‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'

  • rojane
  • 09:32 25 Çile 2023
  • |
WAN - Parlamentera HDP'î Mûazzez Orhan diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji roja ku hatiye girtin heya niha tê tecrîdkirin û got: "22 mehên dawî tecrîdeke mutleq heye, lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja hatiye girtin heya niha tê tecrîdkirin. Tecrîd bêhiqûqîtî ye, birêz Ocalan jî mifteya aştiyê ye." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de tê tecrîdkirin. Çendî dem bi dem malbata Ocalan û parêzerên wî hevdîtin pê re kiribin jî, lê zêdetirî 21 meh in tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Daxwaza malbatê û parêzeran a ji bo hevdîtinê jî bi hincetên wekî "qedexeya parêzeran", "cezayê pêwendîdanînê", "qedexeya hevdîtinê" û hwd. tên redkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan destnîşan kir ku Ocalan ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê mifteya aştiyê ye. 
 
Orhan diyar kir ku Rêberê PKK'ê ji roja ku hatiye girtin heya niha tê tecrîdkirin û got: "Tecrîd tenê di ser mirovekî re nayê kirin. Belê, tecrîd ewilî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, lê tecrîd tespisandina kesekî, civakekê û gelekî ye. Yanî qutkirina ji jiyanê ye." Orhanê bilêv kir ku lewma tecrîd her kesî eleqedar dike. 
 
‘BINGEHA HEMÛ BÊHIQÛQÎTIYAN TECRÎD E'
 
Orhan destnîşan kir ku bingeha hemû bêhiqûqîtî û krîzên li Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd e û wiha berdewam kir: "Sedema ku îro siyaseta navxweyî rûxiyaye û kes nikare biaxive, polîtîkaya tecrîdê ye. Polîtîkaya tecrîdê ya ku desthilatê ew afirandiye, îro ro xwe wekî tepisandina mirovan dide der. Krîza aborî û siyasî di asta herî jor de ye. Ji vê jî polîtîkeyeke şer hatiye afirandin." 
 
‘OCALAN JI BER KU DOZA MAFÊN KURDAN DIKE TÊ TECRÎDKIRIN'
 
Orhan bilêv kir ku bingeha tecrîda li ser Rêberê PKK'ê ew e ku doza mafê gelê kurd dike û got: "Bi polîtîkayên şer û tecrîdê ser wê polîtîkaya qirkirin û înkarkirinê ya li hemberî gelê kurd dinixumînin. Ji ber vê Ocalanê ku bi milyonan kes dibêje 'vîna min e' bi awayekî mutleq tê tecrîdkirin û nahêlin pêwendiyê bi civakê re deyne. A rast birêz Ocalan ji roja ku hatiye girtin heya niha tê tecrîdkirin, lê 21 meh in tecrîdeke mutleq heye. Haya me ji tenduristiya wî, ji jiyana wî tune ye. Tu fêdeya tecrîdê ji bo gelên vî welatî tune ye. Çavkaniya tecrîdê tunehesibandina kurdan û berdewama polîtîkaya qirkirin û înkarkirinê ye." 
 
‘OCALAN MIFTEYA AŞTIYÊ YE'
 
Orhan girîngiya fikrên Ocalan a ji bo gel bibîr xist û wiha axivî: "Me bi hev re şahidî li wan pêvajoyan kir ku gava gotina Ocalan digihîşt gel. Mirovek jî jiyana xwe ji dest nedan, tu dayik negiriya, rewşa aboriyê baş nebû, hêviya aştiya civakî û jiyana bi hev re welidî. Polîtîkayên cihêkariyê bi dawî bûn. Yanî tişta derket holê jiyan bû. Ev du navbera 2012-2015'an de rû dan. Bi gotineke birêz Ocalan şer sekinî." Orhanê bilêv kir ku Ocalan mifteya aştiyê ye û got: "Ji ber vê gotina Ocalan ev qasî girîng e. Li vî welatî her kes bandorê ji tecrîdê digire. Îro ro çavkaniya vê xizanî, bêhiqûqîtî û qirkirinê tecrîd e. Ger dengê birêz Ocalan bigihê civakê, ev pêvajoyên aloziyî dê bi dawî bibin. Ji lew re çavkaniyên vî welatî hemû ji bo şer û polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê tên xerckirin."
 
BANGAWAZΠ
 
Orhan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya saziyên navdewletî ya ji bo tecrîdê û got: "Saziyên navdewletî ji bo mifha welatên xwe xwe li bêdengiyê datînin. Lê çareserî di destê gelên Tirkiyeyê de ye. Ez bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikim ku ji bo bidawîbûna tecrîdê deng derxînin." 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû

Sernavên din

27/01/2023
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne
14:28 Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin
14:13 Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
14:02 Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin
13:49 Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin