Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû

  • rojane
  • 19:06 15 Çile 2023
  • |
img

AMED - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek ê di panela bi navê “Li girtîgehan binpêkirina mafan, tecrîd û mafê xwegihandina tenduristiyê” de axivî, wiha got: “Bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ji Îmraliyê dest pê dike û li tevahiya welat belav dibe.”

Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi mijara “Li girtîgehan binpêkirina mafan, tecrîd û mafê xwe gihandina tenduristiyê” panelek lidarxist. Moderatoriya panela ku li oteleke navçeya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin, Esra Perçîn kir. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, endamê Desteya Odeya Bijîşkan a Amedê Firat Akengîn û Hevserokê berê yê Şaxa SES'a Amedê Recep Orûç weke panelîst beşdarî panelê bûn û her yekê mijarek pêşkeş kirin. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl di panele de cih girtin. 
 
‘RAPORÊN ATK’Ê NE OBJEKTÎF IN’
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, destnîşan kir ku rola diyarker a Saziya Tiba Edlî (ATK) ku di vî warî de xwedî îmajeke neyînî ye û anî ziman ku ATK saziyeke pispor e û ne serbixwe ye. Eren, bi lêv kir ku ji ber budçeya ATK’ê ji aliyê Wezareta Dadê ve tê dayîn, taybetmendiya xwe ya ‘saziyeke serbixwe’ winda kiriye û wiha got: “Ji ber vê yekê me bawer nekir ku raporên ATK dide objektîf û bêalî ne û hêj jî em bawer nakin.”
 
Eren, diyar kir ku rapora ATK’ê ya nikare di girtîgehê de bimîne bi tena serê xwe tere nake û wiha berdewam kir: “ATK biryareke bi vî rengî bide jî wê bi tena serê xwe têre neke. Tê gotin ku divê ev kes kesekî wisa be ku li ser ewlehiya civakê xetereyê çêneke. Lê bifikirin ku hûn wî ji ber nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne wî berdidin, cezayê wî taloq dikin lê di heman demê de divê ji bo civakê xetere nebe. Dibe ku du pîvanên bi vî rengî li kêleka hev bin? Lê belê ya ku em niha fêm dikin ew e ku qanûna 'ji bo rojên xwe yên dawî li girtîgehê derbas neke ji bo nemire' bi cih tê anîn. Di dema pêwîst de jî ev bi cih nayê anîn. Ji bo civakê xetere tê gotin, nikare xwe bi tena serê xwe bidomîne, lê ev çi nakokiyek e ku ji bo derketina derve wê bibe xeteriyek? Li vir dîsa sûcê ku ji bo wî hatiye înfazkirin tê lêkolînkirin. Divê êdî ATK ji vê avaniya girêdayî xwe rizgar bike.”
 
‘JI AZADIYA XWE BÊPAR TÊ HIŞTIN’ 
 
Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî diyar kir ku rejîma înfaza ceza ya li Tirkiyeyê ne însanî ye, ne li gorî rûmeta mirovan e û wiha got: “Li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan tên hînkirin û ji ber ku li girtîgehan polîtîkaya bêcezahiştinê heye ji ber van binpêkirina mafan tu tedbîr nayên girtin. Girtî bi binpêkirina mafê jiyanê û mafê ragihandinê yê ku dîtine re rû bi rû ne.” 
 
‘BILA CIVAK QEBÛL NEKE’
 
Çevîrmen, anî ziman ku şûna ku girtiyên nexweş bên berdan, weke çareserî xizmeta tenduristiyê hate hêsankirin û ew sewqî Girtîgehên Tîpên R hatine kirin û destnîşan kir ku 3 Girtîgehên Tîpên R hene û ji ber hejmara zêde ya girtiyên nexweş pêdivî bi cih neanî. Çevîrmen, bi bîr xist ku ev girtîgeh li Metrîs, Menemen û Xarpêtê ne û wiha berdewam kir: “Li van girtîgehan dixwazin bikin ku girtiyên nexweş baş xuya bikin, lê rewş ne bi vî rengî ye. Girtiyên nexweş ên giran ji bo sê kesan li hundir tên ragirtin û neçar in li hev xwedî derkevin. Her wiha li wir binpêkirinên pir giran ên tenduristiyê hene.”
 
‘POLÎTÎKAYÊN GIRTÎGEHAN LI ÎMRALIYÊ TÊN AMADEKIRIN’
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî destnîşan kir ku polîtîkayên girtîgehan li Îmraliyê tên amadekirin û belavî hemû girtîgehan bûne û wiha got: “Operasyonên li derveyî sînorên Tirkiyeyê tên birêvibirin, berdewama tecrîdê ne. Bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ji Îmraliyê dest pê dike û li tevahiya welat belav dibe.”
 
‘GIRTÎBÛN XWE GIHANDINA TENDURISTIYÊ ASTENG NAKE’
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Amedê Firat Akengîn diyar kir ku girtin bi xwe pirsgirêka tenduristiyê ye û got ku bê azadî ne mimkun e mirov bi tendurist be. Akengîn, da xuyakirin ku di tevahiya dîrokê de girtîgeh bûne cihên pirsgirêkên tenduristiyê û hem mafê jiyanê hem jî yê tenduristiyê yê girtiyan berpirsyariya dewletan e û anî ziman ku mafê xwegihandina tenduristiyê rêbazeke cezakirinê ye. Akengîn Rêziknameya Mandela ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafên li girtîgehan bi bîr xist û îşaret bi Protokolên Stenbolê ku divê girtî di çi şert û mercan de bên muayenekirin sererast dike. 
 
‘CIVAK BI GIŞTÎ NETENDURIST E’
 
Hevserokê Şaxa SES’a Amedê yê berê Recep Orûç jî bi lêv kir ku desthilat weke navgîneke islahê pêdiviyê bi tecrîdê dibînin û wiha got: “Di esasê xwe de tecrîd amûreke serdestiyê ye, her ferd û civaka ku serdestiyê ji holê radike, rastî tecrîdê tê. Tecrîd li ser her kesên li dijî serdestan derdikevin tê pêkanîn, 100 sal in kurd di nav tecrîdê de ne û di nava 40 salên dawî de kûr bûne. Şoreşa Rojava tê xwestin bê tecrîdkirin. Li cihê ku tecrîd lê heye em nikarin qala tenduristiyê bikin, heke tecrîd hebe civak bi giştî netendurist e.”
 

Sernavên din

17/01/2023
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket