Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da

img
ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku AYM'ê di doza Nîhat Kazanhan de biryareke emsal daye û got: "Ev biryareke girîng e, ji berterefkirina feraseta 'em çi qasî dijî hiqûqê tevbigerin jî em ê nekevin ber lêpirsînê.'" 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), çend roj berê biryara xwe ya der barê qetilkirina Nîhat Kazanhan de ku di 14'ê Çileyê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, eşkere kir. Di biryarê de hat destnîşankirin ku mafê jiyanê yê Kazanhan hatiye binpêkirin. Parêzerê malbata Kazanhan Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, biryara AYM'ê nirxand. 
 
BIRYAREKE EMSAL
 
Dîlsîz anî ziman ku 7 sal in li dijî polîtîkaya bêcezatiyê têdikoşin û got ku biryara AYM'ê biryareke girîng e. Dîlsîz diyar kir ku di 20 salî de zêdetirî 300 zarok ji aliyê polîs û eskeran ve hatine qetilkirin û wiha got: "Ev biryara AYM'ê, ji hêlekê ve em kêfxweş kirin. Ji bo pêşî li ber bûyerên bi vî rengî bê girtin, em demeke dirêj têkoşiyan." 
 
Dîlsîz destnîşan kir ku ev biryara AYM'ê biryareke emsal e û ji bo vê ev tişt gotin: "AYM'ê, anî ziman ku biryara dadgeha herêmî ya der barê kuştina zarokekî 12 salî ku ji aliyê polîsan ve hedef hatibû girtin, wekî biryareke şaş nirxand. AYM'ê biryar da ku hem di dema lêpirsînê hem jî di dema darizandinê de divê di navbera ceza û sûc de rêgeza wekheviyê esas bê girtin. Dadgeha herêmî gava ceza birîbû, serî li kêmkirina tehrîka neheq dabû. Îstinaf û Dadgeha Bilind jî ev ceza erê kiribûn. Lê AYM, li ser xalên ku me behsa wan kir sekinî û dosyeyê ji dadgeha herêmî re şand. Ev biryar, ji bo pêşîgirtina sûcên bi vî rengî girîng e." 
 
Dîlsîz bilêv kir ku di dosyeyên bi vî rengî de, di dema lêpirsînê de pirsgirêkên cidî rû didin û got: "Delîl tên reşkirin û ser wan tê nixumandin. Wê demê midûriyeta polîsan û walîtiyê daxuyanî dabûn û parastibûn ku roja bûyerê polîs ne li wê derê bûne. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû û Wezareta Karên Navxweyî jî daxuyandibûn ku polîsan ev tişt nekiriye." 
 
GIRÎNGIYA BIRYARÊ 
 
Dîlsîz destnîşan kir ku biryara AYM'ê ji gelek aliyan ve girîng e û wiha domand: "AYM, di briyara xwe de ji leşker û polîsan re dibêje, 'Ma di her bûyerên civakî de gava hûn bi tehrîkê re rû bi rû bimînin hûn ê mirovan bikujin? Azadiyeke we ya bi vî rengî tune ye.' Ev xalên ku AYM'ê pêşî li ber hin titşan bigire. Ji lew re feraseteke wiha heye; 'em çi qasî dijî hiqûqê tevbigerin jî em ê nekevin ber lêpirsînê.' Lewma ev biryar ji bo berterefkirina vê fereasetê pir girîng e." 
 
ÇI QEWIMÎBÛ?
 
Nîhat Kazanhan, di 14'ê Çileya 2015'an de li Taxa Yafesê gava li nêzî mala xwe bi hevalên xwe re bi gogê dilîst, polîsên tevgera taybet ew hedef girtibûn û qetil kiribûn. Serowezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ji bo vê gotibû: "Ne pêkan e ku bi fîşekên peywirdarên emniyeta me hatibe kuştin." Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Efkan Ala jî îdia kiribû ku polîsan çek bi kar neaniye û ser bûyerê nixumandibû. 
 
Lê dîmenên ku piştî bûyerê derketibûn holê, nîşan dabûn ku Kazanhan bi fîşeka ji serê xwe xwariye miriye. Di dîmenan de xuya kiribû ku gava polîs bi bombeyên gazê êrişî koma çalakgeran dike, zarok jî bi keviran bersivê didin û di kêliyê de bi dengê çekan Nîhat Kazanhan dikeve erdê. 
 
Piştî dîmenan lêpirsîn hatibû destpêkirin û polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez hatibû girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Cizîrî, di sala 2016'an de ewilî cezayê muebedê li polîs Goçmez birîbû. Dadgehê paşê serî li "tehrîka neheq" û "rewşa baş" dabû cezayê Goçmez kêm kiribû, daixstibû 13 sal û 4 mehan. 
 
Her wiha li 3 polîsan jî bi hinceta ku "sûc ranegihandine" 5 meh ceza hatibû birîn. Îtiraza parêzeran jî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû redkirin û ceza hatibûn erêkirin.
 
Piştî vê parêzerên malbatê serî li AYM'ê dabûn. AYM'ê jî biryar da ku "mafê jiyanê" hatiye binpêkirin û ji bo jinûvedarizandinê dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Cizîrê re şand. Her wiha AYM'ê biryar da ku 90 hezar TL tazmînat jî bê dayîn. 
 
MA / Dilgeş Rûvanas 

Sernavên din

05/01/2023
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin