28 rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe bang kir: Hevalên me berdin!

  • rojane
  • 15:50 16 Kanûn 2022
  • |
img
AMED – 28 rojnamegeran têkildarî 16 rojnamegerên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatin girtin û hêj îdianameya wan nehatiye amadekirin peyamên piştevaniyê dan û xwestin ku bên berdan. 
 
Di 16’ê hezîranê de li Amedê 16 rojnamegerên kurd hatin girtin û li gel ku bi ser re 6 meh derbas bûne jî hêj îdianameya wan nehatiye amadekirin. 28 rojnamegeran bi mebesta piştevaniyê bi vîdeoyekê peyamên piştevaniyê dan. Peyamên rojnamegeran wiha ne: 
 
“*Sîbel Yukler: Ji 16’ê hezîranê heta 16’ê kanûnê ev bû tam 6 meh. 
 
* Tîmur Soykan: Bêyî ku îdianameya wan hatibe amadekirin 16 hempîşeyên me yên li Amedê ev 6 meh in girtî ne. 
 
* Şule Aydin: Di serê sibehê de bi ser malên de wan girtin. Bi rojan di bin çavan de man. 
 
* Faruk Bîldîrîcî: Îcar tenê ji ber ku nûçe çêkirin û agahî dan mirovan tên sûcdarkirin. Daxwaza me ew e ku hempîşeyên me tavilê bên berdan. 
 
* Abdurrahman Gok: Tenê ji ber ku rojnamegerî kirin lewma hatin girtin. Hevalên me yên rojnameger berdin. 
 
* Faruk Eren: Diyar nîne bê ka çima hatine girtin. Hempîşeyên me berdin. Li deverên cuda yên Tirkiyeyê rojnameger bi heman awayî, bêyî sedemek hebe û bêyî îdianame hatine girtin. 
 
* Hîlmî Hacaloglû: Di şexsê rojnamegeran de ço nîşanî civakê didin. 
 
* Mehveş Evîn: Tirkiye hêj niha jî yek jê ji 5 welatên herî zêde rojnameger lê girtî ye.
 
* Altan Sancar: Tirkiye roj bi roj dibe welatekî wisa ku rojnameger lê tên girtin û salên dûvdirêj lê girtî dimînin. 
 
* Yildiz Tar: Em tam di nava pêkenoka azadiya civakê de ne. Divê her kes li dijî vê neheqî, bêhiqûqtî û zilmê dengê xwe derxîne. 
 
* Sedat Bozkurt: Tu îxtîmal nînin ku hûn bikarin bi rêbazên zextê rojnamegeriyê û rojnamegeran asteng bikin. 
 
* Elîf Încî: Em rojnameger baş pê dizanin ku tekane sedema girtina wan xebatên rojnamegeriyê ne. Hempîşeyên me berdin. 
 
* Fatîh Polat: Tavilê dawî li vê girtina neheq û derhiqûqî bînin û divê werin berdan. Ev 6 meh in bêyî îdianame girtî ne ku ev bi xwe jî pêvajoya cezakirinê ye. 
 
* Sedat Yilmaz: Hewceye ev pergala ku çavên xwe ji bo cezayan sor kirî ji holê rabe. Hevalên me yên xebatê berdin. 
 
* Dîcle Muftuoglû: Ji bo berdana hempîşeyên me banga me ji bo her kesî ew e ku dengê xwe derxînin. 
 
* Ayşe Duzkan: Em ê hempîşeyên xwe bi tenê nehêlin, dê destên wan bernedin. 
 
* Bahadir Ozgur: Em dixwazin ku hevalên me yên ne bi awayekî neheq di girtîgehê tên ragirtin bên berdan. 
 
* Dîren Keser: Rojnamegerên ku li pey heqîqetê digerin berdin. 
 
* Ozge Yurttaş: Êdî dev ji darizandin, rapirsîn û girtina rojnamegeran berdin. 
 
* Tolga Balci: Ji bo berdana hevalên me hûn jî dengê xwe derxînin. 
 
* Candan Yildiz: Hevalên me berdin. 
 
* Evrim Kepenek, Tugçe Yilmaz, Ruken Tuncel, Ece Denîz, Ayşegul Ozbek, Yagmur Karagoz û Hîkmet Adal: Em şahidên rojnamegeriya hempîşeyên xwe ne û dixwazin ku werin berdan. Ji bo rojnamegeran azadî.” 
 
ÇI BÛBÛ? 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de sewqî Dadgeha Amedê hatin kirin. Dozgeriyê piştî kar û barên îfadegirtinê, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya”endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê kir û hatin girtin. Rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 

Sernavên din

19/12/2022
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’
09:06 Malbatên kesên hatine qetilkirin: Em bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan
09:04 Îstînafê cezayê li rojnamevan Boltan hatiye birîn kêm dît
09:03 ‘Bacên me ne weke xizmet weke bombe li me dizivirin’
09:01 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin nadin malbatên wan!
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
18/12/2022
23:50 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:05 Hatay bi pileya 4.8 hejiya
21:25 Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk panela ziman û wêjeyê li dar xist
20:51 Ciwanan binçavkirin bi meşê şermezar kirin
20:26 Amedspor di Koma Spî de bû yekemîn
20:04 Hevserokê HDP’î di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir!
19:40 HDP: Divê şimaqa li Encu ketiye di guhê hemû partiyên siyasî de çingîniyê bike
18:03 Li Îzmîrê meşa tecrîdê: 50 kes hatin binçavkirin
17:41 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê tîma Edene Îdmanyûrdûyê 3-0 têk bir
17:20 Kovara Jineolojiyê ji bo Nagihan Akarselê hejmara taybet derxist
16:58 Bombeya gazê ya qedexekirî li Zapê hatiye bikaranîn
16:51 Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê: Divê Sîbel Tekîn tavilê were berdan
16:34 Posterê Abdullah Ocalan li Kadikoyê bi banê apartmanekê ve hate daliqandin
16:27 Barzanî û serbalyozê tirk bi rojeva Şengalê civiyan
16:24 Polîsekî di meşa Nobeta Edaletê de Ferhat Encu hedef girt
16:21 Riza Turmen: Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e
15:07 Li Kadikoyê Meşa Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:22 'Hejmara koçberan li seranserî cîhanê derket 280 milyon kesan’
14:12 Dengbêja têkoşer: Eyşê Şan
14:01 Dag: Hêza bingehîn a ku dê tecrîdê bi dawî bike ciwan in
13:46 ÎSÎG: Di 10 salan de 828 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
13:26 Malbata Şenyaşar: Ên bêdeng dimînin di wijdanan de mehkûm in
12:19 Li gelek welatan ji bo piştevaniya bi berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' re çalakî hatin kirin
12:11 Li Kerkûkê teqîn: 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan
12:02 Ji sedî 91,2’yê gelê Tunusê neçû ser sindoqan
11:43 Ferhad Şamî: DAIŞ’ê di 20 rojan de 8 caran êriş kir
11:21 Cenazeyê Yumak ê HPG’î hate definkirin
11:12 Metîn Bakkalci: Divê CPT xwedî helwesteke zelal be
10:17 Bavê ku înfaza kurê wî 4 caran hatiye şewitandin: Dixwazin hêviya wan bişikînin
09:46 Pênc sal in ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe têdikoşe
09:02 Di dema hevdîtina bi rêya telefonê de hundirê devê girtiyan kontrol dikin
09:02 Dozgeriyê hemû bûyerên li bajêr xistiye stuyê wan!
09:01 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kir
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
17/12/2022
23:07 Tevî hemû astengiyan jî konsera xwe li dar xistin!
21:34 26 kesên ku qedexekirina konserê şermezar kirin hatin berdan
19:57 Di êrişa li Girê Spiyê de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan
19:33 Di panela Mereş û Roboskiyê de banga ji bo hevrûbûnê
18:38 Têkildarî cenazeyên li Kîlyosê bang li malbatan hat kirin
16:50 HDP'ê panela 'Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet' li dar xist
16:31 Li Kopê qeyûm hat protestokirin: Şaredariyê di bin deynan de hiştine
16:08 NÇM’ê ragihand ku tevî binçavkirinan jî wê konsera hatiye qedexekirin li dar bixin
16:05 Konferansa Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê: Dê têkoşîna li dijî şerê taybet berfireh bibe
15:45 Girtiyê nexweş beriya emeliyatê sewqî girtîgeheke din hate kirin
15:39 Girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû nayê emeliyatkirin
15:11 Platforma Jinan a Rihayê: Li dijî îstîsmarkirina zarokan em ê serhildanê bilind bikin
13:54 Dayikên Şemiyê bersiva Çavûşoglû dan: Di serdema hikûmeta we de binpêkirin zêde bûne
13:18 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
13:03 Malbatên Windayan li kujerên Atîlla Korkmaz û Taybet Înan pirsîn
12:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin: Li malê îşkence kirin
11:58 Xwendekaran dibin mîtînga Erdogan
11:07 Şahida Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Halîs koça dawî kir
11:06 Maliyeta rojekê ya şerê li dijî kurdan: 20 milyon dolar
10:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
10:08 Hejmara girtiyên nexweş derket hezar û 600 kesî: Rêya îtîrazê di Îmraliyê re derbas dibe
09:56 12 sal berê hişyar kiribû: Dibe ku êdî bermayiyên azadiyê jî bi destê we nekevin
09:55 MYK’a HDP’ê bi rojeva tecrîd û şer dicive
09:41 Li Kadîrliyê polîsan gule berdan wesayîtekê: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
09:10 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere
09:09 Hevjîna qeymeqam a bijîşk li nexweşxaneyê jî tevî parêzvanên xwe digere!
09:08 ‘Ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e’
09:05 Li Êlihê 7 roj in xeber ji zaroka ku hatiye revandin nayê girtin
09:04 Hevserokê MEBYA-DER'ê Kuçuk: Malbat 6 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin
09:01 Ji malbata Înan 8 kes ji aliyê dewletê ve hatine kuştin: Ew dayika hemû Kurdistanê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'YAN
16/12/2022
19:20 Li Çewligê 7 kes hatin girtin
19:09 Ji HDP'iyên di binçavan de pirsîne 'çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan dibin?'
18:27 Baroya Mêrdînê malbata Şenyaşarê kir mêvan
18:20 Li Amedê sê welatî bi hev ketin: Kesek mir
16:45 Li Edeneyê wê mîtînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’ were lidarxistin
16:24 Li Rihayê mînîbûs kete qenala avê: 6 kes mirin
15:50 28 rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe bang kir: Hevalên me berdin!
15:25 Serhildana li Îranê 3 meh li pey xwe hiştin
15:05 Pirtûkên destan ên ‘Gelo em mafên xwe dizanin?’ hatin belavkirin
14:51 Li ber Meclisê êrişî kedkarên ku mîtînga wan hate qedexekirin kirin
13:55 Girtiyên di greva birçîbûnê de xistin hucreyên yekkesî
13:40 Sebahat Tuncel: Daraz milîtaniya AKP’ê dike
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Jina bi çekê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo konferansê bang kir
11:19 Ji ber Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Keskîn bertek nîşanî doza Poyraz da doz lê hate vekirin
11:11 DFG û MKGP: Girtina rojnamegeran sûc e, hevalên me berdin
11:05 Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Hazînedar hate girtin