn. Bi qasî ku ji destê me tê em ê nehêlin bibirin. Şêniyên gund çûn cem walî û midûriyeta daristanê. Ji wan re gotin; ‘Divê ev dar di vê zivistanê de bên birîn.’ Nahêlin em biçin gund. Aliyekî dibêjin em ê gund ava bikin û li aliyê din nahêlin em biçin gund. Heta ku em destûrê negirin nikarin bikevin gund. Divê ku kesek li dijî vê qirkirinê bêdeng nemîne. Cihê ku dar lê nebe tu tişt namîne.” 
 
'GUNDÊN ME TALAN DIKIN'
 
Ji gundê Sorbitmeyê şêniyê bi navê Îlyas Yagan (69) jî destnîşan kir ku gundê wan hatiye serûbinkirin û yek dar nehatiye hiştin. Yagan, da zanîn ku darên li ser 7 hezar donimên erdê wan hatine birîn û wiha domand: “Kesên ku darên me dibirin jî cerdevanên Sêgirkê ne. Nêzî 4 hezar nifûsa gundê me heye û tev jî neçar in. Me doz vekir lê bê encam ma. Ên dibêjin ‘dar nehatine birîn’ bila biçin gundê me û lê binêrin bê ka têne birîn an na. Ev çi heqarete li me dikin? Ma li vê dinyayê tu heqê me jî nîne? Bila dinya bizanibe ku li vê herêmê darên me, gundên me tên talankirin. Tiştek ji me re nehiştin. Bi sedan darên behîvan, karçînan niha li erdê ne. Ma ev heqî Xwedê ye? Yek dar nehiştin. Em doza heqê xwe dikin. Ji me re gotin; ‘heke hûn darên xwe nebirin em ê cerdevanan bînin ku bibirin.’ Me jî jê re got; ‘ne em dibirin û ne jî dihêlin cerdevan bibirin.’ Me debara xwe bi wan daran dikir. Heke sibe ew gund ava bibe em ê pezê xwe çawa xwedî bikin? Em welatiyên vê axê ne, çima vê bi me dikin?” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

30/01/2023
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn