Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye

  • rojane
  • 10:02 24 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê kurd Mîr Perwer ê di êrişa li Parîsê de li dijî sazî û dikandarên kurd pêk hat de berê ji rojnameya Xwebûnê re axivî ye û gotiye kurd û Kurdistan hestek mezin di dilê wî de çêdike û hunerê jî wek rêya rastiyê û xwenaskirinê pênase kiriye. 
 
Li paytexta Fransa Parîsê, duh li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û dikanên esnafên kurd ji aliyê kesekî 69 salî ve ku beriya 12 rojan ji girtîgehê hatiye berdan ve êrişeke çekdarî pêk hat. Di êrişê de 3 welatiyên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Rewşa du birîndaran giran e û li beşa lênêrîna awarte tedawiyên wan didomin. 
 
Ji her sê kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan yek jê hunermend kurd Mîr Perwer bû. Perwer ji navçeya Gimgim a Mûşê ye û ji ber ku cezayê siyasî lê hatiye birîn di sala 2021’an de ji neçarî koçî Ewropayê kiriye. Perwer di 28’ê sibata 2022'yan de ji nûçegihana rojnameya Xwebûnê, Medya Bal re derbarê jiyan û xebatên xwe yên hunerê de axiviye û daye zanîn ku ji zarokatiyê ve eleqeya wî ji bo muzîkê hebûye lê ji ber ku baş bi zimanê xwe yê zikmakî nizanibûye nikaribûye hestên xwe baş îfade bike.
 
 
MERAQA WÎ YA JI BO HUNERÊ 
 
Perwer, agahî daye ku piştî dibistana navîn biryar daye ku bikeve nav xebatên hunerê û li ser vê birayara xwe dest bi gotina stranan kiriye. Perwer diyar kiriye ku piştî mirov rastî û rewşa kurd û Kurdistanê nas dike di dilê mirov de hesteke mezin çêdibe û bi demê re xwe dide der û wiha axivî ye: 
 
“Wê demê me baş ziman nizanibû ji ber ku me di dibistanên tirkan de perwerdehî didît derfeta me tunebû ku em bikevin nav hunera kurdî. Ji bo kesekî/ê ku li Kurdistanê dijî, afirandina hunerê tişteke pir hêsan e. Hûn ê bibêjin çima? Ji ber ku bi hezaran êş û şahiyên erdnîgariya Kurdistanê hene di heman demê de çandeke me ya bi şax û kevnar heye dema mirov li wan binêre û wan ji xwe re bike referans dikare bi hezaran staranan bistire. Hunermedekî/ê ku êş û azarên li Kurdistanê ji xwe re bike derd bivê nevê dibe hildiberîner. Lê tevî van tiştan zehmet e ku hunermedekî/ê kurd li dijî astengkirin û zextên li ser hunera kurdî bikaribe hunera xwe pêşkeşî civakê bike.”
 
'HÛNER WEK RÊYA XWE NASKIRINÊ YE' 
 
Perwer daye zanîn ku huner ji bo wî riyeke xwe naskirinê ye û derbarê mijarê de wiha gotiye: “Kesekî/ê ku ji dil bi hunerê re eleqeder dibe rastiya xwe baştir dibîne, xwe baştir nas dike. Huner lêgerîn û pira ku mirov xwe digihîne heqîqetê ye. Kesekî/ê ku bi hunerê re eleqeder dibe zêdetir xwe nas dike û dikare empatî li pêş bixe. Îro dema ku em dinirxînin dibe ku her hunermend rewşa civaka xwe hîs neke lê her hunermedên ku rastiya kurdewarî di ruhê xwe de bi cih kiribe ev rastiyê jî hîs dike. Kesên ku hunerê dikin hewce ye ku armanca hunera xwe jî bizanibin.  Dema ku mirov bibêje muzîk û huner hewce ye ku mirov zanibe ew muzîk û huner nûnertiya çi dike. Hewce ye tu zanibî tu bi kîjan çand û zimanî hunerê dikî. Hunermendekî/ê ku hunera kurdî dike lazim e ku bizanibe ew nûnertiya kurd û kurdewariyê jî dike. Di vî aliyê de divê bi giraniya hem nûnertiyê hem jî ya berpirsiyariyê tev bigerin. Civak bi rêya hunerê parastina xwebûn, çand, ziman, dîrok û nasnameya xwe jî dike. Heke huner ji her aliyê ve xwe parasti be wê demê ji bo civakekî pir girîng e.”
 
'DIXWAZIN ME DI AŞÊ PIŞAFTINÊ DE BIHÊRIN' 
 
Perwer rexne li kesên ku qaşo xwe hunermend dihesibînin û çanda xwe nizanin û jê dûr dijîn jî kiriye û gotiye ku ev hunermend tatêla fêrbûna çand û zimanê xwe, bi jiyana rojane re zêdetir eleqeder dibin û ji ber wê jî qedrê hunerê erzan dikin. Perwer derheqê vê yekê de jî wiha dibêje: “Li ser hunerê hûr nabin hunera rojane ava dikin. Ev jî bi xwe re tunebûna hunerê tîne û bişaftin pêk tê. Dema ku em hilberîna hunerê nekin û wê tune bikin em jî dibin yek ji çerxa bişaftina ku li ser me tê meşandin. Bifikirin ku aşeke çêkirine û dixwazin me bihêrin. Li aliyekî hin kes li ber xwe didin li aliyê din jî hinek jê jî jê re dibin av. Bi vî awayê dixwazin ku em xwe bi xwe tune bikin. Dema berê hunermendekî hunerê bikira rasterast êriş li ser dihat kirin û li hemberî vê êrişê berxwedaneke bêhempa jî dihat dayîn. Lê îro êrişa fizîkî pêk nayê û dewlet dixwaze bi polîtîkayan hunermendan bike bin bandora xwe.
 
Ji ber ku hunermed jî li ser esasê çanda xwe hunerê nake dikeve ber bayê polîtîkayên hikûmetê û dibe yek ji amûrên van polîtîkayan. Ji bo hunermend nebe amûrê polîtîkayan hewceye xwe perwerde bike û nas bike. Keseke ku xwe nasneke nikare parazvaniya civakekî jî bike. Heke hunermend di îdeaya nûnertiyê de be hewce ye ku xwedî seknekî be. Ev nirxên ku em li ser hunerê dikin bi gelek bedelên giran hatine bidestxistin. Ku em nikaribin vê çandê biparêzin ji aliyê wijdan ve jî kêmasiyên me hene. Divê hunermend xwedî li vê çandê derkevin, ne ku xwe li ser destkeftiyan bidin jiyandin.”
 
‘DEWLETA TIRK DIXWAZE HUNRA KURDÎ TÊK BIBE' 
 
Perwer bal kişandiye ser bêtehemûliya dewleta tirk a ji bo çand û zimanê kurdî û wiha gotiye: "Dewleta tirk bi êriş û astengiyan dixwaze hunera kurdî têk bibe Li cihekî wek kolana Îstîklalê ya Stenbolê ku bi hezaran kes dimeşin û êdî bûye kolaneke kozmopolîtîk, ciwanên kurd jî dixwazin cih bigirin. Tehemula dewletê ji vê re tune ye. Lê hewce ye mirov vî tiştê jî bifikire dewlet çima ewqas bi hêsanî dikare muzîka kurdî asteng bike. Ev jî heye, heke mirov xwedî seknekî xurt be wê demê êrîşên dijmin jî vala derdikevin. Hevalên ku li kolanan cih digirin hewce ye bi hevaltî li hev binêrin ne ku bi hev re bikevin reqabetê. Li bakurê Kurdistanê muzîka kurdî di cafeyan de hatiye asêkirin. Hewce ye ku kesên bi hunerê re eleqeder dibin xwe xurtir bikin.”

Sernavên din

24/12/2022
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin