Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne

  • rojane
  • 10:16 26 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - ESP û SGDF, li dijî tecrîda Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li gelek bajaran di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Endama ESP’a Stenbolê Zuleyha Muldur xwest li dijî tecrîdê her kes dengê xwe derxîne.
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Endamên ESP’ê û SGDF’ê piştî Îzmîr û Stenbolê çalakiyên xwe yên didomînin veguhestin Edeneyê. Hate hînbûn ku çalakgerên ku hem di çalakiya grevê de ne û hem jî serdana rêxistinên sivîl ên civakî dikin wê di rojên pêş de çalakiyên xwe veguhêzin bajarên Kurdistanê. Endama Rêxistina ESP’a Stenbolê Zuleyha Muldur a kete çalakiya greva birçîbûnê têkildarî çalakiyên xwe de axivî. 
 
‘EM PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN’
 
Muldur a diyar kir ku li dijî tecrîda li girtîgehan û xespa mafan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin û anî ziman ku bi hesta berpirsyarî û peywîrê dest bi greve kirine û wiha got: “Ji ber tecrîd, îşkence, ferzkirina lêgerîna nava dev û lêgerîna tazî û xespên mafan ên li dijî mirovahiyê yên li girtiyên siyasî dikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Em jî di encamê de weke kesên polîtîk, dikarin bên girtin.”
 
Muldur, destnîşan kir ku heta tecrîdê bişikînin wê çalakiya greva xwe bidomînin û destnîşan kir ku bi piştevaniyê dikarin tecrîdê bişikînin. Muldur, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ne tenê bi çalakiyên greva birçîbûnê di qadên cuda de bi çalakiyên cuda heta ku tecrîdê bişikînin wê çalakiyên me bidomin. Çalakiya greva birçîbûnê sembolek e. Em ê di vê çarçoveyê de piştevaniyê mezin bikin û di bingeheke yekgirtî de xebatên berfirehtir bimeşînin.”
 
DI DEMA ÇALAKIYÊ DE SERDAN KIRIN 
 
Muldur, daxuyand ku têkildarî grevê bertekên baş girtin, qasî çalakî berdewam kir bi nûnerên sazî û dezgehên ku pê re hevdîtin kirine nîqaşên “ji bo tecrîdê bişikînin dikarin çi bikin” bi rêve birine. Muldur, wiha domand: “Em di dema çalakiyê de li saziyan geriyan û armanca xwe ya çalakiyê ji wan re ragihand. Ew jî ji vê bandor bûn. Ji ber ku çalakiyên greva birçîbûnê li cihek û demekî diyar de tên kirin. Sazî jî tên serdanan û peyamên piştevaniyê didin. Lê me li vir hem ketin çalakiya greva birçîbûnê hem jî serdana saziyan kir û armanca xwe ji wan re vegotin. Me xwest ew jî di vê mijarê de bibin xwediyê mafê gotin û çalakiyê.”
 
‘TECRÎD PIRSGIRÊKA HERKESÊ YE’
 
Muldur, destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêka herkesê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî kesên tweetekê diavêjin jî dikarin bên darizanin û bibin girtiyekî polîtîk. An jî kesekî li derve dikare ji ber rexneyekê bê girtin. Tenê mirovên li girtîgehan ne girtî ne, em jî girtî ne. Ji ber ku em nikarin fikrên xwe bibêjin. Dema em fikrên xwe dibêjin, tên binçavkirin û girtin.”
 
‘EM DIXWAZIN TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’
 
Muldur, bal kişand ku 22 mehan zêdetir e ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û wiha pê de çû: “Tevî parêzerên wî nahêlin bi kesê re hevdîtinê bike. Divê malbat, parêzer û gel rewşa wî bizanin. Divê ev yek were aşkerekirin û an jî bi yekê re hevdîtinê bike. Ji ber ku bi milyonan kesên wî mereq dikin hene. Divê rayagiştî were agahdarkirin. Di vê çarçoveyê de tecrîd ne tenê ji aliyê Abdullah Ocalan ve li dijî hemû girtiyan weke amûreke gefê tê bikaranîn.”
 
Muldur, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Pêvajoya tecrîdê bi Abdullah Ocalan dest pê kir. Hewl didin zext û tecrîdê li dijî hemû girtiyên siyasî pêk bînin. Em dixwazin vê tecrîdê bişikînin û wê planê ji holê rakin.”
 

Sernavên din

27/01/2023
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne
14:28 Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin
14:13 Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
14:02 Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin
13:49 Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn