Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!

  • rojane
  • 13:00 10 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn di parastina devkî ku têkildarî doza girtina HDP’ê kir de malbatên ku li avahiya HDP’a Amedê dane rûniştina wek delîl nîşan da. 
 
Li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de doza girtinê hatiye vekirin. Bekîr Şahîn têkildarî doza girtina HDP’ê de daxuyanî ango parastina devkî da heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Şahîn li Eywana Dîwana Payebilind 45 deqîqeyan daxuyaniya devkî da heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn. 
 
Serdozger Şahîn piştî parastinê da AYM’ê li ji rojnamevanan re axivî. Şahîn îdia kir ku têkiliya HDP’ê ya bi PKK’ê re rastî ye û ji bo girtina HDP’ê jî malbatên ku li ber avahiya HDP’a Amedê hatine rûniştandin wek delîl nîşan da. Şahîn diyar kir ku têkildarî girtina HDP’ê wan hemû delîlan pêşkêş kiriye û têkildarî biryara girtinê jî got takdîr biryara Dadgeha Bilind e. 
 
PÊVAJO DÊ ÇAWA BI RÊ VE BIÇE?
 
Di dema girtina dozê de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dikare delîlên zêde pêşkêşî dosyayê bike û HDP jî dikare parêznameya zêde pêşkêş bike. HDP'ê parêznameya xwe ya sereke derbarê nêrîna Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind de pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû. Piştî daxuyaniya devkî ya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, rayedarên HDP'ê jî wê di roja ku bê diyarkirin de parastina devkî bikin.
 
Piştî vê pêvajoyê, raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn ku dê agahî û belgeyên têkildarî dozê kom bike, dê rapora xwe ya li ser esasê amade bike. Dema ku ev doz berdewam dikin Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û HDP dê dikaribin delîlên zêde an jî parastina nivîskî ya zêde bidin.
 
JI SISÊYAN DU PAR DÊ BIRYARÊ BIDIN 
 
Piştî ku rapor li endamên Dadgeha Bilind hat belavkirin, Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zühtü Arslan dê roja hevdîtinê diyar bike û endam di roja ku hatiye diyarkirin de bên cem hev û li ser daxwaza girtinê dest bi nîqaşan bikin. Desteya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 kesan pêk tê dê biryara girtina HDP'ê bide. Dikare bi piraniya ji sisêyan du parên endamên beşdarî civînê bibin, ango bi dengên 10 endaman ji 15 endaman biryar bê girtin ku ji ber rewşên ku di xala 69’emîn li gorî giraniya kiryarên ku tê gotin bi qismî an bi tevahî ji alîkariya dewletê bêpar bimînin. 
 
DÊ DI ROJNAMEYA FERMÎ DE BÊ WEŞANDIN 
 
Biryara ku di encama dosyeya girtina partiyên siyasî de bê dayîn dê ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û HDPê re bê ragihandin û dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin. Heke Dadgeha Destûra Bingehîn biryar bide ku endamên partiyê yên ku qedexeya wan a siyasî tê xwestin bi daxuyanî û kirinên xwe bûne sedema girtina partiyê, ev kes nikarin ji bo 5 salan bibin damezrîner, endam, rêvebir û çavdêrê partiyek din. 
  
 
 

Sernavên din

12/01/2023
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn