Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin

  • rojane
  • 09:08 26 Çile 2023
  • |
img
AMED - Rojnameger Kawe Fatehî têkildarî serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anî ziman ku ji bo kurdên ji Rojhilat destkêftiyan bi dest bixin divê kurd li her derê piştgiriya serhildêran bikin û got: “Em yek netew in tu sînor di nava me de nînin. Bi van çalakiyan em dikarin nîşanî hemû dinyayê bidin ku kurdên li Rojhilatê Kurdistanê ne bitenê ne.” 
 
Jîna Emînî di 16'ê îlona 2022'yan de li Tehranê ji aliye polîsan ve bi hinceta ku li gorî qaîdeyên îslamî serê xwe negirtiye hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî gelên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” li dijî rejîma molayan serî hildan. Serhildana gelan 4 meh li pêy xwe hişt û di meha 5’emin de berdewam dike. Heta niha gelek kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin, girtin, qetilkirin û darvekirin. Lê tevî vê yekê jî serhildêrên li kolanan bi paş ve gav neavetin û her ku diçe serhildan xurtir dibe. Serhildana gelan ku bi pêşengtiya jinan destpêkir û li hemû cihanê deng veda. 
 
Rojnamegerê Kawe Fatehi yê ku li Rojhilatê Kurdistanê ye tekildarî serhildana gelan a li dijî rejîma Îranê û rewşa heyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.  
 
DERBARÊ 35 KESAN DE BIRYARA DALIQANDINE HEYE
 
Rojnameger Fatehî, diyar kir ku serhildana gel tevî zext û tundiyan jî di meha 5’an de berdewam dike û wiha got: “Li aliyê Rojhilatê Kurdistanê zextên li ser gel zêde bûne. Her roj welatî tên girtin û binçavkirin. Aktivîst, stranbêj, siyasetmedar û gelek kes tên binçavkirin û hinek ji wan di girtîgehê de ne. Gelek kes jî birîndar bûne û nikarin biçin nexweşxaneyê.  Dema diçin nexweşxaneyê ji aliyê hezên îstîxbaratê ve tên girtin. Di girtîgehan de girtiyên siyasî pir in, bi taybetî jî li aliyê Rojhilatê Kurdistanê heta niha 14 hezar kes hatine girtin. 140 kes hatine qetilkirin, zêdetirî 5 hezaran kesan jî hatine birîndar kirin. Heta niha rejima Îranê herî kêm 4 serhildêr daliqandin. Derbarê 35 kesan de jî biryara daliqandinê heye.”
 
‘TIRSA GEL ŞIKESTIYÊ’
 
Bi domdarî Fatehî bal kişand ser bêdengbûna dewletên navneteweyî ya li dijî sepanên li dijî hiqûqê yên rejîma Îranê û wiha bertek nîşan da: “Dewletên navneteweyî qala mafên mirovan dikin lê hertim  berjewendiyên xwe difikirin. Ji bo wan ne girîng e çend kes hatine daliqandin an jî qetilkirin. Naxwazin rejîma Îranê hilweşe, ji ber ku li gor berjewendiyên wan nîne. Gelek kes neçar man ku ji welatê xwe koç bikin û weke penaberan biçin Ewropayê lê Ewropa jî wan qebûl nake. Darvekirin her tim li Îranê hebû ye. Lê darvekirin nikare pêşiya serhildanên gel bigire. Tirsa gel êdî şikestiye.”
 
‘REWABÛNA HIKUMETA ÎRANÊ NEMAYE’
 
Fatehî, destnîşan kir ku edî rewabûna hikumeta Îranê nemayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca serhildêran yek jî tunekirina rejîma Îranê ye. Niha jî edî rewabûna rejîma Îranê nemaye. Weke berê nikarin li ser gel hikum bikin, bi zext û tundiyan dixwazin li ser gel hikum bikin, lê nikarin. Di nava civakê de jî guherandin çebûne. Edî tirs şikestiyê gel natirse, gel kengî derfet dibîne li dijî dewleta Îranê xwe pêşandanan dike. Çalakiyên weke meşê li dar dixin.”
 
‘ARMANCA SERHILDERÊN KURD STATUYÊ’
 
Fatehî, anî ziman ku yek ji armanca kurdên Rojhilatê Kurdistanê destkeftiyên weke statuyê ye û ev tişt gotin: “Li Rojhilatê Kurdistanê rêxistinbûyineke pir bixurt heye. Bi girseyî dikarin li ser cehdeyan çalakiyan li dar bixin. Lê niha ji ber ku zext zêde bûne rewşa serhildana wir jî guheriye. Niha li ser medyaya dîjîtal û li ser diwaran dirûşmeyan dinivîsin û çalakiyan li dar dixin. Lê serhildanên li ser cahdeyan hinek sekinîne. Yek jî armanca kurdên li Rojhilat hilweşandina hikumeta Îranê û destkêftiyên weke statuyê ye. Lê statu tenê bi destê kurdan pêk naye. Divê gelên li Rojhilat û Îranê jî piştgirî bidin.”
 
‘DIVÊ KURD PIŞTGIRIYA SERHILDANA ROJHILAT BIKIN’
 
Fatehî, destnîşan kir ku divê kurdên li her çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê piştgiriya serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê bikin û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo kurdên Rojhilat bikaribin destkêftiyên weke statu bi dest bixin, divê kurdên Bakur, Rojava, Başûr û kurdên li dîasporayê dijîn çalakiyên weke semîner û meşê li dar bixin ku dengê serhildana Rojhilat bigihînin hemû dinyayê. Divê partiyên kurd ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welêt çalak bibin. Divê kurdên li Bakur, Rojava û Başûr jî ji bo piştgiriye derkevin kolanan. Em yek netew in tu sînor di nava me de nîne. Bi van çalakiyan em dikarin nîşanî hemû dinyayê bidin ku kurdên li Rojhilatê Kurdistanê ne bi tenê ne.”
 
‘FAŞÎSTÊN ÎRANÊ DIXWAZIN DIRÛŞMEYA, ‘JIN JIYAN AZADÎ’ BIDIZIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Fatehî diyar kir ku dirûşmeya, "Jin jiyan azadî" ya fikir û ramanê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e bandoreke xurt li ser serhildêran dike û wiha pê dê çû: “Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê pir baş dizanin ku ev dirûşim ji ku hatiye. Li ser fikir û ramanên Ocalan û PKK’ê gel li Bakur û Rojava serî hilda, niha jî li Rojhilat serhildan dest pê kiriye. Lê li ser medyaya dîjîtal propagandaya vê yekê pir naye kirin. Ji ber wê gelên li Îranê piranî nizanin ew dirûşim ji ku hatiye. Faşîştên Îranê dixwazin vê dirûşmeyê bidizin û bêjin 'ew dirûşim ji me derketiyê û kurd dixwazin ji me bidizin'. Ji ber wê divê bêhtir li ser felsefeya, 'Jin jiyan azadî' bê sekinîn û propagandaya wê bê kirin ku her kes bizanibe felsefeya, 'Jin jiyan azadî” ya Abdullah Ocalan, PKK’ê ye û fedakarî û kêdkariya jinên weke Sakîne Cansiz û jinên Tevgera Azadî ne. Bandora vê felsefeyê û dirûşmê li ser Rojhilatê Kurdistanê pir e û bandorê li ser Îranê jî dike. Lê hin faşîştên Îranê jî hene ew jî li dijî vê dirûşmeyê, dirûşmeyên nû saz dikin. Mînak, 'Mer niştiman û hwd' an ku ew jî li dijî felsefeya, 'Jin jiyan azadiyê' ye.”
 
‘JIN PÊŞENGTIYA SERHILDANÊ DIKIN’
 
Fatehî yê bi lêv kir ku tevî ew qas jin hatin qetilkirin û girtin jî hê jî jin pêşengtiya serhildanê dikin, got ku jin li dijî  rejîm, mersalarî, faşîzma Îranê û netew dewletê pêşengtiya serhildane dikin û anî ziman ku jin dixwazin mafê xwe bi dest bixin. Fatehî, bal kişand ser mîsyona partiyên Kurdistanî jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Partiyên Kurdistanê jî bandorê li ser serhildanê dikin. Greva giştî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi biryara partiyên kurd dest pê kir. Gelê Rojhilat jî guhdariya wan dikin. Bandora partiyên Kurdistanê li Rojhilat pir baş e. Lê ji aliyê lojîstîke ve nikarin alikariya gel bikin. Lê hertim piştgiriya gel dikin.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

27/01/2023
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne
14:28 Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin
14:13 Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
14:02 Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin
13:49 Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin