Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin

img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîsê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan gotin: “Dem dema ronîkirina hemû komkujiyan e. Ev, rûmeta edaleta Fransa ye. Êdî dem hatiye; PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxin.”
 
Kurdistanî û dostên wan, kesên Fransî yên hatine hilbijartin, nûnerên sendîkayan, rêxistinên femînîst, ekolojîst, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan, tevlî meşê bûn. Girseyê bê navber dirûşmeyên “PKK tolhildan”, “Bijî Serok Apo”, “Sara Rojbîn Ronahî, jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Şehîd namirin” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.
 
Ji Yekîtiya Baroyan a Parîsê, ji Nûnertiya Tevgera Nobeta Ciwan û parlamener bang li girseyê kirin.
 
Meş ji 5 kortejan pêk hat. Piştî meş gihîşt qada Repûblîqûeyê, mîtîng ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
‘EM Ê BI SER BIKEVIN, EW Ê BI BIN BIKEVIN’
 
Hevseroka CDK-F’ê Xane Akdogan bang li girseyê kir û wiha got: “Gelê me yê bi nirx, hûn hemû bi xêr hatin. Di şexsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Apê Abdûrrahman de, ez kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne bi bîr tînim. Çi qas êşa me hebe jî, em bi hêz dibin. Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin, ew ê bi bin bikevin.”
 
Hevserokê CDK-F’ê Abdûllah Ulmez jî spasiya kesên tevlî meş û mîtîngê bûne, kir û got ku ew ê têkoşîna şehîdan, timî bidin jiyîn.
 
'JI BO RÛMETA EDALETA FRANSAYÊ, BIRYARA NEPENIYÊ RAKIN'
 
Berdevkê Têkîliyên Derve yê CDK-F’ê Agît Polat xwest ku sirê dewletê yê têkildarî dosyaya Komkujiya Parîsê ya 1’emîn bê rakirin û wiha got: “Îro dem hatiye; dem dema ronîkirina hemû komkujiyan e. Ev rûmeta Fransayê ye. Rûmeta edaleta Fransa ye. PKK rêxistinek e ku nûneriya gelê kurd dike. Êdî dem hatiye; PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derbixin.”
 
Piştî axaftinên nûnerên CDK-F’ê malbatên kesên di Komkujiyên Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn de şehîd bûne, xîtabî girseyê kirin.
 
Li ser navê malbata Sakîne Cansiz, birayê wê Metîn Cansiz ji girseyê re got ku hûn hemû malbata Sakîneyê ne. Xizma Evîn Goyî, Zeynep Kara jî xêrhatina tevahî beşdarvanên çalakiyê kir.
 
MALBATA ŞEHÎD: WÊ DEWLETA TIRK BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ JÎ BI SER NEKEVE
 
Cemal Tûran ku li ser navê malbata Şehîd Abdûrrahman Kizil axivî, got: “Dîroka dijminê me hovîtî ye. Dijminê me li dijî gerîlayên kurd her pîsîtiyê dike, çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne lê wê bi ser nekeve.”
 
Mûsa Alan ku li ser navê malbata Şehîd Mîr Perwer axivî, wiha got: “Hêza li dijî me hêzeke hov e. Lê kî jî derkeve pêşberê me em ser natewînin. Çawa ku Mîr Perwer bi rêya Hozan Serhed de çû û ji bo bipêşveçûn û berbelavbûna hûnera Kurdistanê têkoşiya, em ê jî bidin ser şopa Hozan Serhed û Mîr Perweran.”
 
‘BILA SIRA DEWLETÊ BÊ RAKIRIN’
 
Li ser navê TJK-E’yê jî Cemîle Renklîçay axivî. Renklîçaya bi bibîranîna Şehîdên Parîsê dest bi axaftina xwe kir û ev tişt gotin: “Ew pêşengên têkoşîna kurdan bûn. Omer Guney endamê MÎT’ê bû, li girtîgehê bi awayekê gumanbar hat kuştin. Dewleta Fransa ji bo astengkirina darizandina dewleta tirk biryara sira dewletê danî ser dozê. Em bawer nakin ku Evîn Goyî ji aliyê nijadperestekî ve hatibe qetilkirin, ev kuştin, kuştineke siyasî ye. Bila sira dewletê ji ser dosyeya sala 2013’an bê rakirin. Em penaberên li vir, di bin parastina dewleta Fransayê de ne, em ê li vir li têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
‘EM Ê KURDISTANÊ Û RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN’
 
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî wiha axivî: “Îro em bi deh hezaran Kurd ji bo edaletê li vir civiyan. Em kujeran nas dikin. Dibe ku kujer li vir bûn lê yên biryar dan li Enqereyê bûn. Dosyeya qetilkirina hevalên me Sara, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hêj nehatiye safîkirin. Lewma dewleta tirk qetlîama duduyan kir. Dewleta Tirk çi jî bike wê ev karwan bigihîje menzîla xwe. Em Rêbertiyê û Kurdistanê azad bikin. Şehîdên me, ne bi tenê kurd in, ji gelên din jî şehîdên me hene. Du roj berê heval me yên ku endamên MLKP’ê bûn, li Hesekê şehîd bûn. Heval Zekî ji vir tevlî Şoreşa Rojava bû. Dewleta Tirk êrîşê çar aliyên Kurdistanê dike lê em ê jî li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe em ê edaletê bînin welatê xwe. Em ê di xeta Rêber Apo û şehîdên xwe de bimeşin.”
 
‘DIVÊ GELÊ FRANSAYÊ HESAB JI DEWLETÊ BIPIRSE’
 
Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr jî destnîşan kir ku dewleta Fransayê ji derxistina holê ya qetlîaman berpirs e û ev gotin kirin: “Divê gelê Fransayê hesabê her du qetlîamên li welatê xwe ji dewletê bipirse. Dewleta tirk tehemulê cenazeyên me jî nake. Çawa ku hestiyên kurekî bi kargoyê dan dayika wî, xwestin cenazeyê Mîr Perwer jî birevînin, bi kepçeyê veşêrin. Em ê hesabê vê bipirsin. Em ê bi Şoreşa Jinan bersiva dewlet tirk bidin.”
 
Şaredara Parîsê ya 10’emîn Alexandra Cordebard jî anî ziman ku ew ji ber qetlîaman xemgîn e û da xuyakirin ku hemû hilbijartiyên li wir bi kurdan re ne.

Sernavên din

09/01/2023
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?