Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin

  • rojane
  • 09:42 22 Çile 2023
  • |
img
 
ENQERE - Hevberdevkê Karên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku divê tecrîda li Îmraliyê tenê ji hêla hiqûqî ve neyê nirxandin û wiha got: “Bi miyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin.” 
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di 3’yê cotmeha sala 2022’yan de daxuyaniyek da û got ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûne Tirkiyeyê û Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariyê ya Bilind a Îmraliyê ziyaret kirine. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê tên ragirtin dike, têkildarî serdana CPT’yê di 29’ê mijdarê de daxuyanî da û wiha got: “Agahî li ber destê me ye ku di serdana CPT’yê ya di îlona 2022’yan de birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê.” Daxuyaniya buroyê di raya giştî de rê li ber fikaran vekir. Li gel ku bi ser serdanê re meh derbas bûne jî ne CPT’yê ne jî saziyên têkildar tu daxuyanî nedane. Piştî helwesta CPT’yê û daxuyaniyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, hiqûqnas û siyasetmedaran jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. 
 
Hevberdevkê Têkiliyên Karên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy Girtîgeha Îmraliyê şiband Girtîgeha Guantanamoyê û têkildarî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û helwesta CPT’yê bi ajansa me re axivî. 
 
 
DU AGAHIYÊN TÊKILDARÎ HEVDÎTINA LI ÎMRALIYÊ
 
Ozsoy da zanîn ku gelek caran bi CPT’yê re hevdîtinên rûbirû kirine û ji wan daxwaz kirine ku bi nivîskî agahiyan bidin. Ozsoy, bi domdarî wiha got: “Li holê du agahî hene. Di halê hazir de dema CPT tê Tirkiyeyê diçe serdana Navendên Paşvevegerandinê. Di dema serdanê de dibêjin hazir em hatine dê biçin serdana Îmraliyê jî. Çûne serdanê. Diyar kir ku bi her 4 girtiyên li Îmraliyê re hevdîtinên rûbirû kirine. Lê çavkaniyên cuda yên me agahî jê girtine dibêjin ku ev hevdîtin nehatiye kirin. Birêz Ocalan hevdîtin red kiriye. Ji bo ku rewşê zelaltir bikin me gelek caran bi CPT’yê re hevdîtin kirin û rewş jê pirs kir. Ji bo ku CPT bikare raporan amade bike divê bi girtiyan re hevdîtinê bike. Heta ku hevdîtin çênebe jî nikare raporan amade bike. CPT’yê ji bo pirsên me got; ‘Me raporên xwe nivîsand û pêşkeş kir. Ev rapor tevek jî piştî hevdîtinên rû bi rû tên amadekirin.’” 
 
‘DERIYEKÊ KU ME SERÎ LÊ NEDAYÎ NEMA’
 
Bi domdarî Ozsoy anî ziman ku ji bo rastiya serdanê hîn bibin li Tirkiyeyê serî li her derî dane û wiha pê de çû: “Malbat û parêzer serlêdanan dikin. Parlamenter daxwaza edaletê dikin. Ji Ewropayê heta gelek deverên cuda yên cîhanê bi hezaran parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Konseya Ewropayê (KE) dikeve navberê û daxwazê dike. CPT tê û raporan amade dike lê li pêşberî me îktîdarek heye ku dibêje ‘Nuh’ lê nabêje ‘pêxember e.’”
 
‘BI MILYONAN KES MEREQA OCALAN DIKIN’
 
Di berdewamê de Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku divê rewşa tecrîda li Îmraliyê tenê ji hêla hiqûqî û teknîkî ve neyê destgirtin û ev nixandin kir: “Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin û dixwazin ji rewşa wî agahdar bin. Em qala şexsiyetekî siyasî dikin ku bi milyonan kes dibêjin ‘îradeya min e.’ Lewma bêdengiya saziyên cîhanê û Ewropayê rewşekî gelek kirêt e. Ya ji wê balkêştir jî ew e ku Meclisa Parlamenteran a KE’yê têkildarî rewşa li Îmraliyê biryar da. Di raporên şopandinê de biisrar got ku divê bi biryarên CPT’yê bê kirin. Tiştên ku Tirkiye dike ne li gorî qanûnên wê ne jî li gorî hiqûqa navneteweyî ne. Em di pêvajoyeke wisa awarte de ne ku polîsek, waliyek bi ser Makeqanûnê re tê dîtin. Lê ji bo ku tecrîd bi dawî bibe em ê biisrar li gel daxwaza rakirina tecrîdê bin.” 
 
‘DEWLETEKE KU DEREWAN DIKE’
 
Ozsoy, bi lêv kir ku heta pergala bêhiqûqiyê bidome dê deriyên Îmraliyê jî bi hincetên cuda her tim girtî bimînin û axaftina xwe wiha qedand: “Heke helwesta dewletê ya di meseleya kurd de neguhere, divê di vê mijarê de mirov li benda helwestekî cuda bimîne. Ev mijar di nava hev de pêş dikevin. Aqilê ku polîtîkaya tecrîdê dimeşîne, heman mantiq e ku pirsgirêka kurd bi şer difetisîne û hemû hewldanên aştiyê vala derdixîne. Cezayên disiplînê yên tên dayîn tenê hincetên domandina tecrîdê ne. Heta demekî hincetên ‘keştî xerabe ye’ û ‘rewşa hewa’ dihatin nîşandan. Lê êdî nekarîn van hincetan nîşan bidin. Li pêşberî me dewlet û rayedarên dewletê hene ku li nava çavê gel dinihêrin û bi eşkereyî derewan dikin. Niha jî dibêjin ‘sûcê disiplînê.’ Lê sedema wan cezayan ji parêzer û malbatan re nabêjin.  Li holê rewşeke keyfî heye. Ev mijar, sepaneke derhiqûqî ya hikûmetê ye ku bi çavsorî dijayetiya kurdan dike û heta qirikê di nava faşîzm û nîjadperestiyê de ye.” 
 
MA / Ozgur Paksoy 
 

Sernavên din

24/01/2023
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin