Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da

  • rojane
  • 12:04 17 Çile 2023
  • |
img
 
AMED - Dadgeha Îstînafê ji bo polîsê bi navê Yakup Şenocak ku Kemal Kurkut qetil kiribû biryara “cihê cezakirinê nîne” dabû. 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî li gorî biryara Dadgeha Îstînafê tevgeriya û ji bo Şenocak biryara “cihê cezakirinê nîne” da. 
 
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di pîrozbahiyên Newroza Amedê ya sala 2017’an de hatibû qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Kurkut derheqê polîsê bi navê Yakup Şenocak de bi sedema “Kuştina qesdî” doz hatibû vekirin. Lê belê ji bo Şenocak biryara beraetê hatibû dayîn. Piştî ku biryar ji hêla Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê ve hat betalkirin, dîsa biryara darizandinê hatibû dayîn. Dadgeha Îstînafê ji bo bûyerê, nirxandina “Di kuştina Kurkut de şert û mercên bikaranîna çekê çêbûne” kiribû. Bi vê yekê re biryara beraetê ya ji bo Şenocak betal kir û biryara “Cihê cezakirinê nîne” da. Piştî vê biryara Dadgeha Îstînafê, Şenocak dîsa hate darizandin û biryara “Cihê cezakirinê nîne” hate dayîn. 
 
Danişîna biryarê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Polîsê bersûc û birayê Kurkut bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Parêzerên malbata Kurkut, Serdar Çelebî û Mehmet Emîn Aktar û parêzerê bersûc Ahmet Firat jî di danişînê de amade bûn. 
 
'BERSÛCÊ XELET TÊ DARIZANDIN’ 
 
Dozger di navbera rûniştinê de xwest ku şandeya dadgehê di çarçoveya biryara Dadgeha Îstînafê ya “Cihê cezakirinê nîne” de tevbigere. Polîsê bersûc Yakup Şenocak tawanên heyî red kir û wiha got: “Bersûcê xelet tê darizandin. Heke lêpirsîna dosyayê bi rast û dirûst bihata kirin dê bersûcên rasteqîn derketibûna holê.” 
 
DOZGER XWEST KU LI GORÎ BIRYARÊ TEVBIGERE
 
Dozger, ji şandeya dadgehê xwest ku li gorî biryara Dadgeha Îstînafê tevbigere û biryara “Cihê cezakirinê nîne” bide. Her wiha parêzerê bersûc jî got ku di rapora kesê pispor a ewil de hatibû tespîtkirin ku guleya ku Kurkut pê hatiye kuştin ne ji çeka miwekîlê wî lê ji çekeke din hatiye avêtin. Bi domdarî jî parêzerê bersûc diyar kir ku piştî dosya ji Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê re hatiye şandin, rewş guherî ye. Parêzerê bersûc jî heman daxwaza dozger kir. 
 
Birayê Kemal Kurkut, Cîhan Kurkut jî xwest ku edalet pêk bê û wiha got: “Pir eşkere ye bê ka delîlên di dosyayê de û wêneyên bûyerê çawa derketin holê. Ez dixwazim ku bersûc were cezakirin.” 
 
'DIXWAZIN DOSYAYÊ BI NECEZAKIRINÊ BIGIRIN’
 
Parêzerê malbata Kurkut, Serdar Çelebî jî diyar kir ku dosya yek ji dosyayên necezakirinê ye û wiha got: “Yek ji wan darizandinan e ku faîl polîs û kuştî kurd e. Me dixwest ku faîl were tespîtkirin û darizandin. Lê ji destpêkê ve hemû daxwazên me hatin redkirin. Di dozeke wiha de çawa daxwaza keşfê tê redkirin? Ez îdia dikim ku ji ber keşf nehat kirin, yek ji endamên şandeyê cihê bersûc û kuştî nizane. Polîsê herî nêzî kuştî, polîs Onur Mete ye ku dibêje; ‘min gotina kuştî ya ku dibêje ez ê xwe biteqînim nebihîstiye.’ Lê yên li dûr disekinin dibêjin; ‘me bihîstiye.’ Ji destpêkê heta niha piştî daxuyaniya walî ya bombeya zindî, armanc ew e ku dosya bi necezakirinê were girtin.” 
 
'GULEYA VEDIPEŞE ÇAWA JI JOR VE LÊ DIKEVE?’ 
 
Bi domdarî Çelebî ev tişt anî ziman: “Di rapora Buroya Krîmînal a Neteweyî de tê gotin ku bersûc raste rast Kurkut hedef girtiye û gule berdane. Bêyî ku îtîrazek çêbibe, bi biryareke navberê ya dadgehê re daxwaza jinûve çêkirina raporê hate kirin. Di rapora duyemîn a Buroya Krîmînal a Neteweyî de gotinên tam berevajî vê hatine nivîsandin. Di rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) de tê gotin ku guleya rê li ber mirina Kurkut vekirî ji jor hatiye. Erê baş e guleya ji erdê vedipeşe çawa ji jor ve dikev laş de? Her wiha Dadgeha Îstînafê biryara beraetê betal kir. Pir eşkere ye bê ka mafê jiyanê di kîjan rewşan de tê binpêkirin. Heke rewşeke parastina rewa, hewldaneke li dijî girtinê hebe yan jî serhildan û rewşeke awarte hebe dibe. Lê tu rewşeke ku mafê jiyanê were binpêkirin derneketiye holê. Di doza li Dadgeha Îdareyê de mufetîşên milkiyeyê rapor amadekirin û gotin; ‘mercên bikaranîna çekê çênebûbûn’ û ‘amiran fermana guleberdanê nedabûn.’ Her wiha di raporê de wiha tê gotin; ‘... heke gef xwaribe jî mercên ku vê gefa xwe pêk bîne tune bûn. Hatiye tespîtkirin ku rêbaza bikaranîna çekê nayê qebûlkirin.’ Bersûc bi zanebûn ev cînayet kir. Divê bi sedema kuştina qesdî were cezakirin û bê girtin.” 
 
'DAYIKA WÎ TEV LI DANIŞÎNAN NEBÛ’
 
Ji parêzerên malbata Kurkut, Mehmet Emîn Aktar jî di danişînê de wiha got: “Yek ji mînakên polîtîkaya necezakirinê ye. Ev dosya ne dosyaya ewil e û ne jî dê bibe ya dawî. Di raporên dosyayê de eşkere ye ku cînayet ji hêla bersûc ve hatiye kirin. Zêdetirî 20 polîsên nêz ên li cihê bûyerê guleyan ber didin hewa lê bersûc raste rast kuştî hedef digire û guleyan ber dide. Dikariyan bêyî bikaranîna çekan, kuştî bêbandor bikin. Em hêj nizanin bê ka çima daxwaza keşfê hate redkirin. Li şûna ku îro biryarê bide, diviya bû dadgehê biryara keşfê dabûya. Piştî biryara beraetê ya ewil, êdî dayika kuştî nehat danişînan. Ji ber ku baweriya wê ya bi edaletê nema. Di raporên mifetîşên milkiyeyê de tê gotin ku amiran fermana guleberdanê neda ye. Bersûc bi van fermanan nekir. Ez dixwazim ku bersûc bi sedema kuştina qesdî were cezakirin û girtin.” 
 
BIRYARA ‘CIHÊ CEZAKIRINÊ NÎNE’
 
Dadgehê got ku ji bo bikaranîna çekê şert û mercên qanûnî çêbûne û biryara “Cihê cezakirinê nîne” da. 
 

Sernavên din

17/01/2023
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin