Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e

  • rojane
  • 09:01 11 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîteya Karên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî diyar kir ku jinên ereb û êzidî li dijî tecrîdê tifaqiya xwe ava dikin û wiha got: "Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e." 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara sala 2021’an de bi birayê xwe re li ser telefonê hevdîtin kir. Lê axaftin di nîvî de hatibû qutkirin. Her wiha parêzerên Ocalan jî herî dawî di 7’ê Tebaxa sala 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. Ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re heta niha bi sedan serlêdan hatin kirin. Lê tu bersiva serlêdanên parêzer û malbatên ku dixwazin hevdîtinê bikin jî nayên bersivandin. Li gel girankirina tecrîdê, şer û alozî jî didome. Li dijî tecrîdê jî hêrs û nerazîbûn li seranserî cîhanê berdeam e. Bi milyonan kes li benda agahiyê ne ku ji Îmraliyê were. 
 
Yek ji cihên ku herî zêde Abdullah Ocalan girîngiyê didê û digot divê erdnîgarî û civaka wê bên parastin jî Şengal e. Li Şengalê jî civaka êzidî li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Berdevka Komîteya Karên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji ajansa me re axivî. 
 
'HÊZA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN LI ÎMRALIYÊ YE
 
Şengalî diyar kir ku li gel girankirina tecrîdê, aloziyên Li Rojhilata Navîn kûrtir dibin û ev bandora xwe li seranserî cîhanê jî dike û wiha axivî: "Ev nêzî du salan e tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Dewleta tirk ne dihêle ku parêzerên wî û ne jî dihêle ku malbata wî pê re hevdîtin bike. Ev rewş jî rewşeke metirsidar e. Em jinên êzidî jî dibînin ku di asta herî jor de tecrîda ku mînaka wê li cîhanê nîne tê sepandin. Em jinên êzidî ji nêz ve rewşa birêz Ocalan û tenduristiya wî mereq dikin. Ev hemû mirovahiyê jî eleqeder dike. Tenê yek ji gotineke birêz Ocalan jî ditirsin. Yek ji sedemên girankirina tecrîdê jî ev e. Ji ber ku mifteya çareseriyê û hêza çareseriya pirsgirêka kurd, Rojhilata Navîn û pirsgirêkên cîhanê li Îmraliyê ye. Deriyê çareseriyê li Îmraliyê ye. Ji ber wê jî her carê bi cezayê disiplînê tecrîda heyî girantir dikin. Ev jî rewşeke gelek metirsîdar bi xwe re tîne. Her wiha bi girankirina tecrîdê re êrişên li ser Şengalê, herêmên Zap, Metîna û Avaşînê pêk tên. Ev bi xwe re aloziyê tîne û pirsgirêk nayê çareserkirin. Li seranserî cîhanê mirovatî li ser fikrê birêz Ocalan xwe bi rêxistin dike. Mirovatî ji fikrê birêz Ocalan sûdê werdigire. Tecrîdkirina vê fikr û ramanî ji li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Ji bona wê jî herî dawî hevditina ku CPT'î dabû diyarkirin ku li Îmraliyê hevditin çêbûye. Di heman rojê de dewleta tirk cezayê disiplînê ya 6 mehan dabû. Ev bi xwe dide diyarkirin ku CPT'î bi xwe jî ketiye di nava vê lîstokê û bûye perçeyek ji vê tecrîdê. Girtina birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî bû. Lê tecrîda ku îro jî tê meşandin ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê birêvebirin. Ji ber wê jî weke her beşeke civakê em jinên êzidî jî dixwazin agahiyeke şênber ji birêz Ocalan bistînin û gotinên wî bibihîzin."  
 
'ARMANCA TÊKOŞÎNA ME AZADIYA FÎZÎKÎ YE’ 
 
Şengalî da zanîn ku yek ji xalên sereke yên jinên êzidî û ereb şikandina tecrîdê ye û wiha berdewam kir: “Jin dê bi avakirina yekitiya xwe tecrîdê bişkînin. Li dijî girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan li seranserî cîhanê jin li ser pêya ne. Bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê dirûşma, 'Jin jiyan azadî' ku ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye afirandin îro li Îranê bûye şoreş. Ji ber wê jî îro li seranserî cîhanê şikandin tecrîdê û azadkirina birêz Ocalan çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Li Şengalê jî jinên êzidî ji bo şikandina tecrîdê bi meş û çalakiyên cur bi cur xebat dan meşandin. Jixwe em jinên êzidî di sala derbas bûyî de jî perçeyeke esasî yê têkoşîna me azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bû. Ji ber ku em azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dibînin. Tecrîda li ser Îmraliyê tecrîda li ser me tevan e û ev tecrîd bi taybetî li ser jinan tê meşandin. Jin tenê dikarin bi rêya fikr û felsefeya birêz Ocalan azad bibin. Em vê yekê weke deyneke mezin di stûyê xwe de dibînin û xebatên xwe didin meşandin. Di nav van xebatan de herî dawî me li gundê Medîban komxebatek kir. Di nav vê xebata me de jî 50 jinên êzidî û ereban cihê xwe girt. Rewşa li Îmraliyê hat nirxandin û li dijî tecrîdê têkoşîna ku bê kirin, hat plansazkirin. Em jinên Şengalê bi hemû pêkhateyan di vê salê de jî em ê bi çalakiyên cur bi cur li qadan bin. Yek ji parçeyê têkoşîna me ya herî girîng têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e.” 
 
JINÊN EREB Û ÊZIDÎ LI DIJÎ TECRÎTÊ TIFAQA XWE AVA DIKIN
 
Suham Şengalî destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî bername û çalakiyên girîng li pêşiya wan hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di nav vê rêxistinbûyînê de parçeyeke esasî parçeyê dîplomasiyê ye. Bêguman em jinên êzidî di asta dîplomasiyê de ya sala derbas bûyî derket pêş. Di komxebatên me de xala esas jî ji bo ku jin bê esas girtin û naskirin û her wiha qirkirina ku di şexsê jinan de li ser gel hatiye kirin bê naskirin weke Yekitiya Jinên Êzidî û Ereb be. Ev jî dê xebatên xwe yên Şengalê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bidin meşandin. Tişta ku em dixwazin tifaqî ye. Ji ber ku tişta birêz Ocalan ji me dixwaze xwe birêxistinkirin e û xwe li ser fikra neteweya demokratîk pêş xistin e. Ew netew dewlet û dijminatiya ku bi salane xistine nava gelan û bi taybetî jî li Şengalê xistibûn nava gelê ereb û civaka êzidiyan, êdî hêdî hêdî tê şikandin. Jinan xwe li dora projeya birêz Ocalan birêxistin kirin. Ev hedefa me ya esasî ye. Daxwaza me jinên êzidî ya sereke azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Ji bo vê jî dê çalakî û meş bên zêdekirin. Xebatên pêşiya me jî dê pîranî di vê çarçoveyê de bin."
 
 

Sernavên din

12/01/2023
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve