Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn

  • jin
  • 14:50 9 Çile 2023
  • |
img
MEREŞ - Siyasetmedara kurd Fîdan Dogan ku li Parîsê hatibû qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di merasîma bîranînê de axivî û wiha got: “Dê hesaba qetilkirina her hevaleka me ji faîlan were pirsîn. Dê ev yek jî bi saya têkoşîna jinan û felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ pêk bê.” 
 
Yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya sala 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn qetilkirin. Ji têkoşerên jinên kurd Fîdan Dogan li ser gora xwe ya li Taxa Xopon a Elbistan a Mereşê hate bibîranîn. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê, parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li merasîma bîranînê bûn. Merasîm, bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
'HÊZÊN LI PIŞT TETÎKKÊŞAN’
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di merasîmê de axivî û wiha got: “Weke rêhevalên Fîdan, Sakîne û Leylayê, em wan li quntarê Nûrheqê bi bîr tînin. Komkujiya ku 10 sal berê hatibû kirin hêjta nehatiye ronîkirin. Tu gotin û sal bi têrî vegotina hevalên me nakin. Her yek ji van rêhevalên me nûnerên girîng ên jinên kurd bûn. Me dizanî ku îktîdar ji têkoşîna jinên kurd gelek ditirse lê ev tirs veguherî qetilkirina jinên kurd a bi hovane. Ev 10 sal in em dizanin bê ka kîjan hêz li pişt tetîkkêş in. Jinên kurd û rêhevalên wan pir baş dizanin. Dewletan bi girtina tetîkkêşan re gotin ku cînayet ronî kirine lê em dizanin ku faîlên rast hêj hesab nedane. Heke em bixwazin pêşî li ber komkujiyên nû bigirin, divê em hêzên li pişt tetîkkêş derxînin holê û hesabê jê bipirsin. Di qeydên ku li ser çapemeniyê hatine parvekirin de faîlên rasteqîn ji xwe xuya dibin lê hêj nehatine dîtin. Kujerên rast hatin veşartin. Em jin bi rastiyan dizanin û dê hesabê bipirsin.” 
 
'GEKE FAÎL BIHATINA DÎTIN DÊ 2’YEMÎN KOMKUJIYA PARÎSÊ NEHATIBÛYA KIRIN’ 
 
Di berdewamê de Gunay got ku bîranîna 9’ê Çileyê girîng e û wiha pê de çû: “Heke ev cînayet 10 sal berê bihata ronîkirin, dê 2’yemîn Komkujiya Parîsê ku du hefteyan berê hate kirin pêk nehata. Heke ji kujerên Sakîne, Leyla û Fîdanê û ji hêzên pişt tetîkkêşan hesab bihata pirsîn dê ev cînayetên din nehatina kirin. Lê dost û dijmin her kes pê dizane ku jinên kurd ji tu zext û komkujiyan netirsîn û dê netirsin. Jinên kurd di têkoşîna xwe de tu carî paşvegav neavêtin. Sekna Sakîne Cansiz a li Zindana Amedê mînaka vê ya herî şênber e. Em vê rastiyê ji Fîdanê dizanin ku tevî hemû polîtîkayên pişaftinê jî li derveyî welat dijiya, em ji Leylayê dizanin ku têkoşîna ciwanan dimeşand. Hemû cîhan îro bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ku sembola têkoşîna jinên kurd e li ber xwe didin. Dewlet çiqas qirêjî dibin bila bibin lê nikarin xwe li pêşiya jinên ku biryara berxwedanê dane bigirin. Zû yan jî dereng ev heqîqet teqez dê derkeve holê û faîlên wan her sê jinên kurd hesabê bidin.”
 
'ME SOZ DA KU DÊ HEQÎQETÊ DERXÎNIN HOLÊ’
 
Bi domdarî Gunay wiha got: “Dê kujerên Sevê, Fatma, Pakîze û Evîn Goyî hesabê bidin. Me soz da ye hevalên xwe ku dê heqîqetê derxînin holê. Dê hesaba her hevaleka me ya hatiye qetilkirin bipirsin. Ev yek jî dê bi saya têkoşîna jinan û bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bibe. Em bi saya biryardarî, birêxistinî û têkoşîna xwe van cînayetan ronî bikin. Di serî de bo Fîdanê, ez bo kesên li Parîs û Silopiyayê hatine qetilkirin soz didim ku dê xeyala wan pêk were. Dê jinên kurd ên azad li ser vê xakê azad bijî û civaka demokratîk ava bike. Em ji we hînî avakirinê bûn. Dê dilsoziya me ya bi we re bibe parastina dirûşma ‘jin, jiyan, azadî.’ Di şexsê Sakîne, Leyla û Fîdanê de ez hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînim. Bila ruhê we şad be ji ber ku dê berxwedana ‘jin, jiyan, azadî’ bijî.” 
 
Piştî axaftinan jî girseyê dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Piştre jî beşdaran şalên mor û qurnefîl danîn ser gora Dogan û bîranîn bi dawî bû. 
 

Sernavên din

12/01/2023
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn