Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt

  • rojane
  • 11:22 25 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Li Girtîgeha Girava Îmraliyê 22 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser serlêdana parêzeran xwest ku Tirkiye dawî li rewşa bêagahîgirtinê bîne. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navnetewî di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û ji wê rojê ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlehiya bilind di nav şertên tecrîda girankirî de tê ragirtin. Her wiha Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî li cem Ocalan tên ragirtin. Agahînegirtina ji Abdullah Ocalan û her sê girtiyên cem wî 22 meh li pey xwe hişt.
 
Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecrîdkirin û agahînehgirtina ji Ocalan çalakiya grevabirçîbûnê hatibû destpêkirin û paşê çalakî li tevahiya girtîgehan belav bû. Di encama çalakî û nerazîbûna gelê kurd û dostên wan de di gulana 2019’an de parêzerên Ocalan hevdîtina “awarte” pêk anîn. Lê balkêşe ji bilî vê hevdîtina “awarte” ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve destûra parêzerên Ocalan nayê dayîn ku biçin hevdîtinê. Temas ango hevdîtina herî dawî li gel Ocalan pêk hat di 25’ê Adara 2021’an de ye. Birayê wî Mehmet Ocalan, li Dadgeha Rihayê bi telefonê li gel Abdullah Ocalan pêwendî danî. Lê balkêş e ku hevdîtin di nîvî de qut bû. Ji wê rojê ve destûr nayê dayîn ku Ocalan nêrîn û fikrên xwe bi gelê kurd û raya giştî ya cîhanê re parve bike. 
 
‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Mehmet Ocalan nêrîna Abdullah Ocalan a di hevdîtinê de wiha anîbû ziman: “Kekê min got ‘Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; Ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe.’ Serok dubare dubare got ‘Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.” 
 
SERLÊDAN BÊBERSIV DIMÎNIN 
 
Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî dikin û malbatan seranserî sala 2021’an hat rekirin. Ji bo 71 serlêdanan malbatan û 202 serlêdanên parêzeran tu bersiv nehat dayîn. 
 
CEZAYÊN DÎSIPLÎNÊ 
 
Ji ber ku dozgerî û girtîgeh bersiva serlêdanê nade, parêzeran di 30'ê Adara 2021'an de serî li Dadgeriya Înfazê yê Bûrsayê dan. Di heman rojê de daxwaza parêzeran bi lez hat redkirin. Piştî vê serlêdanê di 29'ê Çileya 2021'an de derketibû holê ku cezayê dîsiplînê ango qedexeya hevdîtina parêzer û malbatan li Ocalan hat birîn. Ji ber agahînegirtina ji Ocalan, parêzeran di 22'ê Mijdara 2021'an de dîsa serî li dadgeriyê dan. Di serlêdanê de bal kişandin ser desteserkirinê ango (Incommunicado) û her wiha bal kişandin ser tespîtên Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT). Ev serlêdan jî hat redkirin. Hate hînbûn ku bi vê serlêdanê re 3 meh cezayê dîsiplînê li hevdîtina malbatan hatiye birîn. Ceza ji aliyê Desteya Disiplînê ya Îmraliyê ve hatiye birîn û di 12'ê Cotmeha 2021'an de jî ji aliyê dadger ve 6 meh cezayê qedexeya parêzeran hatiye dayîn.
 
KOMÎTEYÊ KIR ROJEVA XWE 
 
Pêşveçûneke din a ku di nava salê de pêk hat ev bû ku Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÖHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) di 26'ê tîrmehê de serî li DMME'yê dan ku DMME’yê di 18’ê Adara 2014'an de ji bo biryara qedexekirina îşkenceya li Abdullah Ocalan bi cih bîne serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabû. 
 
Komîteyê li ser hewldanên rêxistinên civakî yên sivîl 7 sal şûn ve mijarê kir rojeva xwe û beriya civîna li dar bixe derbarê mijarê de agahî ji Tirkiyeyê xwest. Komîteyê di 3’ê kanûna 2021’an de biryara xwe eşkere kir û ji Tirkiyeyê xwestibû herî dereng heta îlona 2022’yan derbarê Ocalan de agahî bide wan. 
 
GILÎ KIRIN 
 
Parêzeran di çarçoveya vê yekê de 1’ê cotmeha 2021’an serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da. Dadgeriyê biryara DMME’yê ji nedîtî ve hat û AYM’ê îşaret kir. Parêzeran bi heman daxwazê di 3’ê kanûna 2021’an de serî li AYM’ê da. Her wiha parêzera di 22’ê kanûna 2021’an de serî li Desteya Dadger û Dozgeran da û giliyê dadger û dozgeran kir û her wiha serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û gilî kirin. 
 
BERSIVA AYM’Ê 
 
Parêzeran di 24'ê kanûna 2021'an de ji bo rawestandin û bidawîkirina van kiryaran û pêkanînên rayedarên îdarî û edlî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn di 12'ê çileya 2022'yan de ev daxwaz red kir û tevî ku serlêdana lezgîn û tedbîrî bû jî di 31'ê çileya 2022'yan de biryara xwe teblîxî parêzeran kir. 
 
SERLÊDAN TÊN SEKINANDIN 
 
Di sala 2021’an de ji bilî serlêdanên xwecihî 19 caran serî li AYM’ê hat xistin û 5 caran jî serî li DMME’yê hat xistin. Bi van serlêdan re 79 serlêdanên şexsî bo AYM’ê û 12 serlêdana derdest jî bo AYM’ê hat kirin. 
 
RÊXISTINÊN SIVÎL KETIN TEVGERÊ
 
Di sala 2021’an de parêzeran bi daxwaza şopandina tecrîdê û ji bo pêkanîna hevdîtinê gelek caran serî li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), baroyên bajaran, Meclisê, saziyên sivîl ên neteweyî û navneteweyî dan. Di heman demê de bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Dadê hat dayîn. Wezaretê bersiva daxwaza randevûyê neda. Tevî serlêdanan jî agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din nehat girtin. Agahînegirtina ji Ocalan û girtiyên din rêxistinên maf û hiqûqî xist nava tevgerê. Saziyên hiqûqê ku di nav de Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hebû ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, kampanya îmzeyan hat destpêkirin. 775 parêzerên ku endamên 29 baroyên cuda ne, di navbera 10-17’ê hezîrana 2021’an de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re îmze dan û serî Wezareta Dadê. Wezaretê bersiv neda van serlêdanan.
 
JI 22 WELATAN 350 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN 
 
Ji 22 welatên Ewropa û Rojhilata Navîn 350 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ku di şert û mercên girankirî yên tecrîdê de tê ragirtin, di 14’ê îlona 2022’yan de serî li Wezareta Dadê dan. Parêzeran da zanîn ku zêdetirî saleke agahî ji Îmraliyê nayê girtin û bi vê rewşa tecrîdê re qanûnên navneteweyî yên ji bo pêşîlêgirtina tecrîdê tên binpêkirin. Parêzeran heman serlêdan ji bo Yekitiya Baroyên Ewropayê, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin. Parêzeran serlêdana xwe li Kuluba Çapemeniyê ya Ewropayê ya li paytexta Belçîkayê Brukselê bi civîneke çapemeniyê ragihand. 
 
BAL KIŞANDIN SER TÊKOŞÎNÊ
 
Piştre jî ji welatên Fas, Filistîn, Herêma Federe ya Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Sûriye, Lubnan, Misir û Urdunê bi giştî 756 parêzer bi heman daxwazê ketin nava hewldanan. Parêzeran diyar kirin ku Abdullah Ocalan û girtiyên din di nava şert û mercên giran ên tecrîdê tên ragirtin û wiha gotin: “Ji bo parastina mafên birêz Ocalan û girtiyên din em dikevin nava liv û tevgerê.” Her wiha parêzeran ev rewş weke gaveke dîrokî ya ji bo yekitiya kurd-ereban pênase kirin. Di heman demê de parêzeran da zanîn ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên din têbikoşin. 
 
JI SÛRIYEYÊ 691 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN
 
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên Tartus, Heleb, Hums û Laziqiyeyê bi giştî 691 parêzeran di 19’ê îlonê de li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya li Qamişloyê daxuyaniyek dan û bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dan. Parêzeran ji Wezareta Dadê re nameyek şandin û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe. 
 
CPT ÇÛ ÎMRALIYÊ
 
Piştî serlêdanên bi sedan rêxistinên hiqûqê û parêzeran ên ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê (KE) bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûne serdana Îmraliyê. 
 
CPT’yê têkildarî naveroka serdana xwe tu agahî parve nekirin. Cîgira Serokê 2’yemîn ê CPT’yê Therese Rytter têkildarî serdanê wiha got: “Ez dikarim bibêjim ku li Tirkiyeyê em çûn serdana hemû girtiyan. Lê belê ez nikarim hêmayan parve bikim. Ev hêma dê piştî rapor bi raya giştî re tê parvekirin bên eşkerekirin.” Rytter, da zanîn ku dê rapora hatiye amadekirin erê bikin û di dawiya meha adara 2023’yan de ji Tirkiyeyê re bişînin. Bi domdarî Rytter ev tişt anî ziman: “Ji bo ku Tirkiye bersiva raporê bide 6 mehan dema wê heye. Piştre jî dê biryarê bide bê ka dixwaze CPT raporê parve bike yan na. Em xwedî wê rayeyê ne ku bêyî astengiyek hebe xwe bigihînin hemû kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin.” 
 
PARÊZERAN DAXUYANÎ DAN
 
Vê serdana hatiye kirin û daxuyaniyên hatine dayîn, fikarên têkildarî Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin hîn zêdetir kirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî serdana CPT’yê daxuyanî da. Buroyê ji CPT’yê xwest ku têkildarî serdanê tavilê daxuyaniyekê bide û ji bo bidawîkirina şert û mercên îşkenceyê prosedûrên heyî têxe meriyetê. 
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê mijdarê de ev agahî parve kir: “Agahî li ber destê me heye ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê.” Parêzeran destnîşan kirin ku dibe Abdullah Ocalan û girtiyên din bi mebesta protestokirina rewşa heyî û bêhiqûqiyan derneketibin hevdîtinê. 
 
CEZAYÊ DISIPLÎNÊ YÊ BERIYA SERDANÊ
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê her wiha got ku Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê demekî kin beriya serdana CPT’yê, di 9’ê îlonê de cezayê “disiplînê” yê ji bo 3 mehan dabû Abdullah Ocalan û girtiyên din û ev ceza di 28’ê îlonê de teqez bûye. 
 
SERLÊDANÊN SIYASÎ DEST PÊ KIRIN 
 
Di demekî ku tecrîd û astengkirina hevdîtinan didomiya de fikarên heyî hêj zêdetir bûn. Di serdemeke wiha de partiyên siyasî jî ji bo hevdîtinan dest bi serlêdanan kirin. Di vê çarçoveyê de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sanar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP’ê rê Rihayê Omer Ocalan di 20’ê cotmehê de bi mebesta hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan. Di demên piştre de jî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û gelek parlamenterên din bi heman mebestê serlêdan kirin. 
 
ASTENGKIRINA DAXWAZA HEVDÎTINÊ YA PARÊZERAN
 
Dadgeriyê di 12’ê cotmeha 2021’an de ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû û ev qedexe di 22’yê nîsana 2022’yan de bi dawî bû. Piştî ku pêvajoya qedexeyê bi dawî bûyî, parêzeran ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. Li ser vê yekê di roja 29’ê nîsanê de îcar serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran bi hinceta biryara qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re ku di 13’ê nîsanê de ji bo 6 mehan hatibû dayîn hate redkirin. Têkildarî sedema qedexeyê tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin. 
 
QEDEXEYA NÛ
 
Piştî ku cezayê disiplînê yê di 9’ê îlona 2022’yan de hatiye dayîn di 9’ê kanûnê de bi dawî bû, parêzeran di 15 û 23’yê kanûna 2022’yan û di 3’yê çileya 2023’yan de ji bo girtîgeh û dozgeriyê 3 serlêdanên cuda kirin. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da zanîn ku di 4’ê çileyê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê hevdîtina bi malbatan re hatiye dayîn. Hinceta qedexeyê weke “cezayê disiplînê” hate destnîşankirin ku lê belê nehat diyarkirin bê ka ceza çima û kengî hatiye dayîn. Parêzeran di 10’ê çileyê de li dijî vê biryarê îtîraz kirin. Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê di heman rojê de ev îtîraz red kir. 
 
BEDENÊN XWE ŞEWITANDIN 
 
Bi mebesta protestokirin û bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Bubo Taş di 13’ê çileyê de li Mêrdînê û Mehmet Akar jî di 16’ê çileyê de li Amedê xwe şewitandin. Taş û Akar di peyamên xwe de destnîşan kirin ku li dijî tecrîdê ev çalakî li dar xistine. 
 
PÊVAJOYA NY’YÊ DIDOME
  
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di dawiya sala 2022’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Komîteyê serlêdan ji Tirkiyeyê re şand û jê xwest ku dawî li rewşa agahînegirtina mutleq a jê re “incommunicado” tê gotin bi dawî bike. Her wiha jê xwest ku divê girtî bikarin bi awayekî domdar bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

27/01/2023
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne
14:28 Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin
14:13 Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
14:02 Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin
13:49 Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin