Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe

img
ENQERE - Reberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, destnîşan kir ku divê makeqanûneke tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbas kirin hebe û wiha got: “Ji destpêka komarê û vir ve Kemalîstên laîk armanckirin ku di makeqanûnê de kurdan û civaka îslamê tasfiye bikin.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 21 mehan zêdetir e agahî nayên girtin. Her çiqas di sala 2019’an de parêzeran 5 hevdîtin pêkanîbin jî qedexeya hevdîtinê ya parêzeran ku ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve li Girava Îmraliyê xistin dewrê, berdewam dike. Abdûllah Ocalan ê hevdîtina wî ya malbatê jî her tim tê astengkirin herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî bû û axaftina wan di nivî de hatibû qûtkirin. Abdullah Ocalan di vê axaftina telefonê de bal kişandibû ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û wiha gotibû: “Ev tişta hûn dikin gelek xelet e. Dewlet jî xeletiyê dike, hûn jî. Ev ne hiqûqî ye ne jî rast e. Ev qet nayê qebûlkirin. Ev di heman demê de gelek bi xetere ye. Hûn di ferqê de ne ku ka we çi kiriye. Ez dixwazim parêzerên min bên vê derê û bi min re hevdîtinê bikin. Ev pirsgirêk encax bi vî awayî çareser bibe. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek pêk were divê bi parêzeran re be. Ji ber ku ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”
 
Abdûllah Ocalan destnîşan kir ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê hem hiqûqî hem jî siyasî ye. Di pêvajoya di bin navê “çareseriyê” de di 3’yê çileya 2013’an de hate dest pê kirin de şandeya siyasî ku Hevserokê Kongreya Demokratîk (KCD) yê demê Ahmet Turk û parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Ayla Akat Ata tê de cih digirt hevdîtinek bi Ocalan re kirin. Bi ser wê hevdîtinê re 10 sal derbas bûn. Abdûllah Ocalan di vê hevdîtinê de diyar kir ku ew ji sala 1993’an û vir ve ji bo aştiyê têdikoşe û ev hemû hewldan 30 sal in tên hebakirin. 
 
‘DIVÊ MAKEQANÛNEKE KU VÊ TUNDIYA 40 SALAN LÊKOLÎN BIKE HEBE’ 
 
Abdûllah Ocalan ê di vê hevdîtinê de got ku “14 sal in hewl dan min jî beralî bikin” bal kişand ser girîngiya Meclisê û Komîsyona Heqîqetê ya di bin banê wê de were avakirin. Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku divê di mijara makeqanûnê de Mecliseke damezrîner hebe û wiha got: “Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salên dawî li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe. Ji destpêka komarê û vir ve Kemalîstên laîk armanckirin ku di makeqanûnê de kurdan û civaka îslamê tasfiye bikin. Bi vî awayî gelê tirk jî ji maf û azadiyên xwe bêpar man.”
 
DIVÊ HEBÛNA KURDAN WERE QEBÛLKIRIN
 
Abdûllah Ocalan diyar kir ku divê makeqanûna bê çêkirin maf û azadiya gelê tirk û beşa îslamî û hebûna gelê kurd qebûl bike û wiha berdewam bike: “Divê ne tenê zimanê gelê kurd hebûna wî jî were qebûlkirin. Heta ku rastiya gelê kurd li Meclisê neyê qebûlkirin hûn ê çawa makeqanûnê ava bikin? Di vê mijarê de hûn dikarin makeqanûna 1921’an û Pêşnûma Reforma Kurd a ji 20 xalan pêk tê esas bigirin. Li wir qebûlkirina hebûna kurdan heye. Em dixwazin Pêşnûma Reforma Kurdan zindî bikin. Hûn dizanin di 9’ê sibata 1922’yan de Pêşnûma Reforma Kurdan li dijî 64 dengan 373 dengan hatibû qebûlkirin. Veşartina van belgeyan armanckirina tasfiyeya kurdan e. Lê belê piştî qebûlkirina vê belgeye serkeftina 30’ê Tebaxê pêk hat. Sala 1922’yan sala rizgariya Tirkiyeyê ye. Hûn çima van belgeyan vedişêrin.”
 
‘GIRTINA 10 KESAN KOMPLO YE’
 
Abdûllah Ocalan, hevdîtina Serokwezîrê demê Tayîp Erdogan û Serfermandarê Giştî yê demê Yaşar Buyukanit a di 4’ê gulana 2007’an de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Di hevdîtina Erdogan û Buyukanit de bi beşa darbekaran re li ser dervehiştina kurdan tifaq û lihevkirinek heye. Derbaskirina vê lihevhatinê şertê aştiyê ye. Eger em nikarin aştî û çareseriyê pêk bînin, eger em nikaribin provokasyona operasyona KCK’ê bi ser bixînin, aştî çîrok e. Girtina 10 kesan komplo ye, bêbandorkirin e, cureyeke kuştinê ye. Ji bo aştiyê du mehên we hene. Pişt re yên mayî li gel parêzbendiyê dikarin bên tasfiyekirin. Dibe ku derbên dijwartir jî hebin. Divê dawî li operasyonên KCK’ê werin.”
 
JI ÎSLAMÊ RE AZADÎ JI KURDAN RE ÎMHA 
 
Ocalan, diyar kir ku hişmendiya “em dikarin kurdan bi Îslamê mijûl bikin” AKP derxist holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ji ber bikaranîna îslamê ya di tunekirina kurdan de qiyamet were rakirin. Erdogan di vê çarçoveyê de di bingeha îmhakirina rojhilatê Firatê de bû parlamenter. Bi Baykal re hevdîtin kirin. Ji îslamê re azadî ji kurdan re azadî! Ev nabe.”
 
Abdûllah Ocalan ê destnîşan kir ku aştiya heqîqî bi aştiya kurd û tirkan re pêkane û ev nirxandin kirin: “Têkiliyên van her du civakan dînamît kirin û jehr kirin. Em çawa dikarin vê serbixînin em ê li ser vê bisekinin. Wê bi rûmeta netewî ya gelekî bilîzin û gel jî wê li dijî vê bê bertek bimîne! Ez bi hêrs im. Ez ne netewe-dewletparêz im. Netew dewlet azadî nîne, koletî ye. Em dixwazin kurdan veguherînin netewekî demokratîk. Heta ku di makeqanûna Tirkiyeyê û qanûnên wan de ev yek nebe nabe. AKP ji vê re dibê hewce nîne. Lê em ê çawa bijîn? Bêyî îfadeya hiqûqî û destura bingehîn a 20 milyon mirovan em ê çawa bijîn?”
 
‘DIVÊ PÊŞNÛMA REFORMA KURDAN WERE NÛKIRIN’
 
Abdûllah Ocalan ji bo ev yek pêk were di bin banê 3 mijaran de van pêşniyaran dike: “Avakirineke hawîrdoreke bê şer û pevçûn. Divê makeqanûn û pêvajoya qanûnî; Pêşnûmeya Reforma Kurd were nûkirin. Ez ji bo penasekirina hemwelatîbûnê vê pêşniyarê dikin; Makeqanûna me hemû çandên dîrokî weke dewlemendiyeke Tirkiyeyê qebûl dike û mafê pêşvebirina xwe îfadekirina wê bi awayekî azad û xwe birêxistinkirinê nas dike. Di makeqanûna Îspanyayê de jî wiha ye. Ev penasekirin wê pirsgirêka hem welatî bûn û hin pirsgirêkên din jî çareser bike. Dibe ku weke pêşniyara AKP’ê pêşniyareke bêalî jî hebe. Lê penaseyeke mîna ya ku ez pêşkêş dikim gelek pirsgirêkan çareser dike. Ez qala perwerdeya ziman jî nakim. Mafê meşrûiyetê wê bibe xwedî xweseriyeke aborî. Wê dureperêzên di Peymana Xweseriya Rêveberiyên herêmî de dê bêne rakirin. 
 
ÎNKARA KURDAN ÎNKARA TIRKAN E 
 
Pêvajoya normalbûnê; înkarkirina hebûna kurd, înkarkirina hebûna tirkan e. Heke kurd û Îslam biçin wê tirk jî li Anatolyayê nikarin bimînin. Heke ev beş werin tunehesibandin wê ev lobî û hêzên serdest we jî tune hesibînin. Girîng e hurmet ji hemû çandên dîrokî re bê nîşandan û mafê xweîfadekirin û rêxistinbûyînê bê naskirin. Sererastkirineke wisa dikare xelas bike. Her tişt dikeve nava vê. Girîng e ku makeqanûn ji vê re ne girtî be. Ne hewce ye mirov bihejmêr e. 3 peyv bes in; Hemwelatîbûyîn girêdana dewletê ye. Tê diyarkirin ku mafê zimanê zikmakî û nasnameya çandî ku AKP'ê di Komîsyona Makeqanûnê de pêşniyar kir li ser esasê takekesî tê hesibandin û wekî mafekî kolektîf nayê qebûlkirin. Ez di vê mijarê de wiha dibêjim: Divê ne di nava dewletê de mehandina mafên takekesî hebe ne jî li dijî dewletê hemû çandan cuda cuda bi cih bikin hebe. Dema ku siyaset li gorî penaseya xwe ya rastîn neyê kirin, bi mirovên li welat dide windakirin. Di vê rewşê de siyasetmedar e ku neçareseriyê kûr dike.”
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

05/01/2023
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist