Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bang "Hêviya xwe bi salnameyan ve girê nedin" li Tifaqa Cumhur kir û got: "Hûn têk biçin. Zêde nekevin pey lêgerîna salnameyên hilbijartinê. An di hilbijartinek zû an jî dereng de hûnê çem û çem biçin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan civîna koma partiya xwe ya Meclîsê li dar xist. Siyasetmedarên kurd Ahmet Turk û Sirri Sakik, Gulser Yildirim, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşîl, Seroka Sendîkaya Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Gonul Adibellî û rêveberên Hereketa Azadî û nûnerên gelek saziyên sivîl tev li komcivînê bûn. 
 
Bûldan bi bîr xist ku wan mitînga xwe ya destpêkê ya Tifaqa Ked û Azadiyê di 15’ê çile de li dar xistine û got: “Ez we bicoşa mitînga me ya Stenbolê silav dikim.”
 
BÎRANÎNA HRANT DÎNK 
 
Bûldan bi bîranîna salvegera 16’emîn a qetilkirina rojnamevanê ermen Hrant Dînk dest bi axaftina xwe kir û got: “Apharingê hêja, me kene te ji bîra nekiriye. Me wê xeyala te ya welatek azad û aştiyane ji bîr nekiriye. Helbet me wan hêzên tarî ku te ji nava me qetandin jî ji bîr nekiriye. Me yên ku kujeran diparêzin, rê li ber komkujiyan vedikin hîç ji bîra nekir û em ê nedin jibîrkirin. Bila ew kujer û berpirsiyarê qetlîman û cînayetan baş bizanibin ku wê rojek hesab ji wan bê xwestin û wê ev welat bi pêvajoya edaletê û hevrûbûnê re rûbirû bibe. Wê tu tiştek, tu cinayet û tu komkujî di tariyê de nemîne. Helbet ji bo ev tarî bi dawî bibe û ev welat derkeve rojên ronahî hindik ma. Teqez em ê aştiyê, hezkirinê, demokrasiyê ûazadiyê bînin ser vê axê.” 
 
MITÎNGA TIFAQA KED Û AZADIYÊ 
 
Bûldan diyar kir ku wan mitînga Stenbolê ya Tifaqa Ked û Azadiyê bocoş li dar xistiye û wiha got: “Me hemûyan bi hev re got; ji şer, feqîrî, kedxwarî, tecrîd û bêedaletiyê re na. Ji bo em vî welatî radestî tarîtiyê nekin, me li wê qadê soz da gelê xwe. Em hatin ba hev ku em dikarin vî welatî radestî tarîtiyê nekin. Ji bo em bi ked û azadiyê guhertinê pêk bînin, me yekitiya sozdayînê çêkir û hêza yekitiyê ava kir. Me li mitîngê jî got û em li vir jî dibêjin, ev hê destpêk e. Em mezintir dibin, bihêztir dibin û em bi girseyîtir tên. Em wek ked, azadiyê tên. Em ji bo sozdayîna bihêz a ji bo siberojê tên. Ev hevgirtin ango hevkariya siberojên azad e. Ev hevgirtin û birydardarî ya em vî welatî ji tarîtiya îktidara AKP-MHP’ê rizgar bikin e. Me ji destpêkê ve digot, ji bo em bi ser bikevin û destkeftiyan bi dest bixin derketine rê. Em îro heman tiştî dîsa dibêjin. Em ê teqez fînala mezin û serkeftina mezin ji gelê xwe re bînin. Bi taybetî ez dixwazim vê destnîşan bikim; bloka AKP-MHP’ê bi doza girtina partiya me, desteserkirina alîkariya xezîneyê û bi taybetî ji bo di pêvajoya hilbijartinê de rewşek nediyar biafirîne çi ji destê wê tê dike.” 
 
‘DIXWAZIN KU BÊ HDP HILBIJARTI PÊK WERE’ 
 
Daxuyaniya Bûldan wiha ye: 
 
“Em dibînin dikin ku hilbijartinek bê HDP’ê pêk were. Dixwazin vê gote gotê di nava xelkê me de belav bikin. Ez li vir pir eşkere dibêjim, hemû hewldanên wê vikûvala ne. Hem ji bo HDP hem jî ji bo gelê me tu rewşek ku nediyar be nîne û wê nebe jî. Divê xelkê me xwe li sariyê daneyne û bêhêvî nebe. 
 
EM Ê WE DI SINDOQÊ DE TÊK BIBIN 
 
Armanca HDP’ê û gelê me ew e ku em demildest vê pergala îktidarê biguherînin û wan têk bibin. Rojeva HDP’ê tenê HDP û gelê me dikare diyar bike. Armanca têkoşîna me ew e ku em vî welatî ji hemû tegezariyan rizgar bikin û siberojek aram û demokratîk ava bikin. Kes wê nikaribe vê rojevê bitguherîne. Her tiştê me zelal û eşkere ye. Em ê we di sindoqan de têk bibin. Nokte. Ewqas! Em ê dost û tifaqên xwe mezin bikin û em ê li ser rêya armancên xwe bimeşin. Hêviya me wek kenê zarokekî zindî ye, kolanên me zindewar in û ciwan dinamik in. Berxwedana bi heybet a jinan wêrek û zelal e. 
 
HDP WÊ HILBIJARTINÊ DIYAR BIKE 
 
A rast AKP-MHP nizanin çi bikin, ketine nava hilepitkê. Rewşa wan pir zelal e. Ji bo îktidarê rewşek aloz ango nediyar nîne. Çimkî wê winda bikin û wê têk biçin. Lê em soz didin gelê xwe ku em ê bi wan bidin windakirin û wan têk bibin. Tifaqa Ked û Azadiyê wê vê pergalê biguherîne. Wisa hêviya xwe bi wê fermana girtinê ku we daye ve girê nedin. Qet nekivin wê xeyala ku wê hilbijartin bê HDP’ê pêk bê. Hêza diyarkirina hilbijartinê helbet HDP ye. Helbet Tifaqa Ked û Azadiyê ye. 
 
HÊ JÎ DI SENDROMA 7’Ê HEZÎRANÊ DE NE 
 
Niha hûn dizanin, îktidar ketiye pey salnameya hilbijartinê û li dîroka wê digere. Her tim her tiştî bixweşî nîşan didin. Ji roja ku wê têk herin ji vekişandina wê ditirsin. Helbet ji bo wan hilbijartinek zor e. Çimk î ji Hezîranê ditirsin. Çimkî hê jî di sendroma 7’ê Hezîranê de ne. Tifaqa AKP-MHP’ê ku di xwaze xwe li nîsan û gulanê bigire diçe û tê. Ez ji we re bêjim dîroka ku hûnê herin û êdî neyên. Teqez tûra duyemîn a vê hilbijartinê di hezîranê de ye. Ez bi taybetî dixwazim diyar bikim ku hûn nikaribin ji Hezîranê birevin. 
 
HÊVIYA XWE BI SALNAMEYAN VE GIRÊ NEDIN 
 
Ez ji we re dibêjim hêviya xwe bi salnameyan ve girê nedin. Rojek ku wê rizgar bike jî nîne. Ya hûnê di hilbijartinek di dema xwe de pêk were winda bikin an jî hûnê di salnameyek hildin pêş de çem û çem, av û av biçin. Hemû rê çûna we nîşan didin. Em di pêvajoyek ku her tişt qedexe ye û demorkasî, aştî, azadî, hiqûq û edalet nîne de diçin hilbijartinê. Her cure mafên mirovan û jinan hatine binpêkirin û desteserkirin. Li her deverê keda mirovan tê xwarin û li ser erdnîgariya me talana mezin a xwezayê pêk tê. Em atomosferek wiha de diçin hilbijartinê. 
 
BÊHIQÛQIYÊ JI TECRÎDA ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR 
 
Pêvajoya ku Tirkiye xistiye nava van şert û mercên giran, bi pergala tecrîdê ya zîhniyeta AKP-MHP’ê dest pê kir. Em hemû dizanin ku destpêka rejîma bêhiqûqî ya ku welat dorpêç kiriye, bi tecrîda Îmraliyê hatiye dayîn. Bi îzolasyonê dest bi nîzama hiqûqî ya rawestandî kirin, pergalek ku tê de hemû pîvanên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî nayên tetbîqkirin. Pergala tecrîdê ya li ser birêz Ocalan hatiye pêşxistin pêl bi pêl li tevahiya welat belav kirin. Derdora tecrîda siyasî li hemû raya giştî ya demokratîk, bi taybetî partiya me û hêzên demokrasiyê dirêj kirin. Dema ku me ji destpêkê ve bal dikişand ser tecrîdê, em rastî van rojan dihatin. Me got rejîma bêhiqûqî û zilmê wê her kesî dorpêç bike. Me got her pirsgirêkek bê çareserî û înkarkirin dê bi bedelên giran vegere vî welatî. Îro di qonaxa em gihîştinê de tam jî vê tarîtiyê vedibêje. Mînaka dawî ya vê yekê jî em careke din ku dixwazin peyamên hêja Selahattîn Demîrtaş asteng bikin û ku peyamên wî negihîjin raya giştî. 
 
EM LI BER TECRÎDÊ RABIN 
 
Ji wan ve ye ku wê hêja Demîrtaş bêdeng bikin. Demîrtaş bi milyonan kes e û hûn nikarin bi milyonan kes bêdeng bikin. Hûn nikarin dengê gel qut bikin. Hûn nikarin siyasetmedarek ku di nava dilê bi milyonan gelê xwe de cih girtiye, bi tecrîdê, zextan û qedexayan asteng bikin. Lewma ez carek  in ji vê dere gazî dikim; werin em hemû bi hev re li dijî polîtîkaya tecrîdê ya îktidarê îtîraz bikin û bi hev re li ber tecrîdê rabin Em hêrsa xwe bêtir bikin da ku ev tecrîda girankirî rabe. Em pêşî li bêhiqûqî û bêedaletiyê bigirin. Îktidar dixwaze bi zextan, tecrîdê û şer kampanya xwe ya hilbijartinê bi rê ve bibe. Em sînyala vê yekê ji daxuyaniyên wan dibînin. 
 
EM Ê MIZGÎNIYA NAMZETÊ/A XWE BIDIN WE 
 
Wek ku me berê jî eşkere kiribû, em ê bi namzetê/namzeta xwe bikevin hilbijartinê. Em ê di demek kin de namzetê/namzeta xwe ya Serokkomariyê ji raya giştî re eşkere bikin û mizgîniyekî bidin gelên xwe. Ez carek din destnîşan dikim ku em ê bi nazmetek ku mafên jinan, mafên gelan, mafên hemû nasname, reng, ziman û çandan, mafê kedê û azadiyan biparêze biçin hilbijartinê. Em li her qadê hene, em li qada têkoşînê li qada berxwedan û li qada hilbijartinê hene. Em li qada siyasetê hene û em ji bo pêşbaziyê jî hene. Em di serokkomartiyê de jî hene. Ji bo em vî welatî bi şiklek demokratîk bi rê ve bibin, helbet ew îdia me jî heye. Em bi têkoşîn û hêza gelê xwe li ser pêya ne û em bi vê hêzê derî li serdemek nû vekin. Bawer bikin dem dema Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Dem dema tifaqa kurdan e. Dem dema dema tifaqa ciwan û jinan e. Dem dema fikr û ramanê HDP’ê ye. 
 
 
 

Sernavên din

17/01/2023
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket