Hejmara girtiyên nexweş derket hezar û 600 kesî: Rêya îtîrazê di Îmraliyê re derbas dibe

  • rojane
  • 10:08 17 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku hejmara girtiyên nexweş ku di sala 2007’an de 17 kes bûn îro gihîştiye hezar û 600 kesî û got: “Rêya îtîraza li dijî pergalê di Îmraliyê re derbas dibe.” 
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di demêndawî de gihîştiye astek xetere. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ji 1’ê kanûna 2022’an di girtîgehên ku kapasîteya wan 286 hezar û 797 kes e niha 336 hezar û 315 kes tên ragirtin. Li gorî van daneyan niha li girtîgehan 49 hezar û 515 girtî bi ser kapasîteyê re tên ragirtin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hejmara girtiyên nexweş gihîştiye hezar û 600 kesî. Li girtîgehan di salekê de 76 girtî hatine qetilkirin û gelek girtî jî piştî hatine berdan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser rewşa girtîgehan û tecrîdê. 
 
DI 2007’AN DE 17 KES, DI 2022’AN DE HEZAR Û 600 KES 
 
Turkdogan diyar kir ku di girtîgehan de ji kapasîteya xwe zêdetir girtî hene û wiha got: “Qawîş ango girtîgeh pirr qelebalix in, mafên tenduristiyê yên girtiyan tên binpêkirin. Bi qasî ku me di sala 2007’an de tespît kir, hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê 17 kes bû. Îsal ev hejmar gihîştiye hezar û 600 kesan. Em texmîn dikin ku hejmara rastî 3-4 qat ji hejmara ku em dikarin tespît bikin e. Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê tevî ku protokola ku ji bo mafê tenduristiyê îmze kiriye jî lê bi sedan girtiyên nexweş hene. Astengkirina mafên tenduristiyê dibe sedema mirina girtiyan.” 
 
HELWESTA CIHÊKAR A ATK’Ê 
 
 
Turkdogan destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş bên berdan û Saziya Tiba Edlî (ATK) dest ji helwesta xwe ya cihêkar berde û divê girtî nebin qurbanê helwesta ATK’ê. Turkdogan got wan wek ÎHD’ê ji bo pirsgirêkên bingehîn ên li girtîgehan bên çareserkirin rapor şandine Wezareta Dadê, komîsyonên eleqedar ên li Meclisê, partiyên siyasî û pêwîste ji bo rewşa girtîgehan gav bên avêtin. 
 
DI SALEKÊ DE 70 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DA 
 
Turkdogan da zanîn ku bi qasî wan tespît kiriye hejmara girtiyên nexweş ku di sala 2022’yan de jiyana xwe ji dest dane ji 70 kesî bihûriye û raste rast binpêkirina mafê jiyanê bandorê li ser mafê tenduristiyê jî dike. Turkdogan daxuyaniay Wezîrê Dadê ya di meha tebaxê de bi bîr xist û got: “Birêz wezîr digot ku ew ê pirsgirêka muayeneya bikelemçekirî çareser bikin û dê qanûna ku berdana girtiyên nexweş temîn bike biguherînin. Ji bo hin bêtir mirov canê xwe ji dest nedin, em li bendê ne ku demildest gav bên avêtin.” 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI GIRTÎGEHAN BELAV BÛ 
 
Turkdogan anî ziman ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: “Beriya avakirina Girtîgeha Îmraliyê, di destpêka salên 90’î de ceribandinek pêk anîn. Di encama berxwedana girtiyan de dest ji hat berdan. Ev pêvajo di sala 99’an de bi Îmraliyê re dest pê kir. Di salên 2000’î de girtîgehên tîpa F hatin vekirin û ev yek hat berfirehkirin. Di bin navê 'ewlekariya bilind' de girtîgehên nû hatin avakirin."
 
RÊ LI BER SEPANÊN KÊFÎ TÊ VEKIRIN 
 
Turkdogan anî ziman ku divê li dijî rewşa li girtîgehan bê derketin û wiha axivî: “Heke li dijî tecrîda giran ku li Abdullah Ocalan ji ber nasnameya wî ya polîtîk tê sepandin neyê derketin, bêdengî çêbibe, wê ev di nava demê de belavtir bibe û rewşa niha em têde ne wê derkeve holê. Heke li vî welatî qanûn hebin, divê ji bo her kesî bên sepandin. Heke qanûn ne li gorî dilê gel be divê li dijî bê derketin. Em li Girtîgeha Îmraliyê êdî ne guhertina qanûnn em dixwazin qanûn bên sepandin. Dema mijar dibe Girtîgeha Îmraliyê qet nebe mafên di qanûnan de hene bên bikaranîn. Em jî dibêjin lazim e ev maf bê bikaranîn. A rast divê ne em bi tenê, lazim e her kes viya bîne ziman. Heke li vî welatî cihek bi navê girtîgeha Îmraliyê hebe, Abdullah Ocalan û hevalên xwe li wir tên ragirtin, gelo çima nahêlin hevdîtina parêzer û malbatan pêk were? Ev rê li ber sepanên kêfî jî vedike. 
 
HELWESTA MUXALEFETÊ
 
Li dijî nesepandina qanûnan û hiqûqê helwesta cihêkar a muxalefetê jî dodidome û ev nayê qebûlkirin. Em bêjin heke parlamenterek CHP’ê di girtîgehê de mehek hevdîtina wî/wê tê qedexekirin. Wê li vî welatî qiyametê rakin. Hema bêje ev 2 sal in tu hevdîtin û pêwendî bi 4 hemwelatiyên vî welatî re nayê kirin. Gelo ev mirov çima vê yekê meraq nakin? Niha rewşa ku pergal gihîştiyê her der bûye tecrîd. Rêya îtîraza li dijî vê pergalê di Îmraiyê re derbas dibe. Divê beriya her tiştî nêzîkatiyek mirovî bê nîşandan. ” 
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

19/12/2022
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’
09:06 Malbatên kesên hatine qetilkirin: Em bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan
09:04 Îstînafê cezayê li rojnamevan Boltan hatiye birîn kêm dît
09:03 ‘Bacên me ne weke xizmet weke bombe li me dizivirin’
09:01 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin nadin malbatên wan!
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
18/12/2022
23:50 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:05 Hatay bi pileya 4.8 hejiya
21:25 Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk panela ziman û wêjeyê li dar xist
20:51 Ciwanan binçavkirin bi meşê şermezar kirin
20:26 Amedspor di Koma Spî de bû yekemîn
20:04 Hevserokê HDP’î di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir!
19:40 HDP: Divê şimaqa li Encu ketiye di guhê hemû partiyên siyasî de çingîniyê bike
18:03 Li Îzmîrê meşa tecrîdê: 50 kes hatin binçavkirin
17:41 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê tîma Edene Îdmanyûrdûyê 3-0 têk bir
17:20 Kovara Jineolojiyê ji bo Nagihan Akarselê hejmara taybet derxist
16:58 Bombeya gazê ya qedexekirî li Zapê hatiye bikaranîn
16:51 Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê: Divê Sîbel Tekîn tavilê were berdan
16:34 Posterê Abdullah Ocalan li Kadikoyê bi banê apartmanekê ve hate daliqandin
16:27 Barzanî û serbalyozê tirk bi rojeva Şengalê civiyan
16:24 Polîsekî di meşa Nobeta Edaletê de Ferhat Encu hedef girt
16:21 Riza Turmen: Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e
15:07 Li Kadikoyê Meşa Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:22 'Hejmara koçberan li seranserî cîhanê derket 280 milyon kesan’
14:12 Dengbêja têkoşer: Eyşê Şan
14:01 Dag: Hêza bingehîn a ku dê tecrîdê bi dawî bike ciwan in
13:46 ÎSÎG: Di 10 salan de 828 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
13:26 Malbata Şenyaşar: Ên bêdeng dimînin di wijdanan de mehkûm in
12:19 Li gelek welatan ji bo piştevaniya bi berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' re çalakî hatin kirin
12:11 Li Kerkûkê teqîn: 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan
12:02 Ji sedî 91,2’yê gelê Tunusê neçû ser sindoqan
11:43 Ferhad Şamî: DAIŞ’ê di 20 rojan de 8 caran êriş kir
11:21 Cenazeyê Yumak ê HPG’î hate definkirin
11:12 Metîn Bakkalci: Divê CPT xwedî helwesteke zelal be
10:17 Bavê ku înfaza kurê wî 4 caran hatiye şewitandin: Dixwazin hêviya wan bişikînin
09:46 Pênc sal in ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe têdikoşe
09:02 Di dema hevdîtina bi rêya telefonê de hundirê devê girtiyan kontrol dikin
09:02 Dozgeriyê hemû bûyerên li bajêr xistiye stuyê wan!
09:01 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kir
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
17/12/2022
23:07 Tevî hemû astengiyan jî konsera xwe li dar xistin!
21:34 26 kesên ku qedexekirina konserê şermezar kirin hatin berdan
19:57 Di êrişa li Girê Spiyê de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan
19:33 Di panela Mereş û Roboskiyê de banga ji bo hevrûbûnê
18:38 Têkildarî cenazeyên li Kîlyosê bang li malbatan hat kirin
16:50 HDP'ê panela 'Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet' li dar xist
16:31 Li Kopê qeyûm hat protestokirin: Şaredariyê di bin deynan de hiştine
16:08 NÇM’ê ragihand ku tevî binçavkirinan jî wê konsera hatiye qedexekirin li dar bixin
16:05 Konferansa Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê: Dê têkoşîna li dijî şerê taybet berfireh bibe
15:45 Girtiyê nexweş beriya emeliyatê sewqî girtîgeheke din hate kirin
15:39 Girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû nayê emeliyatkirin
15:11 Platforma Jinan a Rihayê: Li dijî îstîsmarkirina zarokan em ê serhildanê bilind bikin
13:54 Dayikên Şemiyê bersiva Çavûşoglû dan: Di serdema hikûmeta we de binpêkirin zêde bûne
13:18 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
13:03 Malbatên Windayan li kujerên Atîlla Korkmaz û Taybet Înan pirsîn
12:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin: Li malê îşkence kirin
11:58 Xwendekaran dibin mîtînga Erdogan
11:07 Şahida Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Halîs koça dawî kir
11:06 Maliyeta rojekê ya şerê li dijî kurdan: 20 milyon dolar
10:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
10:08 Hejmara girtiyên nexweş derket hezar û 600 kesî: Rêya îtîrazê di Îmraliyê re derbas dibe
09:56 12 sal berê hişyar kiribû: Dibe ku êdî bermayiyên azadiyê jî bi destê we nekevin
09:55 MYK’a HDP’ê bi rojeva tecrîd û şer dicive
09:41 Li Kadîrliyê polîsan gule berdan wesayîtekê: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
09:10 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere
09:09 Hevjîna qeymeqam a bijîşk li nexweşxaneyê jî tevî parêzvanên xwe digere!
09:08 ‘Ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e’
09:05 Li Êlihê 7 roj in xeber ji zaroka ku hatiye revandin nayê girtin
09:04 Hevserokê MEBYA-DER'ê Kuçuk: Malbat 6 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin
09:01 Ji malbata Înan 8 kes ji aliyê dewletê ve hatine kuştin: Ew dayika hemû Kurdistanê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'YAN
16/12/2022
19:20 Li Çewligê 7 kes hatin girtin
19:09 Ji HDP'iyên di binçavan de pirsîne 'çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan dibin?'
18:27 Baroya Mêrdînê malbata Şenyaşarê kir mêvan
18:20 Li Amedê sê welatî bi hev ketin: Kesek mir
16:45 Li Edeneyê wê mîtînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’ were lidarxistin
16:24 Li Rihayê mînîbûs kete qenala avê: 6 kes mirin
15:50 28 rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe bang kir: Hevalên me berdin!
15:25 Serhildana li Îranê 3 meh li pey xwe hiştin
15:05 Pirtûkên destan ên ‘Gelo em mafên xwe dizanin?’ hatin belavkirin
14:51 Li ber Meclisê êrişî kedkarên ku mîtînga wan hate qedexekirin kirin
13:55 Girtiyên di greva birçîbûnê de xistin hucreyên yekkesî
13:40 Sebahat Tuncel: Daraz milîtaniya AKP’ê dike
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Jina bi çekê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo konferansê bang kir
11:19 Ji ber Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Keskîn bertek nîşanî doza Poyraz da doz lê hate vekirin
11:11 DFG û MKGP: Girtina rojnamegeran sûc e, hevalên me berdin
11:05 Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Hazînedar hate girtin