TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye

  • rojane
  • 16:24 11 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten diyar kir ku cezayê li Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci hatiye birîn pûç û vala ye û wiha got: “Em niyeta we dibînin û bi awayekî zelal tînin ziman, hûn ê bi ser nekevin.”
 
Li Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn û hate berdan. TTB’ê têkildarî cezagirtina Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya dirûşmeya “TTB bêdeng nebû wê neyê bêdengkirin” hate berzkirin de nûnerên gelek saziyên neteweyî û navneteweyî û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Zuleyha Gulum, Parlamenterê Partiya Komar a Gel (CHP) yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek nûnerên partiyên siyasî amade bûn
 
DELÎL NÎNE, CEZA HEYE
 
Jacqûes de Haller ê li ser navê Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê axivî, diyar kir ku berdana Fîncanci cihê keyfxweşiyê ye. Haller ê bal kişand ser çalakiyên TTB’ê diyar kir ku di çalakiyan de pîşe hatiye parastin. Haller, anî ziman ku heta ku ceza bê xerakirin û beraet were dayîn wê bi TTB’ê re têkoşîna xwe bidomînin. Ole Johan Bakke yê li ser navê Komîteya Doktoran a Daîmî ya Ewropayê axivî, destnîşan kir ku tevî tu mijareke ku ceza jê re bê xwestin nîne jî, ceza hatiye birîn. Bakke, diyar kir ku tevî tu delîl nînin jî dîsa ceza hatiye birîn û bi lêv kir ku ew ê sekna xwe ya li cem TTB’ê bidomînin.  
 
‘WEKE NÎMETEKÊ TÊ PÊŞKEŞKIRIN’
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku ji berdanê re keyfxweş bûn lê ev rewşeke trajîk e û wiha got: “Bifikirin miroveke zanyar bi lingên xwe ji derveyî welat hat û 3 mehan girtî ma. Bifikirin keyfa me ji vê re tê. Esas divê em ji vê yekê re xemgîn bibim. Ev welat ji kesên cuda difikire re heznake. Dem bi dem parazvanên maf qetilkirin. Lê weke ku dibînin têkoşîn bi dawî nabe. Mezintir dibe û didome. Ez ê tekildarî pratîka darazê û çiqas girêdayî ye çend tiştan bêjim: Dema parazvanên mirovan dest bi gotina divê çi bibe kirin, lînca medyaya dîjîtal dest pê dike, pişt re desthilat hedef nîşan didin. Pişt re daraz dikeve nava liv û tevgerê û hûn bi awayekî neheqî tên girtin. Dû re ceza tê birîn û weke nîmetekê tê pêşkeşkirin. Lê divê em li dijî vê bisekinin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku ev tarîtî ji holê rabe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
‘CEZA PÛÇ Û VALA YE’ 
 
Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten jî diyar kir ku li dijî TTB’ê êrişên sîstematîk pêk tên û wiha got: “Ez cezayê bêhiqûqî ku ji Şebnem Korûr Fîncanci re hate birînweke berdewama darizandina bijîşktiyê dibinim. Di hiş û wijdanê me de ev ceza pûç û vala ye. Duh jî ji bo danişîna dozeke bêbingeh a ji bo Konseya Navendî ya TTB’ê ji peywîrê bê wergirtin li Edliyeya Dişkapi ya Enqereyê bûn. Em niyeta we dibînin û bi awayekî zelal tînin ziman, hûn ê bi ser nekevin.”
 
Piştî daxuyaniyê girse çû ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku Fîncanci dê jê bê berdan. 
 

Sernavên din

12/01/2023
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve