Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike

  • jin
  • 09:10 23 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ku bi derfetine kêm dixebite, li Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan ava dike. Hevşaredar Adalet Fidan got ku ew ê projeyên bi vî rengî pêş bixin û wiha got: "Em ê li gorî daxwaz û pêwîstiyên civakê projeyên bi vî rengî bidomînin." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de 3 jê şaredariyên bajarên mezin bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibûn. Lê belê 6 hevşaredar bi hinceta bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) hatine îxrackirin mazbatayên wan nehatibûn dayin. Ji van şaredariyan tenê 6 jê qeyûm tayînî wan nehatine kirin. Şaredariyên qeyûm tayînî wan nehatine kirin jî bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin û her wiha ji ber deynên ji dema qeyûman mayî jî gelek caran nikarin bixebitin. Lê tevî hemû astengiyan jî yek ji şaredariyên HDP'ê ku qeyûm nehatiye tayînkirin, Şaredariya Silopiyaya Şirnexê xebatên xwe bênavber didomîne. Heta niha şaredariyê bi taybetî di qada jinan de û bi giştî jî di gelek qadan de xebatên girîng kirine. Şaredariyê niha jî projeya kompleksa sporê ya jinan çêkir. Projeya ku bi daxwaz û pêşniyara jinên Silopiyayê hatiye çêkirin, di warê werzîşê de her derfetê dide ber jinan. Şaredarî bi vê projeyê re jî sînordar nemaye, her wiha îhaleya Parka 8'ê Adarê ya jinan jî wergirt. 
 
Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fidanê der barê her du projeyan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'PÊWÎSTÎ BI GUHDARÎKIRINA JINAN HEYE'
 
Fidan, anî ziman ku rêveberiyên xwecihî beriya ku projeyekê bidin pêşiya xwe divê guh bidin daxwazên gel û jinan û wiha axivî: "Weke rêveberiyên xwecihî projeyên jinê her tim ji me re tiştên sereke ne. Dema ku di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, qeyûman herî zêde xebatên jinan hedef girtin. Armanc tunekirina xebatên jinan bû. Dema ku em jî hatin hilbijartin me di taxan de bi jinan re civîn li dar xistin. Piştre me daxwaz û pêşniyarên wan di ber çavan re derbas kirin. Hemû projeyên ku me kirine û em ê bikin jî li gorî daxwazên jinên Silopiyayê ne. Pêwîstî bi guhdarîkirina jinan heye. Ji sedî 50'yê civakê jin in. Ya ku êş û jana civakê dikêşîne jin e û ya ku jiyanê diafirine jî jin e. Ji ber wê jî pêwîst e ku pêşniyarên jinan û daxwazên wan esas bên girtin. Em ji nîqaşên ku di meclisa jinan de me kirin jî, em gihîştin vê encamê. Her wiha Silopiya jî weke bajarê jinan hatiye binavkirin. Em jî bi wê hişmendiyê nêzîk dibin. Ji ber vê jî divê daxwazên jinan li ber çavan bên girtin."
 
CARA EWIL KOMPLEKSA WERZÎŞÊ YA JINAN TÊ ÇÊKIRIN
 
Bi domdarî Fîdan bal kişand ser projeya kompleksa werzîjê ya jinan û got ku ew ê bibe kompleksek ku jin bi rehetî lê werzîşê bikin û wiha behsa projeyê kir: "Dema em li tevahiya Silopiyayê digerin em dibînin ku cihekî ku jin biçinê lê werzişê bikin tune ye. Li vir gelek jin diçin nexweşxaneyan, ser diyetisyenan û tenê egzersîzan didin ber wan û dîsa ciheke ku biçinê lê werzîşê bikin tune ye. Cihên taybet hene û lê her jin nikare biçe van cihan. Ji ber ku di aliyê aborî de pirsgirêkên wan hene. Ji ber wê jî derfetên wan tune ne ku biçin. Projeya me ya kompleksa werzîşê dê li ser sê doniman bê çêkirin. Ango 3 hezar metrekare ye. Di nava vê projeyê de qadên werzîşê, goga pêyan, basketbol, voleybol hene. Di heman demê de hemû amûrên ji bo egzersîzan tê de hene. Her wiha ji bo avjeniyê jî hawiza avê tê de heye. Anku cureyên werzîşê ku pêwîstî pê heye tevahî di projeya me de cih digirin. Her wiha ji jinên xwedî zarok re odeyên zarokan jî dê bên çêkirin. Di heman demê de hawizek ji bo zarokan jî tê de heye. Di nava vê projeya me de kafeterya û park jî hene. Jinên ku werzîşa xwe dikin dikarin piştî wê bi zarok û hevjînê xwe re li parkê wextê xwe derbas bikin. Di heman demê de wê li vê kompleksê odeyeke girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan hebe. Jinên ku dixwazin piştgiriyê wergirin bi rêya wê dê xwe bigihijînin me û sûdê wergirin. Projeyeke pir berfireh e û di vê mehê de dê îhaleya wê bê çêkirin. Em di wê baweriyê de ne ku ev projeya me dê di salekê de biqede û dest bi xizmeta jinan bike." 
 
PROJEYA PARKA 8'Ê ADARÊ
 
Di berdewamê de Fîdan qala projeya Parka Jinan a 8'ê Adarê kir û diyar kir ku ev parq wê ji bo jinan bibe qadeke şînkatiyê û wiha pê de çû: "Em her projeyeke xwe bi erêkirina gel dixin meriyetê. Cihê ku Parka 8'ê Adarê lê bê avakirin jî Kolana Hunerê ye û di nava sûkê de ye. Li cihê wê avahiyek hebû. Berî ku em vê xebatê bidin destpêkirin me anketek çêkir. Me li 11 taxên Silopiyayê xebatek da destpêkirin. Di anketa me de, daxwaza cihê ku jin biçinê û wext lê derbas bikin herî zêde dihat xwestin. Beriya vê biryarê ew cihê ku em dixwazin parkê lê çêbikin weke qehwexaneyê dihat bikaranîn û tenê mêr diçûnê. Jinan nedikariya biçin wê derê çayekê jî vexwin. Di vê anketê de hat xwestin ku cihê ku bê çêkirin şîn be, ne beton be. Di encama vê anketê de me ev proje da pêşiya xwe. Ji bo navê wê jî me bi meclisa xwe re nîqaş kir û ji bo watedayinê me navê 8'ê Adarê lê kir. Her kes dikare biçe vê parkê lê bi taybetî parka jinan e. Ji bo hemû jihevcudakirina qadan em jî dibêjin divê jin li her qadê bin û her qad li gorî jinê bê çêkirin. Qada ku jin tê de nebe bêreng e. Di nava vê mehê de îhaleya wê dê bê çêkirin. Hedefa me ew e ku em wê di nava salekê de xelas bikin û jin bikaribin biçinê û lê birûnin." 
 
'PROJEYÊN ME DÊ BIDOMIN'
 
Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan anî ziman ku her proje û xebatek wan dê li gorî daxwaza jinan û gel pêk bê û axaftina xwe wiha qedand: "Xebatên me yên bi vî rengî wê bidomin. Gelek ji van di asta îhaleyê de ne. Yek ji van jî kreşa zarokan e. Kreşa zarokan jî daxwaza jinan bû. Bi giştî ji bo jinên karker kreş tên vekirin. Lê di projeya kreşa zarokan de ku me daniye pêşiya xwe jinên ku karê malê dikin jî dê bikaribin zarokên xwe bînin û di milê aborî de qels jî bin em ê alîkariyê bikin. Di heman demê de şewirmendiya me ya jinê qeyûm ew hîbeyî hin saziyan kiribû. Em cihê xwe dîsa ava dikin. Di wê şewirmendiyê de jî em ê hewşên konferansê çêbikin. Her wiha di bazara me ya jinê de jî me atolyeya jinê ava kir. Ew jî di nava mehekê de dê dest bi xizmeta jinên Silopiyayê bike. Ev jî bi daxwaza jinan çêbû. Dê têkiliyê me yên bi jinan re bidomin. Li gorî xwestek û daxwazên wan em ê projeyên çêbikin. Di heman demê de ev projeyên me dê ji bo ciwanan, zarokan û ji bo tevahiya gel bidomin." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

24/12/2022
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin