Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye

  • rojane
  • 09:03 12 Çile 2023
  • |
AMED - Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker ragihand ku TBB'yê serlêdana baroyan a derbarê qedexekirina hevdîtinê ya li Îmraliyê de daxilî rojeva xwe kiriye û nivîs ji Wezareta Dadê re şandiye. Şeker got: "Lê em nizanin bê ka bersivek hatiye yan na." 
 
Zêdetirî 21 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de ne nayê girtin. Serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî nayên bersivandin. Li gel vê hewldanên rêxistinên hiqûqê yên li dijî tecrîdê jî didomin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), serî li baroyên Amed, Şirnex, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Êlih û Mêrsînê dabû. Di serlêdanê de hatibû xwestin ku qedexeya li be rhevdîtina parêzeran a bi muwekîlên wan re bê rakirin. Piştî vê hin baroyan ji bo Ocalan karibe hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) dabûn. Hat hînkirin ku TBB têkildarî mijarê tevgeriyaye û nivîs ji Wezareta Dadê re şandiye. 
 
Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker ku pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên têkildarî mijarê bersivandin, ragihand ku TBB, piştî serlêdanên baroyên Amed, Şirnex û Wanê serî li Wezareta Dadê daye. 
 
BERXWEDANA ÎMRALIYÊ
 
Şeker bibîr xist ku piştî 25'ê Adara 2021'ê ku bi rêya telefonê hevdîtin pêk hatibû, tu xeber ji Abdullah Ocalan nehatiye girtin û got ku bi vê re tecrîd veguheriye tecrîdeke mutleq. Şeker destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê li dijî hêzên navdewletî ku duxwazin di şexsê Ocalan de tevgera siyasî ya kurd tasfiye bikin û li dijî zext û çewisandinên dewleta Tirkiyeyê li ber xwe dide. 
 
‘BÊPÊWENDIYEKE MUTLEQ'
 
Şeker destnîşan kir ku bi vê berxwedana Ocalan re tecrîd jî giran bûye û wiha pê de çû: "Bi taybetî piştî hevdîtina bi telefonê ya bi birêz Ocalan re, di civakêde tecrîd pir tê hîskirin. Em wisa yeqîn dikin ku gava tecrîd bê nirxandin divê bi awayekî yekpare bê nirxandin. Ji lew re çi siyasî, çi civakî û çi jî hiqûqî gelek hêlên wê hene. Ev yek, hem di qanûnên Tirkiyeyê de hem jî di normên hiqûqa navneteweyî de wekî îşkenceyê tê pênasekirin. Ji lew re em di raporên CPT'yê de jî vê yekê dibînin. Em behsa tiştekî pir astbilind dikin. Tecrîd kûr bûye û bûye tiştekî mutleq." 
 
NAMEYA JI CPT'YÊ RE
 
Şeker bal kişand ser daxuyaniya Buruya Hiqûqê ya Asrinê jî ku gotibû "Me bihîstiye ku birêz Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re ku di Îlona 2022'yan de serdana Girava Îmraliyê kiriye, qebûl nekiriye" û wiha axivî: "CPT, piştî serlêdana nêzî 2 hezar parêzeran tiştekî wiha kir. Ev heta cihekî girîng bû ji bo me. Lê paşê rewşa heyî cardin domand. Ev nayê qebûlkirin. Di nava 2 hezar parêzeran de, hiqûqnasên ji welatên cuda hebûn. Me biryar girt ku ev hiqûqnas cardin vê yekê binirxînin. Da ku em nexşerêyekê diyar bikin. Em ê cardin li hev kom bibin. Cardin namey ji CPT'yê re hat şandin. Cardin bang li wê hat kirin. Niha em li benda encama vê ne. Em ê mêze bikin bê ka wê CPT reflekseke çawa nîşan bide." 
 
TBB TEVGERIYA
 
Şeker bibîr xist ku demek berê serî li gelek baroyan dane û got ku piştî vê hin baroyan serî li TBB'ê daye. Şeker da zanîn ku di serlêdanan de hatiye gotin ku bê çima hevdîtin tê qedexekirin û wiha domand: "Em rasterast hevdîtinê bi TBB'ê re dikin. TBB, daxwazanameya sê baroyan a ji bo hevdîtinê nirxand û têkildarî vê nivîs ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê re şandiye. Agahiyek wiha bi dest me ket. Daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê me ev agahî wergirt. Bi qasî ku em pê hesiyane, ji Wezareta Dadê hatiye prisîn ku çima hevdîtina bi parêzeran re nayê kirin. Lê em nizanin bê ka ji Wezareta Dadê bersivek hatiye yan na. Em ê di rojên pêş de vê jî bişopînin." 
 
TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ
 
Şeker di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hevdîtin ji ber berterefkirina rêgeza "serdestiya hiqûqê" tên astengkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji bo pêkanîna hevdîtinan tevdigerin. Ji bo jiholêrakirina vê bêhiqûqîtiyê em ê hin bernameyan li dar bixin. Hem li welêt hem jî li derveyî welatê me hin bername amade kirin. Divê bê zanîn kur qesda me ya ji etcrîdê tenê ne hevdîtian bi birêz Ocalan re heye. Heya hemû pêkanînên li wir ji nedîtî ve bên, dê bandorê li tevahiya civakê bike. Li girtîgehan, li kuçe û kolanan, li malên me, li saziyên me û karê me xwe dide der. Sîrayetî tevahiya qadên jiyanê kiriye. Em bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne. Lewma divê her kes xwe bide ber vî barî. Em ancax bi têkoşînê dikarin pergala demokratîk ava bikin." 
 
MA / Rûken Polat

Sernavên din

14/01/2023
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin