Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e

  • rojane
  • 09:52 12 Çile 2023
  • |
img
WAN - Rojnamevan Kakşar Oremar ku ragihand xwepêşandanên li Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne û got: “Tevî ku xwepêşandan li Îranê kêm bûne jî daxwaza gel yek e û vê rejîmê naxwazin.”
 
Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpêkirin didomin. Hikumet bi cezayên darvekirinê hewl dide xwepêşanderan çavtirsandî bike. Li gorî daneyên fermî yên Rêxistina Mafên Mirovan, di çalakiyên bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” tên meşandin de heta niha 481 kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî hatin girtin. Tê diyarkirin ku ji kesên hatine qetilkirin 64 jê zarok in. Rojnamevan Kakşar Oremar têkildarî rewşa dawî ya li welat ji ajansa me re axivî. 
 
BIRYARÊN DARVEKIRINÊ 
 
Oremar ê diyar kir ku çalakî zêdetir li bajarên Rojhilatê Kurdistanê didomin, anî ziman ku hukumet hewl dide gel bi darvekirinan çavtirsandî bike û got: “Heke weke Rojhilat li bajarên Îranê jî çalakî berdewam kiribûna wê banodra çalakiyan ji niha gelek zêdetir buya. Dibe ku mirov jî nehatibûna darvekirin. Berdewamkirina çalakiyan ji ber rejîma Îranê ye. Ji ber ku rejim guh nade bangên gel. Lê tevî îşkence, girtin û darvekirinan çalakî bi awayekî didomin. Li dijî van çalakiyan jî rejîm darvekirinan derdixe pêş. 109 kes bi darvekirinên tên darizandin, derbarê 17 kesan de biryara darvekirinê hatiye dayîn û 4 ji wan hatine darvekirin. Dîsa agahiyeke ku li bajarên Kurdistanê 8 kes bi awayekî veşartî hatine darvekirin jî heye.”
 
DAXWAZA GEL 
 
Oremar, bal kişand ku tevî hemû zextan jî çalakî li kolanan didomin û da zanîn ku ji bilî kolanan li fabrîkayan jî grev didomin. Oremar di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Sedema bingehîn a van hemûyan helwesta li dijî rejîma Îranê ye. Ji xwe van çalakiyan bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ xwe nîşan da û gel bi vê dirûşmeyê nîşan da ku çi dixwaze. Gotina çalakî kêm bûne, nîşan nade ku gel hatiye çewisandin û dest ji daxwazên xwe berdaye. Çalakî kêm bibin jî daxwazên gel heman in û vê rejîmê naxwazin. Heke gel li dijî zextan bêdeng bimîne û ji qadan vekişe, dibe ku rewşeke komkujiyên komî rû bide. Ji ber ku berê mînakên vê hene. Ez hêvî dikim ku ev pêk neyên û gel bi temamî qadan neterikîne.”
 
‘DIVÊ REJÎM GUH BIDE GEL’
 
Oremar, destnîşan kir ku divê hukumet guh bide gel û bangên ji welatên cuda tên kirin û da zanîn ku ji ber bersivê nade bangan, Îran ji cîhanê zêdetir tê îzolekirin. Oremar, axaftina xwe bi van gotinan domand: “Aborî dê xerabtir bibe û zextên li ser gel wê her ku biçe zêdetir bibin. Heke Îran guh nede gel û rejîmê neguherîne mehkumî tunebûnê ye. Divê rejim dev ji dîtina nixumandina komkujiyên xwe berde. Divê guhertina rejîmê teqez be.”
 
XELASÎ: YEKITÎ YE
 
Oremar, da xuyankirin ku gel baweriya xwe ya bi hikumetê bi temamî winda kiriye û dixwaze pergaleke demokratîk bê avakirin û bi lêv kir ku avakirina hikumeteke li gorî ruhê sedsala 21’an yek ji daxwazên bingehîn e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rêzikên di îslamê de diyar in. Di nava vê rêzikname û sîstemê de hûn çiqas reforman dixwazin bila bikin, cihê ku hûn biçinê yek e. Ji bo vê jî mirov daxwaza mafan dikin ku li gorî avaniya sedsala 21’an guncaw in. Heta îro nêzîkatiya rejîmê ya li dijî herêma Rojhilat, bûye girtin, darvekirin, mirin, zext û astengkirin. Heman tişt li gelên din û nasnameyên etnîkî jî kiriye. Ev zext li Kurdistanê mayînde kirine. Gelên din ên li Îranê jî ji bo li dijî rejîmê bi ser bikevin, lazim e bibin yek. Divê ev yekîtî bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ pêk were.”
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

15/01/2023
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e