Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin

img

AMED - Parêzerê girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan, Serdar Çelebî destnîşan kir ku giştînameya Wezareta Dadê ne çareserî ye û wiha got: “Bi giştînameyê ev pirsgirêk nayê çareserkirin, divê qanûn bê guhertin û ATK derveyî vê pêvajoyê were hiştin.”

 
Li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ji 1’ê Kanûna 2022’yan ve 336 hezar û 315 kes li girtîgehên xwedî kapasîteya 286 hezar û 797’in tên ragirtin. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji van girtiyan 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş in. Ji ber binpêkirinên mafan di sala 2022’yan de herî kêm 76 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Bangên berdanê yên rêxistinên mafên mirovan û malbatên girtiyan hêj nehatine bersivandin, rayedarên hikumetê piştî ku yek ji girtiyên 28’ê sibatê korgenerale teqawîtbûyî Vûral Avar ê 85 salî di girtîgehê de mir, ketin nava liv û tevgerê. 
 
Bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag “Giştînameya Têkildarî Kêmkirin an jî Rakirina Cezayên Kesan a ji ber Nexweşî, Astengdarî yan jî Kalbûnê” hate weşandin. Li gorî giştînameya ji serdozgeriyan re hatiye şandin, di çarçoveya xala 104’emîn a makeqanûnê de têkildarî rayeya sivikkirin an jî rakirina cezayan, biryara bêyî daxwaza hikumxwaran hebe zû were destpêkirin hate wergirtin. Piştî giştînameyê herkes li bendê ye ku ka girtiyên nexweş dê werin berdan an na.
 
REWŞA MEHMET EMÎN OZKAN
 
Mehmet Emîn Ozkan jî yek ji kesên ku di lîsteya girtiyên nexweşên giran a ÎHD’ê de cih digire ye. Ozkan ku di sala 1993'yan de kuştina Tûxgeneral Bahtiyar Aydin xistine stuyê wî û ji ber vê 27 sal in girtiye, çendî ku nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî jî, lê bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan. Mehmet Emîn Ozkan 84 salî ye û gelek nexweşiyên wî hene. Heya niha 5 caran krîzê li dilê Ozkan xistiye û ji ber vê 4 caran anjiyo bûye. Di demên dawî de Ozkan her hefte herî kêm rojeke radikin nexweşxaneyê. Ozkan di çarçoveya jinûve darizandinê de di 10’ê mijdara 2022’yan de li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê di rûniştina 28’emîn a dozê de ji girtîgehê nehat berdan û danişîn taloqî 28’ê sibatê hat kirin. 
 
Parêzerên Ozkan, Serdar Çelebî têkildarî giştînameyê û rewşa muwekîlê xwe axivî. 
 
‘ATK LI GORÎ KESAN RAPORÊ DIDE’
 
Çelebî anî ziman ku muwekîlê wî Ozkan ji ber sûcekî ku nekiriye zêdeyî 27 sal in li girtîgehê tê ragirtin û destnîşan kir ku mûxatabê berdana muwekîlê wî ATK û Wezareta Dadê ne. Çelebî, da zanîn ku ATK’ê tevî Wezareta Dadê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye û wiha got: “Em dikarin bi hêsanî bêjin ku rapora divê li gorî rêzikên tibî bê dayîn, ne li gorî rêzikên tibî ye. Ji ber ku me ev rapor me bi pisporan jî da lêkolînkirin. Dema ATK raporekê dide, em ji pisporan dipirsin ku ev rapor ji bo tibê guncaw e yan na û ji bo rewşa heyî guncaw e yan na. Herî dawî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl ji xwe rapora ku nikare li girtîgehê bimîne dide. ATK herî zêde bi nirxandina rewşa konjonkturel, atmosfera siyasî û hinekî jî li gorî kesayetiya girtiyê nexweş raporê dide. Ji ber ku demeke kurt piştî raporên ku der barê gelek nexweşan de daye, mirovan jiyana xwe ji dest dan. An jî di warê hin nexweşiyan de rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' dide hin kesan. Lê belê bi hêsanî têkildarî heman nexweşiyê ji kesekî din re dikare bi awayekî hesan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide.”
 
‘DIVÊ ATK DERVEYÎ PEVAJOYÊ BÊ HIŞTIN’
 
Çelebî destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş ji înisiyatîfa saziyekê re neyê hiştin  û wiha berdewam kir: “Bijîşkê girtîgehê û rayedarên wê ji bo muwekîlê min Ozkan gotin ‘êdî têgîna dem û mekanê winda kiriye’. Dibêjin ku ew her tim pirsên weke 'ez dixwazim biçim malê/ez ê biçim', 'ev der ku ye?' dipirse û diqîre. Ji ber vê yekê muayeneya çavderiyê ya 10 deqîqeyan û di encama nirxandinê de biryara tê dayîn ne rast e. Divê Saziya Tiba Edlî (ATK) derveyî pêvajoyê bê hiştin an jî misyona wê were sînorkirin. Niha pergal pêşengtiyê dide rapora ATK’ê. Ev ne rast e. Wezaret bi rêkûpêkiya heyî mirovan mehkumî mirinê dike. Herî dawî wezaretê jî di vê mijarê de gazin dikirin. Digot ‘ATK bernade, dema bernede jî dozger jî nikarin berdin.’ Wê demê têkildarî ATK’ê sererastkirinekê bikin. ATK dikare nêrîna xwe ragihîne lê xwedîgotina dawî dibe sedema gilî û gazinan. Ji ber vê yekê ev giştîname vî karî çareser nake. Heke dixwazin encamekê bigirin divê qanûn were guhertin. Divê ATK derveyî vê pêvajoyê bê girtin.”
 
‘KESÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE WEZÎR E’
 
Çelebî, destnîşan kir ku wezaret di çareseriya pirsgirêkan de muxatabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesê ku vê pirsgirêkê çarerser bike, wezaret bi xwe ye. Ne rast e ku mirov pirsgirêkê bi rêya saziyeke girêdayî wezaretê bêçareserî bihêle. Heke wezaret bixwaze, piraniya Meclisê heye, dikare  qanûnê biguherîne. Dikarin ATK’ê bigirin. Gotina ‘ATK bernade, em nikarin tiştekê bikin’ rêyeke din a neçareserkirina pirsgirêkê ye.”
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

09/01/2023
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje