Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin

  • rojane
  • 21:25 23 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li welatên Ewropayê dijîn li dijî komkujiya li paytexta Fransayê Parîsê ku 3 kurd hatin qetilkirin, daketin qadan û komkujiyê protesto kirin.
 
Kurdên li welatên Ewropayê dijîn li dijî komkujiya li paytexta Fransayê Parîsê ku 3 kurd hatin qetilkirin, daketin qadan û komkujiyê protesto kirin.
 
ALMANYA
 
Kurdistanî û dostên wan ên ku li ber Hauptbahnhof a bajarê Hannover ê Almanyayê hatin ba hev, êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û kargehên Kurdan ên li paytexta Fransayê Parîsê şermezar kirin.
 
Kurdistaniyên li qada Lûîsentplatz a bajarê Darmstadt ê Almanyayê hatin ba hev, êrîşa li Parîsê bi mîtîngekê şermezar kir.
 
Kurdistaniyan diyar kir ku êrîş bi fermana Erdogan û Suleyman Soylû hatiye kirin û bang li gel kir ku sibehê biçe Parîsê û li şehîd û birîndaran bibe xwedî.
 
Kurd û dostên wan li bajarê Freîbûrg ê Almanyayê ji bo protestokirina komkujiya li Parîsê, li qadan bûn. Di çalakiyê de peyama “Em faîlên vê komkujiyê nas dikin. Teqez ne tesaduf e ku ev komkujî di salvegera 10’emîn a qetilkirina Sakîne Cansizan de, hatiye kirin. Yê ev komkujî pêk anî ne tenê yek kes e, em faîlê li pişt jî nas dikin û em ê hesab bipirsin. Heta ku em bersivekê digirin, em ê terka qadan nekin” hat dayîn.
 
Kurdistaniyên piştî banga tevger û rêxistinên azadiyê yên kurd, li bajarê Gîessen ê Almanyayê hatin ba hev, qetlîama li Parîsê protesto kir. Di mîtînga bi pêşengiya DKTM ya Gîessenê hat lidarxistin de, gel daxwaza eşkerekirina hêzên li pişt qetlîamê kir û bang kir ku her kes sibehê biçe Parîsê ku qetlîam lê hat kirin.
 
Li Dortmûnd a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan saet di 17.00 de li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û komkujiya li Parîsê şermezar kirin. Di çalakiyê de pankartên “Ewropa, li hemberî komkujî û bomberdûmana dewleta Tirk a li Kurdistanê bêdeng namîne!”, “Îxracata çekan û piştgiriya aborî ya ji bo dewleta Tirk dibe sedema qirkirina Kurdan” hatin vekirin. Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di komkujiya li Parîsê de şehîd bûne dest pê kir, bertek nîşanî êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hat dayîn.
 
DANÎMARKA
 
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdistanî li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev û komkujiya faşîst a li ser Navenda Çanda Ahmet Kaya hat kirin, şermezar kir.
 
Di axaftina hat kirin de, ev tişt hatin destnîşankirin: “Gelê kurd wê li dijî van komkujiyan bêdeng nemîne û em qebûl nakin. Bila hemû cîhan û raya giştî bizane ku ev êrîş ji polîtîkayên dewleta Tirk ne qut e. Êrîş ji ku derê tê bila bê, dewleta Tirk bi polîtîkayên şer ên qirêj ku li dijî gelê Kurd dimeşîne, li her derê êrîşê Kurdan û kesên rewşenbîr dike. Dewleta tirk bi artêş, polîs û çeteyên mîna DAÎŞ’ê ku berhemê wan bi xwe ye, polîtîka û şerê toyekûn ê li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd, dihilgire qadên navneteweyî. Dewleta kujer a ku 2013’an li heman bajarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kir, bi heman motîvasyonê îro dîsa komkujiyek din pêk anî. Eger dewleta Fransa ev komkujî bi hemû aliyan ve derxistiba holê, îro ev komkujî pêk nedihat.”
 
Di dema axaftinê de bê navber dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Em komkujiyên lîderê DAÎŞ’ê Erdogan ên li Parîsê pêk anî protesto dikin”, “Bêdeng nemîne” û “Hingê ku bêdeng bimînî, wê hîn zêdetir komkujî çêbibin” hatin berzkirin.
 
Girseyê di serî de Fransa bang li Yekîtiya Ewropa û welatên din kir ku li dijî van komkujiyên faşîst û hovane yên li dijî gelê Kurd tê kirin, peywira xwe bi cih bînin.
 
FÎNLANDIYA
 
Li bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê jî gelê ku bi qetlîama li Parîsê hisiya, hat ber Sefaretxaneya Fransayê. Bi daxuyaniya ku li ber sefaretxaneyê hat dayîn, banga eşkerekirina hêza li pişt qetlîamê hat kirin. Qetlîam, bi berzkirina dirûşman hat şermezarkirin. 
 
QIBRIS
 
Ji bo protestokirina komkujiya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê dijîn, hatin ba hev û meş û mîtîng li dar xistin.
 
Kurdistanî û dostên wan li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos a Lîmasolê hatin ba hev û ji vir meşiyan. Di meşê de alên PKK, HPG, YPG, YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan û dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Dewleta Tirk a faşîst”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Dîktator Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.
 
Lezgîn Serhat di mîtîngê de axivî û komkujiyê şermezar kir. Serhat diyar kir ku ev komkujiya îro hat kirin ne tesaduf e, bi zanebûn û organîzekirî hat kirin û got ku yên 9’ê Çileyê 2013’an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin, îro li heman bajarî bi heman awayî xwe eşkere kirin. Serhat destnîşan kir ku ji ber Komkujiya 9’ê Çileyê nehat ronîkirin, îro ev komkujî dîsa pêk hat.
 
Lezgîn Serhat daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Fransayê jî rexne kir û anî ziman ku daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Fransayê, sînyala veşartin û parastina faîlan dide. Serhat ragihand ku hikûmeta Fransayê divê demildest hêzên li pişt vê komkujiyê û yên bûne hevkarê komkujiyê, eşkere bike û got: “Eger ku ev yek nekirin, wê demê ev tê wateyê ku dewleta Fransayê li aliyên kesên komkukî pêk anî ye.”
 
YEWNANÎSTAN
 
Kurd û dostên xwe yên li Atînayê, ji bo protestokirina êrîşa li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, ji Qada Syntagmayê pêşî meşiyan ber Sefaretxaneya Fransayê, ji wir jî meşiyan ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê.
 
Polîsên Yewnan, ber li girseyê girt ku gihîşt ber Sefaretxaneya Fransayê. Girseyê, bi berzkirina diruşiman û çepikan li xwepêşandanê dewam kir. Polîsan, bi bombeyên gazê êrîş bir ser girseyê. Polîsan, daxwaza belavbûnê li girseyê kir lê gel di lidarxistina çalakiyê de bi israr bû û ji cihê lê bû veneqetiya û bi berzkirina diruşiman li xwepêşandanê dewam kir. 
 
Girseyê, bêyî navber diruşimên “PKK, tolhildan“, “Fransaya dîktator“ û “Erdoganê faşîst ê kujer“ berz kirin û diyar kir ta ku rê bê vebibe ew ê li ber meclîsa Yewnanistanê li xwepêşandanê dewam bike. Polîsan piştre rê vekir û hişt ku girse bimeşe ber bi Sefaretxaneya Tirkiyeyê ve. Girse ku gihîşt ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê bi deqeyekê rêz ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê girt. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Navenda Çandê ya Kurd a Atînayê daxuyanî hat dayîn. Êrîş, bi daxuyaniyê hat şermezarkirin.
 
Piştî daxuyaniyê, girseyê dirûşmên “PKK, tolhildan“ û “Şehîd namirin“ berz kirin û belav bû.
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/12/2022
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin