Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin

  • rojane
  • 10:16 17 Çile 2023
  • |
img
STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zêdetirî 21 meh in agahî jê nayên girtin, li CPT’yê serlêdaneke nû kirin û jê xwestin ku tavilê rapora xwe ya têkildarî serdana dawî eşkere bike. 
  
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û ev 24 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim zêdetirî 21 meh in agahî nayên girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî miwekîlên xwe, ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) serlêdaneke nû kirin. Di serlêdanê de ji CPT’yê hat xwestin ku rapora xwe ya têkildarî serdana 20-29’ê îlonê bi raya giştî re parve bike. 
  
'INCOMMUNİCADO' GIRANTIR BÛ
 
Di serlêdanê de hat gotin ku mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran re, name û ragihandinê tên binpêkirin. Di serdanê de her wiha hat destnîşankirin ku mafên parastin û darizandina adilane jî tên astengkirin. Bi domdarî hat diyarkirin ku mafên navborî bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMM) hatine mîsogerkirin û wiha hat gotin: “Rewşa ‘Incommunicado’ (agahî negirtin) hêj girantir bûye. Di nava 3 mehên dawî de bi awayekî rêk û pêk ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê serlêdan hatin kirin. Parêzeran 32 caran û malbatan jî 14 caran serî li her du saziyan dan. Lê ev serlêdan bêbersiv hatin hiştin.” 
 
Di berdewamê de wiha hat gotin: “Di serî de saziyên Ewropayê, ji 22 welatên cuda 350 parêzeran di 14’ê îlonê de, di 19’ê îlonê de jî ji Rojhilata Navîn 756 parêzeran serî li Wezareta Dadê dan lê ev serlêdan nehatin bersivandin. Aqûbeta nameyên di demên berê de ji serlêderan re hatine şandin nayê zanîn. Her wiha nayê zanîn bê ka nameya nû ya di 27’ê îlona 2022’yan di dema vê raporê de hatiye şandin gihiştiye binecihiyê yan na.” 
 
PÎVAN TÊN BINPÊKIRIN
 
Bi domdarî cezayên disiplînê yên di mehên gulan, îlon û çileyê de hatin bibîrxistin û ev tişt hatin parvekirin: “Sedema qedexeyan ji me re nehat ragihandin. Piştî ku dema îtîrazê bi dawî bû, bersiva parêzeran hate dayîn. Bi vê rêbazê re bi zanebûn parêzerên serlêdêr li derveyî pêvajoyên lêpirsîn, darizandin û biryarê hatin hiştin. Bi vê yekê re girtiyên ku bi cezayê disiplînê tên tawanbarkirin, ji benda 59’emîn a Bendên Girtîgehan a Ewropayê ku dibêje ‘girtî divê bikare xwe bi rêya cîgirê xwe yê qanûnî biparêze’ bêpar hatine hiştin û ev bend bi awayeke fiîlî hatiye bêbandorkirin.” 
  
'GUH NADIN PÊŞNIYARAN’ 
 
Di berdewamiya serlêdanê de wiha hate gotin: “Dadgeh bêyî ku hincetekî nîşan bidin, îtîrazên li dijî cezayên disiplînê tên kirin bi lez û bez red dikin. Di rapora komîteyê ya sala 2020’an de ji bo cezayên disiplînê yên ku hevdîtinên bi malbatan re asteng dikin tê gotin ku ‘derhiqûqî ne.’ Biryarên dadgeriya înfazê û yên dadgehên cezayên giran ên êdî mekanîk û otomatîk bûn naguherîne. Bi vê yekê re eşkere dibe ku ev biryar biryarên polîtîk in, derhiqûqî ne û bêyî ku usûl esas bê girtin ji berê ve hatine dayîn. Bêyî ku şert û mercên qanûnî yên ji bo girtina girtekên di dema hevdîtinên ku nehatine kirin de çêbibin, biryara qedexeyê hatiye dayîn. Ev biryarên qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re ku hem ji hêla madî hem jî qanûnê ve tu bingeha wan nîne û her 6 mehan carekê tên nûkirin, sepaneke derhiqûqî û keyfî ye. Divê were bibîrxistin ku di rapora Komîteya we ya di sala 2013’an de tê gotin ku astengkirina hevdîtinên bi parêzeran re ku ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve didome, hem li dijî mewzûata hundirîn û hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ya. Her wiha tê tespîtkirin ku biryareke polîtîk e. Di raporê de dihat gotin ku ev rewş nayê qebûlkirin û pêşniyar dihat kirin ku divê hevdîtinên bi parêzeran re bikevin nava sepanê. Lê belê ji wê dîrokê heta niha di helwesta rayedaran û dadgehan de tu guhertin çênebûn. 
 
NEÇARÎ YE
 
Komîteya we têkildarî serdana xwe ya dawî tu daxuyanî û rapor parve nekirin. Her wiha tevî peywendiyên hatine danîn jî tu nêrîn parve nekirin. Divê komîteya we rapora xwe ya têkildarî serdana dawî tavilê bi raya giştî re parve bike. Ev yek hem neçariyeke hem jî dema rewşa incommunicado tê destgirtin, rewşeke mecbûrî ye. Weke ku di raporên komîteya we de jî hatiye tespîtkirin, rewşa ‘Incommunicado’ dema kesên li hundir bi tu awayî nekarîn bi derve re peywendiyan deynin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bikin derdikeve holê. Nayê fêmkirin bê ka komîteya we çima prosedûrên Xala 10/2. a CPT’yê ku ji bo pêşîlêgirtina rewşa ‘incommunicado’ tê bikaranîn, naxe meriyetê. Ev yek jî li ser helwesta komîteya we gumanên mezin çêdike. Serdana we ya dawî rewşeke wisa ava kir ku dewleta Tirkiyeyê, hikûmet, otorîteyên cemaweriyê û dadgeh we cidî nagirin û serdana we tenê formalîte ne. 
  
Bi serdana dawî re dewlet, rayedarên hikûmetê û dadgehan li nava çavê komîteya we nihêrtiye û ev peyam daye we; ‘Tu qîmeta serdanên we yên rûtin, rapor, tespît û pêşniyarên we ji bo me nînin. Em çawa bixwazin dê wisa tevbigerin.’ Êdî dem hatiye ku bersiveke xurt bidin vê helwesta derhiqûqî, dermirovî û bêcidiyet û keyfî.” 
 
DAXWAZ
 
Di berdewamiya serlêdanê de ev daxwaz hatin rêzkirin: 
 
“* Divê komîteya we rapor û tespîtên xwe yên têkildarî serdana dawî ‘tavilê’ bi raya giştî re parve bike. 
 
* Ji bo ku parêzer bikarin hevdîtinan bikin û ev hevdîtin domdar bin, hewceye hûn rê li ber biryarên derhiqûqî yên bi rêya dadgehan tên dayîn, bigirin. 
 
* Ji bo ku malbat û vasî bikarin hevdîtinan bikin û ev hevdîtin domdar bin, divê hûn tiştên pêwîst bikin ku rê li ber cezayên disiplînê yên derhiqûqî were girtin. 
 
* Li gel bicihanîna mafê serdanê, her wiha divê serlêdêr bikarin mafê xwe yên hevdîtina li ser telefonê jî bi kar bînin û hûn bingeha vê amade bikin.
 
* Ji bo ku girtî bikarin bi derve û parêzerên xwe re bi rêya name, telgraf û faksê peywendiyan deynin, hewceye hûn bikin ku hemû astengî werin rakirin. 
 
* Divê sepanên derhiqûqî yên ji bo qedexekirina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibin. 
 
* Divê tevdîrên didin zorê ku rewşa îşkence, miameleya dermirovî û nebaş û incommunicadoyê bi dawî bibe werin girtin û prosedûrên di çarçoveya Xala 10/2. a Peymanê karîger bibin.”
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

17/01/2023
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin