Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar

ŞIRNEX - Ji sê jinên siyasetmenderên kurd ku li Silopiyayê hatine qetilkirin Fatma Uyar li pişt xwe tekoşîneke bêhempa hişt. Dayika wê Hatîce Uyar diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza wê bimeşe û got: "Keça min rêya heqiyê de mir, serê min netewand, ez bi wê serbilind im û ew şehîda Kurdistanê ye." 
 
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di 4'ê çileya 2016'an de Endam Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel ya Silopiyayê Pakize Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar di dema qedexeya derketina derve de hedef hatin nişandin û hatin qetilkirin. Yek ji sê siyasetmenderên jin ê kurd Fatma Uyar, di 28'ê tebaxa 1988'an de li gundê Dihokê yê ku di quntarên çiyayê Gabarê dimîne weke duyemîn zaroka malbateke ji 7 zarokan pêk tê ji dayik dibe. Dema ku Fatma hê sê mehî bûye ji ber zextên dewletê gundê wan tê valakirin. Bapîrê wê Temer Uyar tê girtin û 12 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Malbata Uyar a ku ji gund ji nêçariya xwe koçber dibin, li gundê Milga Şantiyê yê girêdayî Şirnexê bi cih dibin. Lê belê li vir jî rastî heman zextan tên û piştî 2 salan ji vir jî koç dikin û derbasî bajarê Şirnexê dibin. Li vir Fatma dest bi dibistanê dike û piştî ku heta pola 5'an dixwîne dev jê berdide. Fatma dema ku dev ji dibistanê berdide di wê de lêgerînek dest pê dike û di salên 2000'an de di nav xebatan de cih digire û di nava tekoşîna ciwanan de bi awayeke çalak cihê xwe digire. Fatma Uyar, di sala 2009'an de tê girtin û 5 sal di girtîgehê de dimîne. Piştî ku salek li ser girtina wê derbas dibe vê carê jî bavê wê Reşît Uyar (53) hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn.
 
BAV Û DAYIK GIRTIN, DERHEQÊ BIRAYÊ WÊ DE JÎ LÊPIRSÎN DEST PÊ KIR 
 
Fatma, ku piştî 5 salan ji girtîgehê derdikeve ranawaste û di nav xebatên jinan de cihê xwe digire. Li Şirnexê bi enerjiya xwe ya ciwantî mal bi mal digere û jinan birêxistin dike. Fatma ya ku bi kelecana xwe û enerjiya xwe ya ku qet naqede jinan bandor dike û navê wê hê di kolanên Şirnexê de li ser zimanan e. Fatma bi 2 hevreyên xwe re bi 3 guleyên ku li bedena wê dikevin hat qetilkirin. Di qedexeyan de mala wan hate gulebaran kirin û biryara hilweşandinê hate dayîn. Piştî qetilkirina Uyar jî derbarê birayê wê de ji ber ku tev li merasîma cenazeyî bûbû lêpirsîn hat destpêkirin. Bi vê jî sînordar neman û di sala 2016'an de li ser mala wan de girtin û dayika wê Hatice Uyar (50), bi îdiaya "endama rêxistinê ye" hate girtin û 2 meh û 10 roj girtîgehê de ma. Uyar a ku bi hevserê xwe re di girtîgehê de dima, piştî ku hat berdan soz da û di nav xebatên Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) de cihê xwe girt. Uyar, niha di rêveberiya HDP'ê ya Şirnexê de bi awayeke çalak di nav xebatan de ye. Uyar 2 sal in jî neçûye hevdîtina hevjinê xwe yê ku li Girtîgeha Beşikduzu ya Trabzonê girtî ye û wî nedîtiye. Tiştê ku ji Fatmayê ji wê re maye jî ew e ku cara dawî ku pora xwe hine dike û wêneyê ku dikişîne dimîne. 
 
'EZ Ê LI PEY DOZA WÊ BIMEŞIM'
 
Dayika Uyar diyar kir ku wê soz daye ku ew ê heta dawiyê li pey rêça keça xwe bimeşe û wiha axivî: "Ev 7 sal di ser qetilkirina wan re derbas bû. Lê belê hê ev komkujiye nehatiye ronîkirin. Kê ev sê jin kuştin? Bixwedê tenê dilopek xwînê di laşê min de bimîne ez ê li pey doza wê bimeşim. Em şer naxwazin, girtin naxwazin, nexweşî naxwazin. Em naxwazin ku kesek bê kuştin jî. Kezeba hemû dayikan yeke. Em dayik aştiyê dixwazin. Em dixwazin ku ev şer û xwîn bê sekinandin. Dema ku Fatma di girtîgehê de bû bi rastî jî min gelek zehmetî kişandin. Ez geh diçûm girtîgeha Sêrtê hevditinê û geh jî diçûm girtîgeha Mêrdînê. Min gelek zehmetî kişandin. Lê min dîsa jî ew roj derbas kirin. Min êş kişandin, zehmetî dit lê dîsa jî ez pê serbilind bûm. Piştî Fatmayê jî min soz da û di nav xebatên partiyê de cihê xwe girt. Dema ku min ev biryare da jî min bi îradeya xwe da. Ji vir û şûnde ez tişteke din nakim. Ji roja ewil heta niha ez di nav vê partiyê de bûm û heta ku ez saxbim jî ez ê di nav partiyê de bim û li pey doza xwe bim." 
 
'EW ŞEHÎDA KURDISTANÊ YE' 
 
Uyar bi lêv kir ku keça wê li pey xwe tekoşîneke mafdar hiştiye û wiha got: "Piştî ku Fatma hatiye qetilkirin birayê wê ji ber ku got, 'Fatma mir lê em hene' derheqê wî de doz hat vekirin. Heta niha jî doza wî didome. Li şûna ku ji kujerên wan hesab bê pirsîn ji me digirin û didarizînin. Jixwe diyar e ku dewletê Fatma û hevalên wê kuştiye. Lê belê hê niha jî em nizanin ku kê ev kuştin, li ku kuştin û çawa hatin kuştin. Ne kincên wan û ne jî tişteke van însanan nedan me. Hema nebû kincên wan bidana me. Me ewqas pirs kir û daxwaz kir. Lê dewletê got, 'tişteke wan destê me de nîne'. Ev 7 sal in yek deqîqe jî Fatma ji ber çavê min neçûye. Çimkî di rêya heqiyê de hatiye kuştin. Serê min pê netewiya û ez pê serbilind im. Heta ku mirina wê jî ji min re serbilindî ye. Ew li ser axa xwe û ji bo rûmeta xwe çû. Raste kezebe, kezaba mirovî dişewite, lê belê ez bi wê serbilind im, ew şehîda Kurdistanê ye. Doza axa xwe kir û heqê xwe kir."
 

Sernavên din

05/01/2023
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin