Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê rojnameya Xwebûnê Îbrahîm Seydo Aydogan di nivîsa xwe ya vê hefteyê de qala Komkujiya Parîsê ya duyemîn ku sê kurd hatin qetilkirin dike û hûrguliyên balkêş vegotiye. 
 
Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Xwebûnê Îbrahîm Seydo Aydogan ku şahidiya kêliya Komkujiya Parîsê ya duyemîn dike li ser hûrguliyên komkujiyê di kunciknivîsa xwe ya vê hefteyê de rawestiyaye û qala bûyerê kiriye. 
 
Berfirehiya nivîsa Îbrahîm SeydoAydogan wiha ye: 
 
"Ji Şerîf Paşa heta bi Bedirxaniyan, Parîs di dîroka kurdan de xwedan cîhekî girîng e. Peymana Sewrê ya ku hesabê Kurdistaneke azad dikir jî li wira hatibû îmzekirin. Li derveyî Kurdistanê, yekem zanîngeha ku cih daye beşa ziman û wêjeya kurdî jî her li Parîsê ye.
 
Li Fransayê, nêzî sê sed hezar kurd hene ku pirraniya wan li Parîs û derdora wê dijîn. Li goristana wê ya mezin, gorên Ahmet Kaya û Yilmaz Guney û Abdulrehman Qasimlo jî hene ku bûne cîranê Marcel Proust û Oscar Wilde.
 
Piştî 12’ê îlona 1980’ê û cûntaya li Tirkiyeyê, bi taybetî jî piştî 1990’î, kurdên ku ji ber zilm û zorê reviyan, ref bi ref hatine Fransayê. Xwendekar di nava wan de hindik bûn, bêtir li van deveran di nava karên înşaat û restoranta de ne, pirr kêm kes di nava wan de hene ku bazirganiyê dikin. Di nava kurdên Fransayê de, rojnameger, hunermend û akademîsyen jî bi hejmara xwe ve her ku diçe zêdetir dibin.
 
Kurdên Fransayê li derdora komeleyên xwe bi rêxistin in. Navenda Komeleyên Kurdî yên li Fransayê jî her li Parîsê ye û di nava gel de weke Komeleya Ahmet Kaya tê naskirin.
 
Ji bilî şûnwariya li Parîsê, ev bajar ji bo kurdan bûye cihekî weha ku du caran komkujî li ser kurdan di nava wê de hatiye kirin. 9’ê çileya 2013’an, sê jinên kurd ên çalakvanên siyasî, bûn armanca êrîşeke kujer. Deh sal piştî wê, 23’ê kanûna 2022’an, dîsa sê kurd, vê carê li ber deriyê Komeleya Ahmet Kaya hatin kuştin.
 
Qet hewce nîn e ku mirov ji xwe bipirse ka gelo kî li dû vê komkujiyê ye. Gladyoya ku ji Tirkiyeyê tê birêvebirin dîsa li ser kar e. Rêvebirên hikumeta Tirkiyeyê her roj gefan li kurdên Ewropayê dixwin û em dizanin ku balyozxaneya Tirkiyeyê ya Parîsê navenda çalakiyên dijkurd a Ewropayê ye.
 
Em dibêjin komkujî, lewre agahiyên jêrê yên li ser qetlîama 23’ê kanûnê nîşan didin ku planeke mezin heye û hemû bûyer divê di nava hev de werin nirxandin :
 
* Kujer di demeke weha hatiye ber Komeleyê ku wê saetê kes li Komeleyê tune ye. Girse, rêvebir û endamên Komeleyê, bêtir dawiya hefteyê, piştî nîvro an berêvarkî tên komeleyê. Hingê, kujer ji deverinan fêr bûbû ku civînek li komeleyê heye.
 
* Kujer di îfadeya xwe ya ber polîsan de dibêje ku wî qerebalixî hêvî dikir. Dide zanîn ku wî çend tûr jî li derdora komeleyê avêtine lê belê kes nehatiye. Hingê, wî zanîbû ku hin kes dê werin.
 
* Ji bo ku mirov wê saetê li benda qerebalixiyê be, divê hayê mirov ji hin tiştan hebe. Tenê îstixbarata fransî dikare hay jê hebe ku wê saetê hin kes dê bihatana wê deverê.
 
* Di çapemeniyê de ji destpêkê ve tê gotin ku “civîneke girîng bi kesên girîng” dê pêk bihataya lê belê ew civîn hatiye paşxistin. Tiştekî weha tune ye. Civîneke tevgera jinan hebû, lê saet di 14’an de bû. Yeka din jî ji bo amadekariya çalakiyên 9’ê çileyê bû lê saet di 18’an de bû. Dimîne hevdîtina me. Lewre me du roj berê li hev du kiribû ku em di navbera 11 û 12’an de hev du bibînin.
 
* Vê demê gellek civîn û hevdîtin li komeleya Parîsê çêdibin, lewre amadekariya çalakiyên ji bo salvegera qetlîama 9’ê çileyê heye. Evîn jî li wira li benda min bû da ku ez di amadekirina bangên nivîskî û pankart û dovîzan de alî wê bikim.
 
* Evîn saet 11 :34’an de peyamekê dişîne ji hevaleke me ya çapemeniyê re. Her weha saet 11 :36’an de peyameke din dişîne ji hevalekî me yê rêvebir re. Hingê, kujer hê nehatiye.
 
* Abdulrahman Kizil cara dawîn saet 11 :37’an de di whatsapê de xuya bûye. Ew li komeleyê bû, lewre bîsteke din diviya biçûya ser doktor ji bo tedawiya xwe ya penceşêrê.
 
* Mîr Perwer berî êrîşê hatiye komeleyê, çaya xwe vexwariye û derketiye. Ji hevalekî re dibêje ku hevdîtineke wî bi hevalekî wî re heye. Bi dû re derdikeve derve.
 
* Ez, li gorî saeta ku li ser bilêta min a parkîngê heye, saet 11 :39’an ketime parkînga bin erdê. Heta wê kêlîkê jî dengê teqînê nehatiye kesî. Lewre ez pêşî derdora 11 :30’an hatim kolana ku ji komeleyê bi qasî sed metreyan bi wê de. Ji ber ku mirov nikare xwe li ber komeleyê park bike, em bêtir li derdor an nêzîka wê park dikin. Ez ji tirmbêla xwe daketim û ber bi komeleyê ve meşiyam. Bi dû re sekinîm. Min nizanîbû ka ez ê çiqasî li komeleyê bimama, lewre piştî nîvrojê jî min diviya azmûneke Zanîngeha Kobaniyê bi rê ve bibiraya. Lewma min got ku ya baş ew e ku ez trimbêla xwe li kolanê daneynim da ku ez cezayê parkîngê nedim ; hema ez trimbêlê bixim parkînga bin erdê ku çend qirûşên wê zêdetir in lê belê mirov tengav nabe. Hingê ez vegeriyam trimbêla xwe. Heger li derdorê teqîneke çêbibibûya me ê bibihîstaya.
 
* Navbera parkîngê û komeleyê bi peyatî 3 an 4 deqîqe ye. Ji xwe ez di parkîngê de nemam û, piştî ku min trimbêla xwe danî, rasterast derketim derve.
 
* Kujer bi trimbêlekê hatiye nêzîkî komeleyê. Jinek û du zilam di trimbêlê de ne. Di destê kujer de çenteyek heye. Bi giştî, 29 cercûr bi xwe re anîne ku 4 li ser wî ne, 25 di nava qutîkekê de û di çenteyî de ne. Hingê amadekariya komkujiyeke mezin hatiye kirin.
 
* Çima 29 ?
 
* Ji ber ku hin agahiyên li ser komkujiya 9’ê çileyê di bîra min de hene, ez dikarim bibêjim ku kujer dixwaze peyamekê bide me. Lewre di dîrokê de heta nuha 29 serhildanên kurdan çêbûne. Roja 9’ê çileyê, bi êrîşa ser sê jinên kurd ve, dijminan dabû zanîn ku ew ê pişta kurdan bişkînin û herî zêde fîşek berra devê wan dabûn. Lewre wan her sê jinan peywendiyên dîplomatîk datanîn û ji çapemeniya ewropî re dipeyivîn.
 
* Kujerê 23’ê kanûnê ji polîsan re gotiye ku ew dijminê biyaniyan e lê belê li Fransayê gava ku mirov dibêje “biyanî”, bêtir ereb an reşik tên bîra mirov. Kurd li Fransayê nakevin kategoriya biyaniyên ku li ber çavan in, ne ji wan biyaniyan in ku xelkê fransî behsa wan bike. Bêtir ji wan tê hezkirin û dilê xelkê bi wan dişewite. Bi ser de, ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, sempatiyeke fransiyan ji bo kurdan heye. Wê rojê xortekî bê kaxez, yanî qaçax, digot ku polîsan li nasnameya wî pirsiye, hindik mabû ku bihataya girtin ; lê belê gotiye “ez kurd im” û polîsan di cih de ew berdaye.
 
* Kujerê 23’ê kanûnê gotiye ku “girrê wî li dijî kurdan hebûye” lewre “Kurdan diviya hemû Daîşî bikuştana lê wan Daîşî xistine hefsê”. Sedemeke weha beradayî nikare bikeve serê mirov. Lê belê, nabêje bê çima rasterast çûye ber komeleya kurdî û ne dikan an xwaringeheke kurdan, çima di saeteke xalî de. Lewre, hema saet ji 12’yan û bi şûn de, xelk hêdî hêdî wê taxê dadigirin.
 
* Hingê, em fahm dikin ku çîrok û sedem û şiklê pêkanîna wê komkujiyê hemû daxuyaniyên kujerê 23’ê kanûnê derewîn derdixin. Mêrik ji xwe re derewek ava kiriye.
 
* Mêrik mecbûr bû ku wê saete, hema qerebalixî nebe jî, komkujiyê pêk bîne. Lewre soz daye deverinan. Polîs divê aşkere bike ka gelo bi rastî jî bi trimbêlê hatiye, gelo kî di wê trimbêlê de bû, gelo ew demançe û 29 cercûr fîşek ji ku peyda kirin, gelo çima derewan dike ?
 
* Polîs divê aşkere bike ka gelo pereyê ku li mala wî hatiye dîtin çi mesele ye. Gelo bi rastî jî ew pere li ser navê jineke tirk ya rojnameger hatiye ji vî mêrikî re? Gelo rast e ku peywendiya wî bi wê jina tirk re heye? Ew jina ku nuha ji ber ewlehiya lêpirsînê em nikarin navê wê bidin, li ser hesabê îstixbarata tirkî dixebite û hê jî di dezgeheke fermi ya ser bi Tirkiyeyê lê li Fransayê dixebite.
 
* Mirov ji van agahiyan fahm dike ku gava ku ez di parkîngê de me, kujer digihîje ber deriyê komeleyê. Yanî, saet ji 11:39 heta 11:41 ev bûyer pêk hatiye.
 
* Ez saet 11:43 an 11 :44’an li ber deriyê komeleyê bûm. Kolan vitî vala bû. Kes li derve nebû. Li ber deriyê komeleya ku mirov di pêlikan re hildikişe û dikeviyê, du meyt li erdê bûn. Li aliyê çepê, Abdulrahman Kizil, li aliyê rastê Evîn ya ku ez ji bo dîtina wê hatibûm. Ez weke gêjekî li wê rastê sekinîm û min hewl da ku fahm bikim.
 
* Polîs jî her wê kêlîkê hat. Li ber deriyê salona kuafor zilamek bi keft û left xistin nava trimbêla xwe û çûn.
 
* Zilamekî û jinekê bi bazdan xwe avêt ser Evînê da ku masaja dilî lê bikin. Ew doktor bûn. Qet neket bala min ku hatibin kuştin. Ez derketim jorê da ku bibînim bê kî ye ew jina ku doktoran dixwast hişyar bike. Min dît ku Evîn e.
 
Gava ku jinekê ji paş min ve bi tirkî got “birîndarek li vî aliyî heye” ji ber peyva “birîndar” hê nû min fahm kir ku êrîşek kujerî pêk hatiye. Ez di cih de beziyam nava xwaringeha ku jinikê destnîşan dikir. Min dît ku di nava wê xwaringeha vala de, hozan Mîr Perwer li erdê ketî bû.
 
Min ew nas nedikir. Min got qey ciwanekî me ye. Bi ser kêleka çepê de veketibû, çavên wî vekirî, hişê wî li serê wî bû. Lê belê tev nediliviya. Min xwe bi ser de daqûl kir û min bala xwe da rûyê wî. Min dest mile wî yê rastê da û min bi kurdî gotê “heval, tu baş î?” Min dît ku çavên wî ber bi min ve zîvirîn beyî ku bikare tiştekî bibêje. Li min niherî. Rûyê wî sar dibû. Min fahm kir. Min milê wî mist da.
 
Her wê kêlîkê dengê ambûlans û polîsan hat. Ez beziyam derve û qêriyam “li hundir birîndarek heye ku hişê wî hê li serê wî ye”! Bi qasî 15 deqîqeyan mudaxale kirin lê Mîr Perwer jî şehîd ketibû ku paşê dê ji min re bihataya gotin.
 
Ez di nava kuştî û birîndaran de li wê rastê sekinîm. Min berê xwe da Evînê. Min dît ku meytê min jî li kêleka yê wê li erdê ye.
 
Min di cih de telefona xwe derxist da ku hawarê bigihînim bi hevalan ve: 'li ber komeleya Parîsê me, êrîş çêbû, zû werin, şehîd hene.'
 
Min nizanîbû ku min xebera şehadeta xwe dida hevalan." 
 
Li ser mijarê dê nivîs berdewam bike... 

Sernavên din

03/01/2023
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’