Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin

img
RIHA - Jinên rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Rihayê diyar kirin ku ew ê piştgiriya Emîne Şenyaşar bikin û destnîşan kirin ku divê têkoşîna ji bo Emîne Şenyaşar bê berfirehkirin. 
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar di êrişê de hatibûn hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were. Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar salek din jî li pey xwe hişt. Emîne Şenyaşar di sala 2022’yan de tevî hemû êriş, zext, astengî, lêpirsîn û dozên lê hatin vekirin jî bexwedana xwe domand. Di meha dawî ya 2022’yan de du lêpirsînên cuda derbarê Emîne Şenyaşar de hatin vekirin. 667 roj in nobeda xwe didomîne û heta niha 17 lêpirsîn derbarê wê de hatine vekirin. Ji van lêpirsînan 6 lêpirsîn veguherîn dozê. 
 
HETA EDALET WERE DÊ NOBEDA XWE BIDOMÎNE 
 
Emîne Şenyaşar ku nobedê didomîne diyar dike ku xwesteka wê tenê edalet e û heke edalet bicih neyê dê di sala 2023’yan de jî li ber edliyê nobeda xwe bidomîne. 
 
Jinên rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li Rihayê dan zanîn ku ew li cem têkoşîna mafdar a dayika Emîne ne û ji bo doza Malbata Şenyaşar xwestin edalet pêk were. 
 
HDP: EM BI DAYIKA EMÎNE RE NE 
 
Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Rihayê Aliye Kizildamar diyar kir ku Emîne Şenyaşar yek ji berxwedêra ku pêşengiyê ji têkoşîna jinan re kiriye ye û dayika Emîneyê li gel hemû zextan û gefan jî li ber xwe da û hemû dinya bi neheqiya li dijî wê hesiya. Kizildamar anî ziman ku ew çawa di sala 2022’yan de piştgirî dan têkoşîna wê dê ji niha şûnve bi awayek xurttir têkoşîna wê destek bikin û li cem wê bisekinin. Kizildamar got ew bihêvî ne ku wê sala 2023’yan bibe sala bicihanîna edaleta bo dayika Emîne û her kesê ku edaletê dixwaze. 
 
CHP: EM LI BA DAYIKA EMÎNE NE 
 
Seroka Baskê Jinan a CHP’a Rihayê Gîzem Çetîner jî da zanîn ku ew ê li cem têkoşîna dayika Emîne a mafdar cih bigirin heta ku daxwaza wê ya edaletê pêk were. 
 
ÎHD: DIVÊ DAWÎ LI BINPÊKIRINA MAFAN WERE 
 
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê parêzer Sumeyye Koç jî bi bîr xist bi salan şûn ve biryara veşarî ya li ser dosyeyê rabû û doz hat vekirin. Koç da zanîn ku di doza hatiye vekirin de daxwazên Emîne Şenyaşar nehatine bicihanîn û got: “Di doza hatiye vekirin de jî nade nîşandan ku wê faîlên rasteqîn bi awayek adilane bên darizandin. Em dixwazin ku daxwaza edaletê ya Emîne Şenyaşar bi awayek rasteqîn pêk were. Heta ku daxwaza wê bicih neyê dê nobeda xwe bi dawî neke û dê li ber edliyeyê be. Tiştên ku tînin serê malbatê li dijî rêgezen mafên mirovan e. Em dixwazin dawî li neheqiya li ser malbatê were û demildest daxwazên wê werin qebûlkirin.” 
 
OHD: BILA NEHEQÎ BI DAWÎ BIBE 
 
Endama Komeleya Hiqûnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku ew her tim li cem têkoşîna malbatê bûn û wiha got: “Em ê ji niha şûn ve jî li ba malbatê bin û em ê her piştgiriyê bidin. Em hêvîdarin ku neheqî bidawî bibe û di serî de daxwaza malbata Şenyaşar û hemû kesên edaletê dixwazin bicih were û li Tirkiyeyê rewşa heyî ya bêhiqûqî û bêdelatî bi dawî bibe.” 
 
BARO: ÇI JI DESTÊ ME WERE EM Ê BIKIN 
 
Cîgira Serokê Baroya Rihayê Gulitan Paydaş jî anî ziman ku di sala 2022’yan de polîsan bi awayek bêhiqûqî lêpirsînan derbarê malbatê de da destpêkirin û tundî li malbatê kirin û got: “Di sala 2022’yan de tundiyek fizîkî û psikolojik ku nehatiye dîtin li malbatê hat kirin. Hê jî rayedaren darazê daxwaza malbatê bicih neanîne. Em dibînin ku di dozê de darizandinek adilane nîne. Baroya Rihayê ji nêz ve neheqiya li ser malbatê dibîne û şahidiya vê dike. Em ê jî wek Baroya Rihayê çi ji destê me were em ê ji bo dayika Emîne û doza wê bikin.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

05/01/2023
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin