‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’

  • rojane
  • 10:30 21 Çile 2023
  • |
img
AMED - Hevserokên Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 1’an a Amedê Emîne Akşahîn û Zulkuf Guneş ên bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê, anîn ziman ku li dijî dayîna zimanê dayikê ya weke dersên bijarte ne û destnîşan kirin ku divê bi zimanê dayikê perwerdehî bê dayîn.
 
Tercîhên dersên bijarte yên di sala perwerdeyê ya 2023-2024’an de li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdehiyê bên dayîn di 2’yê çileyê de dest pê kirin û di 20’ê çileyê de bi dawî bûn. Bi pêvajoya tercîhêr re nîqaşa dayîna zimanê dayikê ya weke dersa bijarte jinûve destpêkir. Bi milyonan zarokên kurd ku zimanê wan ê dayikê zaravayên kurmancî û kirmançkî yên kurdî ne, “bi tirkî dest bi perwerdeya xwe kirin” û neçar man ku zimanê xwe yê dayikê bi hejmareke kêm a dersên bijarte di demeke sînordar de hilbijêrin.  Ev yek bû sedema bertekan. Par ji ber 3 mamosteyên kurdî tenê hatin tayînkirin û ji ber di hilbijartina dersên bijarte yên kurdî de “kêmasiya mamosteyan” hebû pol nehatin vekirin. Perwerdekar jî li dijî dayîna zimanê dayikê ya weke dersên bijarte ne û destnîşan kirin ku divê bi zimanê dayikê perwerdehî bê dayîn.
 
PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYÎKÊ 
 
Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen’ê yê Hejmara 1’an a Amedê Zulkuf Guneş diyar kir ku bi pêvajoya dersên bijarte re rêveberên dibistanan malbat û xwendekar arasteyî dersên olî kirin û anî ziman ku bikaranîna zimanê dayikê ya di hemû qadên cemaweriyê de diparêzin û ji bo vê têdikoşin. Guneş, bal kişand ku zimanê dayikê yên zarokên li herêma wan bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî ne û wiha got: “Ji xwe xwendekar li vê herêmê bi kurdî diaxivin ji ber vê yekê divê zimanê wan ne weke dersa bijarte divê wkee zimanê fermî û perwerdehiyê bê dîtin. Heke weke derseke bijarte bê hilbijartin, zarokên gelên ku bi vî zimanî nizanin dikarin van dersan hilbijêrin. Divê zarokên kurd ên li vê herêmê idjîn bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bigirin.”
 
‘TENÊ 80 MAMOSTE HENE’
 
Guneş da xuyakirin ku xwendekar ji ber polîtîkayên li hemberî kurdî di hilbijartina dersên bijarte yên kurdî de ji krîmînalîzekirinê ditirsin û anî ziman ku tevî nexwestina rêveberan a vekirina pola kurdî, kêmasiya materyalên ji bo hînbûnê û kêmbûna mamosteyan jî, xwendekaran li gelek dibistanan dersên bijarte yên kurdî hilbijartine, ev ders nehatiye dayîn. Guneş da zanîn ku her çend di ser rêziknameya qanûnî ya li ser dayîna dersên bijarte yên kurdî re 10 sal derbas bûne jî, zêdeyî 2 hezar mamosteyên kurd mezûn bûne, lê belê di vê serdemê de bi tenê 120 mamoste hatine wezîfedarkirin û ji ber ku ev ders nayê dayîn 40 mamosteyên hatine tayînkirin beşên xwe guhertine. Guneş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Îro li seranserê Tirkiyeyê 80 perwerdekar hene ku dê van kursan bidin. Mixabin daxwaz hebe jî karmendên perwerdehiyê tune ne ku vê daxwazê bi cih bînin.”
 
‘DESTHILAT DIXWAZE JI BO HILBIJARTINÊ BIKARBÎNE’
 
Guneş, da zanîn ku hikûmetê beriya niha ji bo xwegihandina hilbijêrên kurd dersa bijarte ya kurdî weke propagandaya hilbijartinê bi kar aniye û di rojên pêş de hilbijartinek heye û wiha domand: “Li pêşiya me hilbijartinek heye û me ev yek di hilbijartinên beriya niha de dît, hikûmet dixwaze weke propagandayeke hilbijartinê bi kar bîne. Ev kursên ku li dibistanan wek kursên bijarte tên dîtin, bi serdema 'pêvajoya çareseriyê' re hevrû ye ku desthilatdariya siyasî ya heyî pêvajoyeke qismî ya demokratîk dimeşîne. Pêdiviya heyî jî bi cih nehatiye. Têra xwe mamoste nehatin tayînkirin û materyal kêm in. Li pêşberî me hilbijartinek heye û hikûmet vê yekê weke propaganda hilbijartinê bi kar tîne. Em ê hem li dijî ferzkirina zimanê dayikê weke mijareke bijarte bisekinin, hem jî li dijî bikaranîna vê yekê weke propaganda hilbijartinê derkevin.”
 
Guneş bilêv kir ku weke hîndekar ew ê her tim di nava têkoşîna rêxistinên civaka sivîl de bin ku kurdî bikin zimanê perwerdehiyê, zimanê fermî.
 
Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’an a Amedê Emîne Akşahîn jî diyar kir ku her sal bi milyonan zarok ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in û da zanîn ku li Tirkiyeyê di salên avabûna Komarê de nêzî 30 ziman dihatin axaftin. 
 
MAFÊN WEKHEV
 
Akşahîn got ku zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê mezin dibin, dema dest bi dibistanê dikin divê zimanê xwe yê dayikê li derve bihêlin û ev yek di zarokan de dibe sedema travmayê û wiha got: “Em dixwazin bikevin pêşiya vê. Em dixwazin hemû mirov bibin xwedî mafên wekhev. Em dixwazin kurd, laz, ermen bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.” Akşahîn, bal kişand ser pirsgirêkên ku xwendekar bi pêvajoya perwerdehiyê re pê re rûbirû dimînin. 
 
DI HER QADÊ DE TÊKOŞÎNA ZIMANÊ DAYIKÊ 
 
Akşahîn, a bal kişand ser qedexekirina konser û şanoyên kurdî, bi bîr xist ku dem dem kurdî bi temamî hatiye qedekirin û ev tişt anîn ziman: “Parastina mafê perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê ya mirovan, ne tenê pirsgirêka sazî, partiyên siyasî û sendîkayan e. Pirsgirêka her mirovê demokrat û li nirxên mirovan objektîf dinêre ye. Pirsgirêka me hemûyan a hevpar e û gotûbehs pêşeroja zarokên me ye. Em ê di her qadê de têkoşîna zimanê dayikê bidin.”
 

Sernavên din

24/01/2023
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e