Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin

  • rojane
  • 17:03 26 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Hevserokên Giştî yên KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê û parlamenterên wan ji bo têkildarî pêvajoya siyasî nêrîn û pêşniyarên gel bigirin yek bi yek serdana gund û navçeyên Amedê dikin. Gel, şandeyên kolan bi kolan digerin bi coşeke mezin pêşwazî dike. 
 
6 şandeyên cuda ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê pêk dihat li navçeyên Hênê, Rezan, Yenîşehîr, Hezro, Bismil û Erxenî yên Amedê serdana gel kirin. Di serdanên ku îro dest pê kirin û dê heta 2’yê mehê berdewam bikin de, gund bi gund, kolan bi kolan nêrîn û pêşniyarên gel ên der barê pêvajoya siyasî de tên girtin. Şande li gund û kolanên ku ziyaret dikin bi hezkirin û coşeke mezin a gel tên pêşwazîkirin. Gel û esnafên ku derd û pirsgirêkên xwe tînin ziman diyar dikin ku hêviya çareseriyê di Tifaqa Rêya Sêyemîn de ye. 
 
YENÎŞEHÎR  
 
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî û şandeya pê re tevlî civîna gel a li gundê Qamişek yê navçeya Yenîşehîrê bûn. Şandeya ku di nav de Berdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê ku yek ji pêkhateyên HDP'ê ye Pınar Sakik Tekin jî hebû rastî eleqeyek mezin a gel hat. 
 
‘ÇARESERÎ EM IN’ 
 
Sezaî Temellî yê HDP'yî ku di dema serdanê de xîtabî gel kir, kesên di komkujiya li Fransayê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got: “Em her roj gelek canên xwe ji dest didin. Me berê jî komkujiyên bi heman rengî jiyan. Êş û hêrsa me mezin e, lê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn bigihe zemîneke demokratîk em ê hewldanên xwe bidomînin. Me hevalên xwe jî di vê oxirê de winda kirin. Yekane çareserî em in.”
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN’
 
Temellî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha berdewam kir: “Heta ku ev tecrîd neyê rakirin çareserî ne pêkan e. Em neçar in vê tecrîdê bişikînin. Ne tenê weke gelê kurd, divê her kes jin, kedkar ji vê neçareseriyê re deng derxînin.”
 
‘DIVÊ EM LI DIJÎ ŞER DENGÊ XWE DERXÎNIN’ 
 
Temellî, qala pêvajoya hilbijartinê ku nêzî dibe kir û wiha pê de çû: “Dîsa bi şer û êrişan dest bi hilbijartinê kirin. Divê em bi hev re xwedî lê derkevin. Berê digotin ‘guleyeke bi çiqasî ye’, niha derdikevin dibêjin ‘guleyeke topê bi çiqasî’ ye. Çareserî ev e, hûn ê pirsgirêkê wiha çareser bikin? Dibêjin ‘çekên kîmyewî nehatine bikaranîn’ lê em dizanin ku her cure çekên qirêj bikartînin. Madem we lêkolînkiriye wê demê bila saziyên din jî biçin lêkolîn bikin. Sûc dikin ji bo veşêrin darazê bikartînin. Mamoste Şebnem ji ber vê yekê girtin.”
 
‘RÊYA SÊYEMÎN RÊYA HÊVÎYÊ YE’
 
Temellî, anî ziman ku heta aştiyeke mayînde û Komareke Demokratîk pêk were wê têkoşîna wan bidome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebatên me tax bi tax kolan bi kolan bi awayekî birêxistinkirî dê bidomin. Em ê destê xwe deynin bin kevir û ji vî barî bi hev re xelas bin. Em pirsgirêkên Tirkiyeyê yên bingehîn bi rêya 3’yemîn çareser bikin. Em her kesê vedixwînin ser vê rêyê. Ev rê rêya hêviyê ye. Me ji ber wê got Tifaqa Ked û Azadiyê.”
 
Temellî piştî axaftinê pirsgirêkên gel guhdar kirin. Welatiyan bi gotina “partiya me diyar e, em çiqas bên girtin jî têkoşîna me diyar e, ji me ditirisin” anîn ziman ku wê dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê.  
 
Temellî û şandeya pê re ku pişt re serdana gundê Tilham kirin, li vir jî bi eleqeyeke zêde ya gel re hatin pêşwazîkirin. 
 
ERXENΠ
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û şandeya pê re li navçeya Erxeniyê bi gel re civiyan. Ozturk ê li qehwexaneyên li navenda navçeyê bi gel re civiya, pêvajoya siyasî nirxand. Ozturk bibîr xist ku ev sedsal in tê xwestin kurd bên asîmîlekirin û li hemberî vê yekê her tim berxwedanek hatiye meşandin û got: “Yên ji berxwedanê ditirsin, tecrîdê li birêz Ocalan ê hêviya gelan e, dikin. Dixwazin pergala tecrîdê ya ji Îmraliyê dest pê kiriye belavî hemû qadan bikin. Em vê naxwazin, em ê tecrîdê hilweşîni.”
 
‘DURÛTIYA MUXALEFETÊ’ 
 
Ozturk, diyar kir ku muxalefet polîtîkayeke durû dimeşîne û got: “Hûn dibêjin îrade, lê dema qeyûm li şaredariyên me hatin tayînkirin hûn bêdeng man. We ji bo rakirina parêzbendiya hevalên me got 'erê'. Hûn ji destûra operasyonê re dibêjin 'erê'. Hûn ji êrîşan re li çepikan didin. Eger bi vî rengî dewam bike, wê dawiya we mîna ya AKP’ê û MHP’ê be. Heke bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin wê samîmî bin. Hiqûq û edalet li dijî kurdan hatiye sekinandin. Muxalefet li dijî vê bêdeng dimîne. Li Fransayê kurd tên qetilkirin li dijî vê jî bêdeng dimîne.”
 
KOMKUJIYA FRANSAYÊ 
 
Ozturk ê komkujiya li Fransayê pêk hat şermezar kir, xwest bi hemû awayî were zelalkirin. Ozturk, pişt re welatî guhdar kirin. Welatiyan jî bertek nîşanî tecrîdê dan û anîn ziman ku wê di her şert û mercî de têbikoşin.
 
HEZRO 
 
Li qehwexaneya  gundê Barqûş a girêdayê navçeya Hezroyê ya Amedê jî şandeya ji Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, rêxistina navçeya HDP’ê ya Hezroyê, rêveberên Partiya Çep a Kesk pêk dihat û gelek gundî tev li civîna gel bûn. Gundiyan bi kelecan şande pêşwazî kirin.
 
Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axaftinek kurt kir. Ceylan, di destpêka axaftina xwe de gund komkujiya li Parîsê hate kirin şermezar kir û wiha got: “Kurd li kuderê bin dibin hedefa êrîşan, dixwazin ku bi van êrîşan vîna kurd bişikînin. Di heman demê de li dijî DBP’ê operasyona siyasî  hat kirin, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û 14 hevserok hatin binçavkirin. Dibêjin em ê wisa vîna kurd ji holê rakin. Ev 7 sal in AKP’ê û MHP’ê hebûna xwe li ser înkara kurdan ava kirine.”
 
Ceylan, got em di rewşeke xetere de ne divê ku em vê rewşê bibînin û axaftina wiha berdewam kir: "Ev 7 sal in li ser Birêz Abdûllah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Ev tecrîd êdî li hemû girtîgehan, li ser civakê jî bandor dike. Tecrîta li ser birêz Ocalan bi rêxistin û tekoşînek mezin dê bê şikandin. Em ketine dema hilbijartinê de AKP û MHP dê lîstikên pir qirêj bilîzin. Le em ê wan lîstîkan pûç bikin û dê siyaseta demokratîk ser bikeve. Ji ber vê yekê divê em jî rol û mîsyona xwe bilîzin. Em ê AKP’ê û MHP’ê têk bibin. Wekî din şansê me nîne.”
 
BISMIL 
 
Li navçeya Bismilê jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û şandeya pê re bi gel re civiya. Endamên şandeyê ku bi eleqeyeke zêde hatin pêşwazî kirin têkildarî pêvajoya siyasî gel agahdar kirin û pêşniyarên wan wergirtin. Hevseroka Giştî Salîha Aydenîz destnîşan kir ku şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê ne tenê ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê her wiha ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî bibe çareserî. Aydenîz a pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013 û 2015’an de bi bîr xist, destnîşan kir ku yekane rêya derketina ji krîzan demokrasî û dengê ji Îmraliyê derdikeve ye û xwest gel, dayikên kurd, ciwan û jin li her qadê li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin.
 
Şandeyê pişt re rexne û peşniyarên gel guhdar kirin. Gel jî komkujiya li Parîsê şermezar kir û anî ziman ku wê li cem partiya xwe bin. Welatiyekî jî anî ziman ku bi tifaqiya gel wê van rojên zehmet derban  bikin û diyar kir ku divê di vê pêvajoyê de herkes li kolanan, qadan û taxan têkoşînê bide meşandin.
 
Civîn bi sohbetên li ser geşedanên siyasî bi dawî bû.   
 
HÊNÊ
 
Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier, Hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy, endam û rêveberên HDP’a navçe û bajar jî tev li civîna gel a li navçeya Hênê bûn. Şandeya ku li vir derbasî mala şînekê bûn sersaxî ji malbata welatiyekî ku jiyana xwe ji dest da re xwest û pişt re li gundê Derelî li qehwexaneyê bi gel re civiya. 
 
Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier ê bal kişand ser girîngiya yekitiya netewî ya kurd û wiha got: “Pêwîste em yekîtiya xwe ya neteweyî di nava kurdan de pêk bînin. Ji bo vê divê em bi hev re tevbigerin. Pêşî ji bo ku tecrîd ji holê rabe, ji bo ku şer raweste, demokrasî were û mafê mirovan hebe divê em bi hev re têbikoşin û vê hikûmetê hilweşînin.”
 
‘EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’ 
 
Hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy jî qala polîtîkayên şer ên desthilata AKP’ê û MHP’ê kir û wiha got: “Em tecrîdê bişkînin, ji bo ku aramiya vî welatî pêk bînin em aştiyê ava bikin. Bi vê yekê re em xizaniyê ji holê rakin û pêşî li komkujiyên li jinan tên kirin bigirin. Werin em bi hev re demokrasî, wekhevî û edaletê bînin vî welatî. Ji bo vê jî ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi piştevaniya gelê me heye.”
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/12/2022
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn