Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin

  • rojane
  • 11:00 21 Kanûn 2022
  • |
img

ENQERE - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber Wezareta Dadê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û gotin heta ew bigîhijin encamê dê çalakiya xwe bidomînin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîdkirin û xeber negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêngavek nû da destpêkirin. Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê, xebernegirtina ji Ocalan û bêdengiya rayedaran ber bi Wezareta Dadê ve meş li dar xistin. Heyeta ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan, Feleknas Ûca, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkûn, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî, Abdullah Koç, Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Celadet Gaydali û Erdal Aydemîr pêk dihat meşiyan Wezareta Dadê. Polîsan li cihek nêzî avahiya Wezareta Dadê heyetê asteng kir û nehişt biçin ber avahiyê. 
 
Di meşê de dovîzên bi nivîsên wek “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Bila li Îmraliyê hiqûq bê sepandin” û “Bila parêzer biçin Îmraliyê” hatin hildan. Li cihê ku meş hat astengkirin daxuyanî hat dayîn. 
 
FIKARÊN TENDURISTÎ Û JIYANA OCALAN 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku her roja ku diçe tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê li Girtîgeha Îmraliyê dijwartir dibe û wiha got: “Ev nêzî du salan e xeber jê nayê wergirtin. Di meha îlonê de heyeta CPT’iyê serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû. Lê belê tu daxuyanî nedan raya giştî. Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku birêz Ocalan bi heyeta CPT’iyê re hevdîtin nekiriye. Rewşa tenduristî û jiyana Ocalan rê li ber xeterî û fikarek cidî ya gelê me vekiriye. Wek ku hûn dizanin hiqûqa netewî û navnetewî hatiye binpêkirin. Tecrîd êdî hatiye astek krîtîk. Em dixwazin gelê me, hêzên demokrasiye û her kesê li dijî tecrîdê rabe û nerazîbûnên xwe nîşan bidin.” 
 
‘TECRÎD GIHÎŞTIYE ASTEK KRÎTÎK’ 
 
Ozturk bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk de û wiha axivî: "Her ku dengê Ocalan dihat bihîstin hem ji bo aştiya civakî hem jî ji bo siberoja Tirkiyeyê hêvî geş dibûn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên tecrîdê ya li ser birêz Ocalan polîtîkayeke nemirovane ya ji bîrkirinê dimeşîne. Divê her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike. Hatiye qonaxeke krîtîk. Birêz Ocalan hem ji bo gelê me û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn xwedî grîngiyek bi wate ye û em vê girîngiyê ji pratîkên wî berê dizanin. Ji ber ku firsend hat dayîn, bû dengê aştiya civakî. Em dîsa bang dikin; tecrîd di qanûn, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye pê ve girêdayî ye de cih nagire, tecrîd îşkence ye. Nêzîkî du sal in destûr nayê dayîn ku hevdîtin bê kirin, bi tu awayî parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinê û pêwendî deynin. Pêkanîna tecrîda mutleq hem îşkence û hem jî sûcê mirovahiyê ye. Divê birêz Ocalan demildest bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û ji niha û pê ve hiqûq û qanûn ji bo birêz Ocalan jî bên sepandin. Ji ber vê yekê îro em weke parlementer van pêkanînên tecrîdê, tecrîda ku ji pîvana mirovî derbas bûye û hatiye asteke krîtîk, qebûl nakin. Em ê êdî tehemûlê vê nekin." 
 
‘SEBRA ME NEMAYE’ 
 
Ozturk diyar kir ku heta destûr neyê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike ew ê li ber Wezareta Dadê bin û got: “Divê tecrîd nebe malzemeye siyaseta rojane. Nêzîkatiya li Îmraliyê ji bo me nêzîkatiya demokrasî, hiqûq û rûmeta mirovahiyê ye. Ev nêzîkatî wê di hemû biryarên siyasî yên ku em ê ji niha û pê ve bigirin de bi bandor bin. Em ê ji îro pê ve li dijî tecrîdê sebir nekin. Divê gavên berbiçav bên avêtin. Heta ku çalakiya me bigihîje encamê wê bidome. Tecrîd mirin e, tune hesibandin e. Yan em ê bi hev re rêyekê vekin, yan jî em ê rêyekê bibînin."
 
Piştî daxuyaniyê parlamenteran li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe didomînin. 
 

Sernavên din

22/12/2022
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe
09:12 Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe
09:05 Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye
09:04 Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN
20/12/2022
22:04 Bafil Talabanî hevdîtin bi Mazlûm Ebdî re kir
21:07 Êrîşa polîsan li Îzmîrê hat şermezarkirin
21:02 Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:44 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Divê Davûtoglû paşperdeya komkujiyê bibêje
18:28 Qeyûmê Sûrê bi kemçeyan ket qada sîtê
16:56 Raportorê PE’yê yê Tirkiyeyê Sanchez çû serdana HDP’ê
16:55 Girtiyên ji Rojava sirgûnî Konyayê hatin kirin
16:45 Kiliçdaroglû piştgirî da Sancar: Em ê bi hev re têbikoşin
16:23 Li Amedê têkildarî teqîna li dijî wesayîta polîsan 4 kes hatin girtin
16:21 Latîf Çetîn piştî 30 salan hate berdan
16:18 Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin
15:40 Encu bi daxwaza cezakirina Ozcan li dozgeriyê gilî kir
15:36 Ji bo danişîna Seroka TTB’ê Fîncanci bang kirin
15:13 Li Kocaeliyê 5 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin binçavkirin
14:52 Şandeya EMEP’ê serdana Encu kir
14:48 Dayika girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Rewşa wan roj bi roj xerab dibe
14:14 Kişanak: Ewilî biçin ji qeyûmên xwe hesab bipirsin
14:01 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:00 Danişîna doza Bayram Otelê hate taloqkirin
13:58 Sancar: Divê li dijî krîzan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
13:04 Berxwedana li Rojhilat û Îranê didome
12:53 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de biryar hat dayîn
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku bêedaletî bidome wê nobeta me berdewam bike
12:22 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
12:13 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 77’an de ye
11:57 Derbarê kesên kuştina Pakistan Demîr protesto kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin
11:46 Ciwanên ku li maça Amedsporê hatibûn bincavkirin hatin berdan
11:42 Îstînafê cezayê Polatsoy û 4 kesên din erê kir
11:06 HDP: Em hovitiya li Mereşê hate kirin ji bîr nakin
10:55 Stranên jinan dê li ser dikê olan bidin: LaWjeyên Jinan
10:27 Wezaretê mûayeneya bi kelemçe ya rojnamevana girtî parast
10:24 Temel: Ji bo tecrîd were rakirin em ê hemû hêza xwe seferber bikin
10:09 103 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:53 Li Sîncanê bi hinceta girtiyan “bêrêzî kirine” lêpirsîn dan destpêkirin
09:43 ‘Xebatên komîsyona lêkolînkirina kîmyasalê tên astengkirin
09:30 Ferhat Sarûhan ji ya xwe nehat xwarê: Ji bo vê axê û vî zimanî çû
09:10 Şêniyên Kaynartepeyê: Dewlet bi xwe tiryakê belav dike û difiroşe
09:08 Parêzer Demîrcî: Divê baro peywira xwe bi cih bînin
09:07 Li Edeneyê amadekariyên mitîngê: Astengiya herî mezin tecrîd e
09:05 Girtîgehê zerfa nameya ku navê 'Jîna Emînî' û dirûşma 'jin, jiyan, azadî' tê de nivîsandî guherandiye
09:01 17 meh in cenazeyê Kaya yê HPG'î radestî malbatê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'YAN
19/12/2022
23:05 Ateş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, hat warê xwe Amedê
19:51 Bûldan: Ew şîmaq nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e
19:01 Li Amedê êrişa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin: Em ê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê
17:00 Sancar: Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqtiyan bipirsin
16:48 Malbata Gungen cenazeye keça xwe teşhîs kir lê cenaze nehat radestkirin
16:40 Mehmet Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
16:31 'Ji bo derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn hêjta rêxistinek nehatiye dîtin’
16:23 Semra Guzel: Ev doz, kompas e
16:19 ‘Ji peykerê Ehmedê Xanî heta ji her tiştên kurdî ditirsin’
15:56 Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn
15:36 Qetlîama ‘Vegera Jiyanê’ di sala 22'yemîn de ye: Bila tîpên F û S bên girtin
15:33 Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêça polîsan da: Şermezar dikim
15:28 Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin
15:08 Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî: Em ê hesab ji yên ku şimaq li îradeya bi milyonan kes xistin bipirsin
14:53 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarên Colemêrgê yên berê hate birîn
14:37 Polîsê ku şimaq li Encu xistî perasiya Turkay jî şikandibû: Ev koma Soylu ye