Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin

  • rojane
  • 09:05 23 Çile 2023
  • |
AMED - Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku beriya giştînameya Wezareta Dadê derbarê girtiyên nexweş weşandiye de bikeve meriyetê, divê ATK ji holê bê rakirin nexwê baweriya wan bi giştînameyê nayê.
 
Bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag “Giştînameya Têkildarî Kêmkirin an jî Rakirina Cezayên Kesan a ji ber Nexweşî, Astengdarî yan jî Kalbûnê” hate weşandin. Li gorî giştînameya ji serdozgeriyan re hatiye şandin, di çarçoveya xala 104’emîn a Destûra Bingehîn de têkildarî rayeya sivikkirin an jî rakirina cezayan, biryara bêyî daxwaza hikumxwaran hebe zû were destpêkirin hate wergirtin. Piştî giştînameyê her kes li bendê ye ku ka girtiyên nexweş dê werin berdan an na.
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene . Dîsa li gorî rapora ÎHD’ê 38 girtiyên ên rewşa wan giran hene divê ku demildest bên berdan. Ji ber binpêkirinên mafan di sala 2022’yan de herî kêm 76 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Bangên berdanê yên rêxistinên mafên mirovan û malbatên girtiyan hê nehatine bersivandin, rayedarên hikumetê piştî ku yek ji girtiyên 28’ê sibatê korgenerale teqawîtbûyî Vûral Avar ê 85 salî di girtîgehê de mir, ketin nava liv û tevgerê.
 
GELEK NEXWEŞIYÊN OZKAN HENE
 
Yek ji wan kesên ku di lîsteya girtiyên nexweşên gîran de ye jî Mehmet Emîn Ozkan (84) e û niha li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê girtî ye. Ozkan bi îdiaya ku ji kuştina serferanderek tirk Bahtiyar Aydin ê di sala 1993’yan de bûyerên li navçeya Licê ya Amedê qewimî hatiye girtin. Ozkan ev 27 sal in girtî ye û di vê dema girtibûnê de gelek nexweşî lê peyda bûne. Guatra bijehr, nexweşîna guh û çavan, nexweşiya helandina hestiyan bi Ozkan re heye. Her wiha Ozkan heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji ber vê 4 caran jî anjiyo bûye. Ji ber ku nexweşiyên wî çend caran  nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye Ozkan, lê ji ber ku Saziya Tipa Edlî (ATK) bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan.
 
‘JI 700 CARAN ZÊDETIR ÇÛYE NEXWEŞXANÊ
 
Di rapora Saziya Venihêrîna Cemaweriyê (Ombudsmanî) heta meha gulana sala 2022’yan de Ozkan 302 caran rakirina revîra girtîgehê, 374 caran şandine nexweşxaneyê. Di demên dawî de jî Ozkan her hefteyê herî kêm rojeke bi kursiyê tekerlek û deste wî kelepçekirî dibin nexweşxaneyê.
 
ATK BERDANÊ ASTENG DIKE 
 
Di sala 2015'an û 2022’yan de Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dabû Ozkan. Lê Saziya Tiba Edlî (ATK) jî ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye Ozkan. Ozkan ji ber rapora ATK'ê nayê berdan.
 
BI ALIKARIYA LAWÊ XWE DIJΠ
 
Ozkan ku bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne, kurê wî Ahmet Ozkan ê di qawîşa wî de alîkariya wî dike. Keça Emîn Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku beriya Giştînameyê ji bo berdana girtiyê nexweş bila bingeha ATK’ê bê guhartin û got: “Baweriya me bi vê giştînameyê nayê.”
 
‘BAWERIYA ME BI GIŞTÎNAMEYÊ NAYÊ’ 
 
Selma Ozkan anî zaman ku hefteya bihûrî bi bavê xwe re hevdîtin pêk aniye û wiha behsa rewşa bavê xwe kir: “Birayê min Ehmed bavê min bi ser kursiyê tekerlek anî cihê hevdîtine. Destê bavê min dilerizin, nikare bi telefonê bigire. Êdî guhê wî nabihîzin. Ew li me dinêre em li wî dinêrin. Ez bawer nakim ku bavê min me nas bike. Ev rewş di dema hevdîtina vekirî de xwe diyar dike. Di dema hevdîtinê de xatir nexwest û rabû çû. Berê xwe da deriyê em têde hatin. Yanî nizane diçe ku. Min bavê xwe hembêz kir. Li ser giştînamê her hefte dibin nexweşaxanê û gotine divê 11 branş lê binêrin. Ew ne mirovek saxlem e ku li 11 bijîşkan bê gerandin.” 
 
‘DIVÊ EWILÎ ATK JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’ 
 
Ozkan diyar kir ku ew di hevdîtinê de li ser derketina giştînameyê jî axivîne û wiha domand: “Rewşa bavê min her ku diçe xerab dibe. Tevî ku rewşa wî giran e jî lê gelo çima wî bernadin? Em nikarin li hêviya vê giştînameyê bisekinin. Divê bavê min demildest were berdan. Ew bi serê xwe nikare saetekî jî jiyana xwe bidomîne. Heya ku ATK ji holê neyê rakirin û biryara  berdana nexweşan endin, baweriya me bi giştînameyê nîne.”
 
‘BILA ATK ÊDÎ NEBE QATIL’ 
 
Ozkan bi bir xist ku ji bo girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatine şewitandin salek zêde malbatan bi çalakiya Eddeletê qerîna Edeletê kirin lê ev deng li aliye rayedaran ve nehat bihîstin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Di vê deme bi 10 cenaze li girtîgehan derket. Mirovên ku berdan jî mehan neqediya jiyana dest dan. Heman deme ATK ji bo Xelîl Guneş re gotibû dikare li girtîhehê bimîne lê nema û jiyana xwe dest da. Her çiqas nexweşxane ji bo bavê min dibêji nikare bimîne lê ATK dijî vê biryar dide û bavê min nayê berdan. Em naxwazin ATK bibe qatilê bavê min jî. 
 
Bila êdî tabut ji girtîgehan dernekevin. Êdî bes e dilê malbatan şewitî. Bila demên xwe yê dawî bi malbatên xwe re derbas bikin. Em dixwazin êdî bavê min hembêz bikin. Heke edalet hebûya wê bavê min û girtiyê nexweş Apê Siddik û girtiyên bihatana berdan.” 
 
‘HEKE BIMIRE JÎ BILA LI MALA XWE BIMIRE’ 
 
Hevjîna Ozkan, Emîne Ozkan jî da zanîn ku hevjînê wê 27 sal in di girtîgehê de ye û ji bijîşkan bigire heta parêzeran, dadgeran hemû kes dizane ku hevjînê nexweş e. Ozkan bal kişand ser girtiyên nexweş û wiha got: “Girtiyên nexweş rewşa wan giran e. Ji bo wan êdî ne roj ne saet êdî nikarin deqîqeyek li girtîgehê bimînin. Ji ber vê divê demildest bên berdan. Xwedê neke tiştek bi hevjînê min bibe, wê lawê min tiştek bîne serê xwe. Lawê min Ehmed jî emeliyat kirine û bi vî halê xwe li bavê xwe dinêre. Gelo çima dema hûn wî dibin nexweşxanê deste wî kelemçe dikin? Êdî bes e wî berdin. Êvarê berdin bila serê sibehê li mala xwe jiyana xwe ji dest bide. Bila dîtina wî ji zarokên min re nebe hesret.”
 
MA / Mehmet Guleş 
 

Sernavên din

24/01/2023
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin