Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe

img

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk, Meclisa ku ji êrişa polîsan a li dijî wî bêdeng ma rexne kir û wiha got: “Bila tecrîd bi dawî bibe, hestiyên zarokên kurd ji dayikên wan re bi kargoya PTT’ê neyên şandin, ez razî me ku her du lingên min jî bên birîn.”

 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îdirê Habîp Eksîk ku di 9’ê cotmehê de li navçeya Gevera Colemêrgê di dema çalakiya şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê de di encama êrişa polîsan de lingê wî hatibû şikandin di Lijneya Giştî ya Meclisê de axivî. Eksîk ê bi darên binçengî derket ser kursuyê êrişa li navçeya Geverê li wî hate kirin bi bîr xist û da zanîn ku bi wî re gelek welatî jî rastî îşkenceya polîsan hatin. 
 
‘KESÊN ÎŞKENCEYÊ REVA DIBÎNIN EM Ê BIŞÎNIN’
 
Eksîk da xuyakirin ku gelê kurd ne tenê îro rastî îşkenceyê tê, bi sedsalan e ji aliyê dewletê ve rastî îşkenceyeke sîstematîk, pişaftin û qirkirina çandî tê û got: “Di vê pêvajoyê de ji kesên gelê kurd temsîl dikin re jî îşkence û mirin rewa hate dîtin. Canê me ne ji gelê me ne jî zarokên gelê me yên têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê dimeşînin re hejatir e. Em careke din ji vir soz didin gelê xwe. Çi bibe bila bibe, çi dikin bila bikin, em ê heta dawiyê têbikoşin. Em ê kesên zulm, îşkence û mirinê li me rewa dibînin bişînin. Pergala darazê ku ji qêrîna edaletê ya Emîne Şenyaşar re edalet pêk neanî, wê ji min re jî edaletê pêk neîne.”
 
‘ZILMA 20 SALAN Û BUDÇEYA XIZANIYÊ’
 
Eksîk, destnîşan kir ku pergala darazê ya ku Şebnem Korûr Fîncanci ya ji ber got bila bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa tirk a li Zapê bê “lêkolînkirin” girt, nikare edaletê pêk bîne û wiha berdewam kir: “Ez hewcehî nabînin bersivê bidim Serokê Meclisê yê parlamenteran tenê weke kesên di Lijneya Giştî de deng didin û mevanan qebûl dikin dibîne. Ez nehatime bersiva Wezîrê Karên Hundir yê bi kesên krîmînal re wêneyên wî derketine ku daxuyaniya Walitiya Colemêrgê bi dereweke din derewandiye bidim. Ez dixwazim vê bi taybetî bînim ziman. Ez nehatime ku vê budçeya ji aliyê hikûmetê ve hatiye çêkirin rexne bikim ku ev 20 sal in van budçeyan pêk tîne. Ji ber ku ez dizanim ku ev budçe cara dawî ji aliyê vê hikûmetê ve weke mafekî ji wan re hatiye dayîn. Di van hemû budçeyan de 20 sal in zilm, zordarî, bêhiqûqî, xizanî, birçîbûn, perîşanî û îşkence heye. Ev wekî budçeyên ku bûne sedema pêkûtiyan derbasî dîrokê bûn. Ez dizanim ku budçeya heyî mixabin wê rê li ber xizanî û bêhiqûqiyê veke. Gelê me dema sindoq were danîn wê bersivê bide budçeyê.”
 
‘BILA CENAZE DI TÛRIKAN DE NEYÊN DAYÎN’
 
Eksîk, anî ziman ku êrişa li dijî parlamenterekî bi vîna gel hatiye hilbijartin hatiye kirin li hemû parlamenteran hatiye kirin û ev tişt gotin: “Ez dizanim hişmendiyeke ku îro dibêje ‘lê ew kurd e’ , ‘lê kurdan ew hilbijartî ye’ , ‘lê ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan meşiya’ li Tirkiyeyê heye. Ez dizanim esas xala ku em pê re têbikoşin ev hişmendiye ye. Bila tecrîd bi dawî bibe, hevdîtinên aştiyê careke din pêk werin, bila al bi malên zarokên tirk ve neyên daliqandin û ji aliyên siyasetmedaran ve neyê bikaranîn, hestiyên zarokên kurd ji dayikên wan re bi kargoya PTT’ê, neyên şandin û bi tûrikan nedin bavên kurd ez razî me ku her du lingên min jî bên birîn.”
 
BANGA  YEKITIYÊ LI GELÊ KURD KIR 
 
Eksîk ê li dijî polîtîkayên qirkirin û pişaftinê bang li gelê kurd kir, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ey Kurdîno; bibin yek, bibin yek, bibin yek. Ey gelê tirk; ji bo em li erdnîgariya herî xweşik ku em bi hev re li ser dijîn bi xizanî, birçîtî û şer re rûbirû neminin, ji bo em zarokên xwe birçî nerazînin, werin destê xwe dirêjî xwişk û birayên xwe yên kurd bikin. Bi wan re têbikoşin. Weke Sarûhan Olûç, Sezaî Temellî, Serpîl Kemalbay, Mûrat Çepnî, Zuleyha Gulum, Oya Ersoy destê xwişk û birayên xwe yên kurd bigirin û li dijî vê pergalê em bi hev re têbikoşin û jiyana hevpar bi hev re ava bikin. Bijî biratiya gelan, bijî yekitiya gelan. An azadî, an azadî. Jin, jiyan, azadî.” 
 

Sernavên din

16/12/2022
10:48 Jina ku zilamê tecawiz lê dikir kuştî hate girtin
10:47 Cenazeyê Mahmût Taş hate veşartin
10:38 Li dijî tecrîdê dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin
10:01 ‘Yekitiya neteweyî ya gelê kurd girêdayî yekitiya jinên kurd e’
10:00 Li warê zeytûnan komkirina zeytûnan destpê kir
09:29 Derhênera belgefîlmê Sîbel Tekîn hate binçavkirin
09:01 Înîsiyatîfa Ereban a Ji Bo Azadiya Ocalan wê bi rojeva tecrîdê kom bibe
09:00 Keça Buruntekînê ku cenazeyê wê 7 rojan di malê de ma: Dê zalim êş û azarê bikişînin
09:00 ROJEVA 16’Ê KANÛNA 2022’YAN
08:40 Cenazeyê Taş piştî 3 salan birin bajarê wî
07:59 Li Amedê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat
15/12/2022
23:57 Bahattîn Keskîn piştî 30 salan hate berdan
21:05 Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan
17:04 ‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’
17:02 Li Edliyeya Amedê di navbera du koman de şer derket
16:57 Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn
16:36 Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
16:28 Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir
15:50 Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne
15:46 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin
15:25 Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin
14:47 Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan
14:45 Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin
14:05 Bi hinceta îfadeyên ‘şahidê nepen’ derheqê girtî Ozer de dozeke nû hate vekirin
14:03 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:56 Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve
12:14 Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir
12:13 Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe
11:53 ‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’
11:51 Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin
11:32 Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
11:19 Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye
10:27 ‘Jina rêxistinbûyî dikare li dijî qirkirin û tundiyê bisekine’
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin
16:59 HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
16:56 Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
16:48 Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
16:38 Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
16:31 Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
15:45 Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt
14:57 Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin
14:55 Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê
14:49 Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin
14:36 Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin
14:36 Salvegera qedexeyên Cizîrê: Bila kujer hesab bidin
14:34 Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin
14:16 Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
14:16 Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
14:14 Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
14:05 Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin
13:50 Di civîna PE’yê de ji bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin
13:22 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin û gef li parêzeran hat xwarin
12:43 Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin
12:37 Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye
12:27 Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin
11:40 Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man
11:13 Li Çewlikê 20 kes 2 roj in di bin çavan de ne
10:57 Baroya Amedê ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê da
10:54 Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn
10:53 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
10:25 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin
10:19 Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!
10:07 CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye
10:06 Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan