Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk diyar kir ku bi sedan sala ye îşkence li dijî kurdan weke rêbazek tê bikaranîn û wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye.” 
 
Sepanên îşkenceyê ku di her serdemê de di rojeva Tirkiyeyê de ne, di 20 salên îktîdara AKP’ê de ku digot; “tu rê ji îşkenceyê re nayên dayîn”, ji jêrzemînên emniyetê belavî kolanan bû. Ji îşkencekirina şêniyên gundê Şapatanê heta yên Xirabê Bavayê, ji îşkencekirina 38 kesên li baxçeyê qereqola Xelfetî ya Rihayê heta îşkencekirina bi kûçikan a Rojbîn Çetîn a li Amedê û îşkencekirina Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk ku di 9’ê cotmehê di dema çalakiya protestokirina tecrîda li Îmraliyê ya li Gever a Colemêrgê de lingê wî hate şikandin, rêbazên îşkenceyê her ku çû zêdetir bûn. Lingê Eksîk ji sê cihan re hate şikandin û li hemberî vê îşkenceyê Serokê Meclisê Mûstafa Şentop hêj jî tiştek negotiye. Di rewşeke wiha de ku îşkence li naverasta kolanan tê kirin, Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û herî dawî Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay îdia kirin ku li Tirkiyeyê îşkence nîne û standartên demokrasiyê pir bilind in. 
 
Piştî îşkenceya li Eksîk hatiye kirin, Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê îdia kir ku Eksîk “xwe avêtiye erdê.” Soylu jî di Lijneya Giştî de îdiayeke wiha ya sosret kir: “HDP’iyan lingê wî şikand.” 
 
ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK A LI DIJÎ KURDAN 
 
Eksîk ku zêdetirî 2 meh in tedawiya wî didome, hate Meclisê û di Lijneya Giştî de axivî. Eksîk, bi ajansa me re axivî û diyar kir ku îşkenceya li wî hatiye kirin, weke rêbazek ev bi sedan sala ye bi awayekî sîstematîk li dijî kurdan di meriyetê de ye. Bi domdarî Eksîk ev tişt anî ziman: “Hemû îktîdarên di dîroka Komara Tirkiyeyê de bi awayekî sîstematîk îşkence li kurdan kir. Di bingeha van êrişan de jî ev zîhniyet heye. Em wê rojê li dijî tecrîd, xespkirina mafan û bi daxwaza edalet, azadî û wekheviyê li qadê bûn. Bi êrişa li dijî me re nîşan dan bê ka îktîdar xwe li vê erdnîgariyê çawa bicih dikin. Mirov ne li bendê ye ku îktîdareke ev êriş pêk anî, destûr dayî û weke polîtîkayekê xistiye meriyetê helwestekî cuda nîşan bide.” 
 
BI TU AWAYÎ RÊ NADIN ÎŞKENCEYÊ! 
 
Bi domdarî Eksî got ku îdiaya “bi tu awayî rê nadin îşkenceyê” rast nîne û wiha got: “Li gel ku bi ser îşkenceya li min hatiye kirin re duh meh derbas bûn, derheqê berpirsyaran de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Îşkence, tenê bi îşkencekirina gel a li nava kolanan bisînor nîne. Bi awayekî sîstematîk astengkirina çalakiyên demokratîk, binçavkirina wan a di her çalakî û xwepêşandanan de, derbkirina wan û hwd. yek bi yek rêbazên îşkenceyê ne. Veşartina rastiyan ji hêla medyaya hawîz ve jî rêbazekî îşkenceyê ye. Dorpêçkirina girtîgehan bi rêya tecrîdê jî rêbazekî îşkenceyê ye. Îro li Girtîgeha Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye. Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin û ev asta herî jor a îşkenceyê ye. Ev îktîdara xedar di her qadên jiyanê de îşkenceyê dike.” 
 
‘EV LÛTKEYA ÎŞKENCEYÊ YE’ 
 
Di berdewamê de Eksîk got ku “Ev lûtkeya îşkenceyê ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îşkenceyên herî hovane li gelê kurd tên kirin. Lê em ê tenê gavekê jî paşve neavêjin. Heta niha tu îktîdarên ku zilm kirin û di polîtîkayên şer de israr kirin bi ser neketine û çûne sergoya dîrokê. Dê di hilbijartina pêş de gelê me hesaba van bêhiqûqiyan ji îktîdarê bipirse. Gotina ‘rê nadin îşkenceyê’ derew e. Mîna daneyên TUÎK’ê ew jî derew e. Li gel ku hemû nîşaneyên êrişa Taksîmê diyar dikir ku OSO’yê pêk aniye jî wezîrê karên hundir got; ‘YPG’ê kiriye.’ Ev îktîdar xwe bi derewna xweyî dike.” 
 
‘JI BO GELÊ ME BERPIRSYARIYÊN ME HENE’ 
 
Eksîk, got ku ew li ser pêyan e û wiha bi dawî kir: “Em ê têkoşîna xwe ya demokrasî û edaletê bidomînin. Ji bo ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li her deverê bibêjin ku ev tecrîd derhiqûqî ye û îşkenceyeke dermirovî ye. Çi dikin bila bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku me soz daye gelê xwe, Emîne Şenyaşar, malbata Dedeogûllari, malbata Denîz Poyraz, malbatên Roboskê û malbatên kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine şewitandin. Em ê têkoşîna xwe bi tu awayî nîvco nehêlin.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

16/12/2022
10:48 Jina ku zilamê tecawiz lê dikir kuştî hate girtin
10:47 Cenazeyê Mahmût Taş hate veşartin
10:38 Li dijî tecrîdê dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin
10:01 ‘Yekitiya neteweyî ya gelê kurd girêdayî yekitiya jinên kurd e’
10:00 Li warê zeytûnan komkirina zeytûnan destpê kir
09:29 Derhênera belgefîlmê Sîbel Tekîn hate binçavkirin
09:01 Înîsiyatîfa Ereban a Ji Bo Azadiya Ocalan wê bi rojeva tecrîdê kom bibe
09:00 Keça Buruntekînê ku cenazeyê wê 7 rojan di malê de ma: Dê zalim êş û azarê bikişînin
09:00 ROJEVA 16’Ê KANÛNA 2022’YAN
08:40 Cenazeyê Taş piştî 3 salan birin bajarê wî
07:59 Li Amedê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat
15/12/2022
23:57 Bahattîn Keskîn piştî 30 salan hate berdan
21:05 Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan
17:04 ‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’
17:02 Li Edliyeya Amedê di navbera du koman de şer derket
16:57 Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn
16:36 Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
16:28 Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir
15:50 Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne
15:46 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin
15:25 Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin
14:47 Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan
14:45 Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin
14:05 Bi hinceta îfadeyên ‘şahidê nepen’ derheqê girtî Ozer de dozeke nû hate vekirin
14:03 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:56 Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve
12:14 Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir
12:13 Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe
11:53 ‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’
11:51 Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin
11:32 Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
11:19 Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye
10:27 ‘Jina rêxistinbûyî dikare li dijî qirkirin û tundiyê bisekine’
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin
16:59 HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
16:56 Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
16:48 Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
16:38 Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
16:31 Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
15:45 Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt
14:57 Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin
14:55 Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê
14:49 Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin
14:36 Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin
14:36 Salvegera qedexeyên Cizîrê: Bila kujer hesab bidin
14:34 Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin
14:16 Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
14:16 Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
14:14 Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
14:05 Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin
13:50 Di civîna PE’yê de ji bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin
13:22 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin û gef li parêzeran hat xwarin
12:43 Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin
12:37 Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye
12:27 Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin
11:40 Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man
11:13 Li Çewlikê 20 kes 2 roj in di bin çavan de ne
10:57 Baroya Amedê ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê da
10:54 Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn
10:53 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
10:25 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin
10:19 Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!
10:07 CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye
10:06 Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan