Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin nadin malbatên wan!

  • rojane
  • 09:01 19 Kanûn 2022
  • |

WAN - Parêzerê OHD'î Denîz Yildiz diyar kir ku piştî ku Goristana Xerzanê hat xerakirin, li gelek deverên din jî êrişî gorên HPG'iyan hatiye kirin û got ku hemû giliyên ku bi hêviya "bendewariyên" navdewletî hatine kirin, bê encam mane. 

 
Di 19'ê kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê Goristana Xerzanê bi makîneyên karî hatibû xerakirin. Di 2'yê çileya 2018'an de bi daxuyaniya Walîtiyê hatibû hînkirin ku zêdetirî 300 cenazeyên HPG'iyan ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê re hatine şandin. Paşê hatibû hînkirin ku cenazeyên hatine derxistin li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê hatine veşartin.
 
Piştî vê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî derxistian cenazeyan serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû û giliyê berpirsiyaran kiribû. Lê belê dozgeriyê biryara neşopandinê dabû. OHD a Şaxa Stenbolê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû lê AYM'ê hê jî biryarek nedaye. 
 
Endamê OHD'ê Parêzer Denîz Yildiz, anî ziman ku êdî rêza dewletê ji bo miriyan jî tune ye û got ku piştî 2015'an êrişên li goran zêde bûne. 
 
'DIJHIQÛQÎ YE'
 
Yildiz bibîr xist ku di 19'ê kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê hatiye xerakirin û ev tişt gotin: "Bêyî haya malbatan jê hebe, derî usûlê bi makîneyên karî goristanê xera kirin. Li gorî îdiayê 282 cenaze li wir hebûne. Lê ATK dibêje 261 cenaze hatine derxistin. Gava cenazeyan derxistin heya demeke dirêj jî ji me re negotin bê ka cenaze li ku derê ne. Ji malbatan re jî tiştek negotin. Piştî van bêhiqûqîtiyan me gilî kir. Lê ev giliyên me yên ku me li Bedlîsê kirin hê jî wekî xwe ne, tu bersiv nehatiye dayîn. Çendî me gelek caran ji Serdozgeriya Komarê daxwaz kir jî, tu bersiv nehat dayîn. Heya niha ji 261 cenazeyan 23 jê radestî malbatan hatiye kirin. Anku cenazeyên ku diviyabû radestî malbatan bên kirin di qutiyan de di bin peyarêyeke 50 metrekareyî de veşartin. Ev hem li dijî hiqûqê ye, hem jî di tu dîn û mezhebî de tune ye. Bi awayekî dijmirovî hatin veşartin." 
 
Yildiz bibîr xist ku tevî hemû hewldanan jî berpirs nehatine tespîtkirin û got ku daraz wekî her carê xwe li kor û kertiyê daniye. 
 
Yildiz, diyar kir ku bi demê re li gelek bajarên din jî êrişî gorên HPG'iyan hatiye kirin û wiha bi dawî kir: "Bi vê re dixwazin civakê bitepisînin û çavtirsandî bikin. Di du salên borî de li Mûş, Amed, Êlih û Wanê goristan ji aliyê polîs û leşkeran ve bi keraneyan hatine perçekirin. Me giliyê van kesan kir, lê hemû jî bi biryara neşopandinê bi dawî bûn. Me niha serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye, lê bawer nakim ku tiştek jê derkeve. Dê wekî doza Goristana Xerzanê encameke neyînî bê û em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Lê di hin rewşan de em ji DMME'yê jî tu encamê nagirin. Sedema vê jî rewşa polîtîk, bendewarî û berjewendiyên di navbera welatan de ne. Lewma DMME, biryarên ku divê bide nade." 
 

Sernavên din

19/12/2022
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’
09:06 Malbatên kesên hatine qetilkirin: Em bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan
09:04 Îstînafê cezayê li rojnamevan Boltan hatiye birîn kêm dît
09:03 ‘Bacên me ne weke xizmet weke bombe li me dizivirin’
09:01 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin nadin malbatên wan!
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
18/12/2022
23:50 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:05 Hatay bi pileya 4.8 hejiya
21:25 Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk panela ziman û wêjeyê li dar xist
20:51 Ciwanan binçavkirin bi meşê şermezar kirin
20:26 Amedspor di Koma Spî de bû yekemîn
20:04 Hevserokê HDP’î di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir!
19:40 HDP: Divê şimaqa li Encu ketiye di guhê hemû partiyên siyasî de çingîniyê bike
18:03 Li Îzmîrê meşa tecrîdê: 50 kes hatin binçavkirin
17:41 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê tîma Edene Îdmanyûrdûyê 3-0 têk bir
17:20 Kovara Jineolojiyê ji bo Nagihan Akarselê hejmara taybet derxist
16:58 Bombeya gazê ya qedexekirî li Zapê hatiye bikaranîn
16:51 Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê: Divê Sîbel Tekîn tavilê were berdan
16:34 Posterê Abdullah Ocalan li Kadikoyê bi banê apartmanekê ve hate daliqandin
16:27 Barzanî û serbalyozê tirk bi rojeva Şengalê civiyan
16:24 Polîsekî di meşa Nobeta Edaletê de Ferhat Encu hedef girt
16:21 Riza Turmen: Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e
15:07 Li Kadikoyê Meşa Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:22 'Hejmara koçberan li seranserî cîhanê derket 280 milyon kesan’
14:12 Dengbêja têkoşer: Eyşê Şan
14:01 Dag: Hêza bingehîn a ku dê tecrîdê bi dawî bike ciwan in
13:46 ÎSÎG: Di 10 salan de 828 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
13:26 Malbata Şenyaşar: Ên bêdeng dimînin di wijdanan de mehkûm in
12:19 Li gelek welatan ji bo piştevaniya bi berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' re çalakî hatin kirin
12:11 Li Kerkûkê teqîn: 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan
12:02 Ji sedî 91,2’yê gelê Tunusê neçû ser sindoqan
11:43 Ferhad Şamî: DAIŞ’ê di 20 rojan de 8 caran êriş kir
11:21 Cenazeyê Yumak ê HPG’î hate definkirin
11:12 Metîn Bakkalci: Divê CPT xwedî helwesteke zelal be
10:17 Bavê ku înfaza kurê wî 4 caran hatiye şewitandin: Dixwazin hêviya wan bişikînin
09:46 Pênc sal in ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe têdikoşe
09:02 Di dema hevdîtina bi rêya telefonê de hundirê devê girtiyan kontrol dikin
09:02 Dozgeriyê hemû bûyerên li bajêr xistiye stuyê wan!
09:01 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kir
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
17/12/2022
23:07 Tevî hemû astengiyan jî konsera xwe li dar xistin!
21:34 26 kesên ku qedexekirina konserê şermezar kirin hatin berdan
19:57 Di êrişa li Girê Spiyê de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan
19:33 Di panela Mereş û Roboskiyê de banga ji bo hevrûbûnê
18:38 Têkildarî cenazeyên li Kîlyosê bang li malbatan hat kirin
16:50 HDP'ê panela 'Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet' li dar xist
16:31 Li Kopê qeyûm hat protestokirin: Şaredariyê di bin deynan de hiştine
16:08 NÇM’ê ragihand ku tevî binçavkirinan jî wê konsera hatiye qedexekirin li dar bixin
16:05 Konferansa Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê: Dê têkoşîna li dijî şerê taybet berfireh bibe
15:45 Girtiyê nexweş beriya emeliyatê sewqî girtîgeheke din hate kirin
15:39 Girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû nayê emeliyatkirin
15:11 Platforma Jinan a Rihayê: Li dijî îstîsmarkirina zarokan em ê serhildanê bilind bikin
13:54 Dayikên Şemiyê bersiva Çavûşoglû dan: Di serdema hikûmeta we de binpêkirin zêde bûne
13:18 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
13:03 Malbatên Windayan li kujerên Atîlla Korkmaz û Taybet Înan pirsîn
12:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin: Li malê îşkence kirin
11:58 Xwendekaran dibin mîtînga Erdogan
11:07 Şahida Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Halîs koça dawî kir
11:06 Maliyeta rojekê ya şerê li dijî kurdan: 20 milyon dolar
10:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
10:08 Hejmara girtiyên nexweş derket hezar û 600 kesî: Rêya îtîrazê di Îmraliyê re derbas dibe
09:56 12 sal berê hişyar kiribû: Dibe ku êdî bermayiyên azadiyê jî bi destê we nekevin
09:55 MYK’a HDP’ê bi rojeva tecrîd û şer dicive
09:41 Li Kadîrliyê polîsan gule berdan wesayîtekê: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
09:10 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere
09:09 Hevjîna qeymeqam a bijîşk li nexweşxaneyê jî tevî parêzvanên xwe digere!
09:08 ‘Ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e’
09:05 Li Êlihê 7 roj in xeber ji zaroka ku hatiye revandin nayê girtin
09:04 Hevserokê MEBYA-DER'ê Kuçuk: Malbat 6 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin
09:01 Ji malbata Înan 8 kes ji aliyê dewletê ve hatine kuştin: Ew dayika hemû Kurdistanê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'YAN
16/12/2022
19:20 Li Çewligê 7 kes hatin girtin
19:09 Ji HDP'iyên di binçavan de pirsîne 'çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan dibin?'
18:27 Baroya Mêrdînê malbata Şenyaşarê kir mêvan
18:20 Li Amedê sê welatî bi hev ketin: Kesek mir
16:45 Li Edeneyê wê mîtînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’ were lidarxistin
16:24 Li Rihayê mînîbûs kete qenala avê: 6 kes mirin
15:50 28 rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe bang kir: Hevalên me berdin!
15:25 Serhildana li Îranê 3 meh li pey xwe hiştin
15:05 Pirtûkên destan ên ‘Gelo em mafên xwe dizanin?’ hatin belavkirin
14:51 Li ber Meclisê êrişî kedkarên ku mîtînga wan hate qedexekirin kirin
13:55 Girtiyên di greva birçîbûnê de xistin hucreyên yekkesî
13:40 Sebahat Tuncel: Daraz milîtaniya AKP’ê dike
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Jina bi çekê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo konferansê bang kir
11:19 Ji ber Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Keskîn bertek nîşanî doza Poyraz da doz lê hate vekirin
11:11 DFG û MKGP: Girtina rojnamegeran sûc e, hevalên me berdin
11:05 Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Hazînedar hate girtin