Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin

  • rojane
  • 09:41 20 Çile 2023
  • |
img
AMED - Rêveberiya Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê girtiyê edlî xistin qawîşa girtiyên siyasî. Li ser vê yekê 6 girtiyên siyasî nerazîbûn nîşan dan û ji ber xemsariya rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan hêj didome. 
 
Rêveberiya Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê girtiyê edlî yê bi navê Hanefî Şanda ku pirsgirêkên psîkoljîk ên giran dijî û 8 cureyên dermanên antîdepresanê bi kar tîne xist qawîşa girtiyên siyasî. Girtiyên siyasî dibêjin ku Şanda nikare hewcehiyên xwe yên şexsî bi cih bîne û zirarê dide girtiyên nexweş. Ji bo ku înfaza Şanda were sekinandin, li nexweşxaneyeke cuda were sewqkirin û li dijî xistina Şanda li qawîşa girtiyên siyasî, girtiyan di 10’ê çileyê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên bi navên Mahsun Sarp, Abuzer Doymaz, Mesut Yaşasin, Savaş Geçîrgen, Kendal Barut û Mehmet Siyaç Dînç di koma ewilî ya greva birçîbûnê de cih girtin.
 
SERGARDIYAN GEF XWAR 
 
Girtiyên ku xwe gihandin Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) dan zanîn ku tevî hemû nerazîbûnên wan jî rêveberiya girtîgehê Şanda ji qawîşa wan nebiriye û girtiyê bi navê Mahsun Sarp ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin. 
 
Rêveberiya MED TUHAD-FED’ê ku giliyên girtiyan li cih lêkolîn kir, tespît kir ku Şanda zirarê dide girtiyên li qawîşa wî dimînin. Girtiyên ku bi rêveberiya komeleyê re hevdîtin kirin ev tişt anîn ziman: “Girtiyê bi navê Hanefî Şanda di 10’ê çileya 2023’yan saet di 14.20’an de li qawîşa Mahsun Sarp û Ercan Adlim hate bicihkirin. Xwarinê naxwe û nizane biçe destavê û serê xwe naşo. Li qadên hevpar nikare bi girtiyan re lihev bike. Heta niha 20 ode guherandine. Ji bo ku Şanda bibin nexweşxaneyê yan jî înfaza wî were sekinandin daxwazên me çêbûn lê belê gotin; ‘Em nikarin vî bibin cihekî. Heke em vî bibin cem girtiyên din ên edlî dê rastî tecawizê bê.’ Bi vê sedemê daxwazên me red kirin. Di navbera girtiyên siyasî Mahsun Sarp û Ercan Adlim û rêveberiya girtîgehê de nîqaş çêbû. Li ser vê yekê komeke ku sergardiyan jî di nav de bûn gefa ‘em dewlet in û çi bixwazin hûn dê bi wê bikin’ xwarin.” 
 
20 DEQÎQEYAN HATE DERBKIRIN
 
Bi domdarî girtiyan ev agahî parve kirin: “Gardiyanan qederê 20 deqeyan Mahsun Sarp derb kirin. Girtiyê bi navê Ercan Adlim ê 69 salî jî bû şahid. Tîşortê Mahsun Sarp di nava xwînê de ma. Ji ber vê bûyerê jî her tim serê wî dizivire. Tenduristvanên li revîrê gotin; ‘Ez nizanim bê ka ev şop tê bi xwe çêkirine yan na.’ Bi vê yekê nehiştin Sarp biçe nexweşxaneyê. Sarp ku xebatkarên girtîgehê heqaret lê kirin, giliyê wan kir. Me bi Sarp re hevdîtin kir û got ku 24 saetan piştî derbkirinê birine revîrê û di her qonaxê de heqaret lê hatiye kirin, dema diçû dest avê xwîn ji cihê destava wî dihat, rexê rastê yê qirika wî sor bûye, zendika wî ya rastê sor bûye, lingê wî yê çepê reş û şîn bûye.” 
 
Her wiha ji bo ku Hanefî Şanda were tedawîkirin an jî înfaza wî were sekinandin, girtiyên siyasî ji Wezareta Dadê re daxwazname şandin. 
 

Sernavên din

24/01/2023
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e