Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!

  • rojane
  • 09:10 17 Çile 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Li Şirnexê beriya hilbijartinê hîmê nexweşxaneya ku bi salan e nayê çêkirin, hat avêtin. Rêveberê SES a Şaxa Şirnexê Mûrat Ozbey diyar kir ku desthilat çêkirina nexweşxaneyê veguherandiye rantê.

 
Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku desthilata AKP'ê beriya her hilbijartinê wê dike rojev, piştî 4 salan temelê wê hat avêtin. Projeya nexweşxaneya dewletê ya 500 nivînî ku di 18'ê Sibata 2019'an de di nava bernameya veberhênanê ya Cizîrê de hatibû diyarkirin û di Rojnameya Fermî de hatibû belavkirin, piştî ku AKP'ê Şaredariya Şirnexê bi dest xist, cihê wê ji gundê Tilêla yê Cizîrê derbasî gundê Avga Masiya ya navendê kir. Tê gotin ku sedema guherandina cihê nexweşxaneyê ku li devera kanên komirê hatiye diyarkirin, “ranta siyasî” ye. Îhaleya projeya nexweşxaneyê ku ewilî ji bo ku li Cizîrê bê çêkirin biryar hatibû dayîn û piştre û biryar hatibû guherandin ku li gundê Avgamasiya yê Şirnexê bê çêkirin, di 10'ê Gulana 2022'an de hat çêkirin û wekî 750 mîlyon TL hatibû diyarkirin. Lê ji ber "ferqa pereyî" ya wê demê îhale hatibû betalkirin. Di 28'ê Tîrmeha 2022'yan de îhaleya Nexweşxaneya Bajêr a Şirnexê ku îhaleya duyemîn ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatibû kirin, bi bihayê milyar û 498 milyon û 028 TL hatibû diyarkirin. Hîmê nexweşxaneyê beriya hilbijartina bê ku tê payin di Hezîrana 2023'yan de çêbibe, hat avêtin. 
 
Nexweşxaneya ku hîmê wê di 4'ê Çileyê de hat avêtin, ji ber cihê ku lê tê çêkirin bû cihê bertekan. Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Şaxa Şirnexê Mûrat Ozey, diyar kir ku ji sala 2018'an û vir ve beriya her hilbijartinê nexweşxane wekî amûreke siyasî tê bikaranîn û got ku ev proje, projeya rantê ye.
 
'DI HER HILBIJARTINÊ DE DIKIN AMÛR' 
 
Ozbey anî ziman ku her ku hilbijartin nêz dibe avakirina nexweşxaneyê jî wekî amûreke siyasetê tê bikaranîn û got: "4 sal beriya niha ji aliyê rayedarên hikûmetê û Serokkomar ve ji bo avakirina nexweşxaneya dewletê ya 500 nivînî soz hat dayin. Lê piştî 4 salan, hê îsal beriya hilbijartinê prosedurên bingehîn hatin çêkirin. Helbet li ser cihê ku nexweşxane lê bê çêkirin nîqaşên cidî hatin kirin. Dû re nîqaş li ser wê yekê hat kirin ku dê kengî bê avakirin û hîmê wê kengî bê avêtin. Nêzî salek berê jî pêvajoya îhaleyê çêbû. Lê hat betalkirin. Der barê betalkirina îhaleyê de agahiyên berfireh nehatin dayîn. Dema em li vê pêvajoya dinêrin, hin gumanên me hene ku di hilbijartinan de veguherî malzemeyeke siyasî. Piştî demeke dûr û dirêj, berî hilbijartinan dîsa hîmê wê hat avêtin. Ew tenê hewl didin ku vê projeyê vehuherînin amûreke siyasî." 
 
'TENDÛRISTÎ KIRIN AMÛRÊ SIYASETÊ'
 
Ozbey da zanîn ku cihê ku nexweşxane lê tê çêkirin ne guncav e û got: “Der barê cihê ku nexweşxane lê tê çêkirin de fikarên me hene. Ya yekem ew e ku cihê ku nexweşxane lê tê çêkirin ji bajêr dûr e. Her wiha çûyin û hatina wir zehmet e. Dîsa nexweşxane li quntarên Cûdî ye ku qada kanên komirê ye. Me berê jî behs kiribû ku bermayiyên ji kanên komirê bêhemdî tên avêtin li wir hene. Em dibînin ku nexweşxane li ser bermayiyên kanên komirê tê çêkirin. Cihê ku ji nexweşxaneyê re hatiye veqetandin nêzî kanên komirê ye. Em bi zelalî dibînin ku di hilbijartina vî cihî de rantek heye. Çêkirina li vir derî mantiqê ye, ji lew re li vir kanên komirê hene û komir tê derxistin. Heger di çêkirina nexweşxaneyê de dilsoz bin, dikarin cihekî guncavtir hilbijêrin. Di encamê de, em dizanin û dibînin ku di vê projeyê de berjwendiyên wan hene. Ger armanca we ya rastîn peydakirina hewcedariyên tenduristiyê yên gel bin, li şûna çêkirina nexweşxaneyên mezin derfetên tenduristiyê yên heyî baştir bikin. Divê gelê me bizanibe ku xizmeta tenduristiyê bi vî rengî nayê kirin. Tenduristiya civakê pîroz e. Em ne li dijî çêkirina nexweşxaneyê ne. Lê heke armanca wan tendûristiya civakê be, bila şert û mercên heyî werin başkirin û faktorên ku bandoreke neyînî li tenduristiya gelemperî dikin ji holê werin rakirin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

17/01/2023
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket