Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin

  • rojane
  • 10:25 14 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktorekî ku bandora wî li ser girseyan heye û wiha got: “Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe wê li TBB’ê û Wezareta Edaletê hewldanên me hebin.”
 
Ji 25’ê adara 2021’an ve ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayên girtin. Serlêdanên ku malbat an parêzeran kirine an bê bersiv tên hiştin an jî ji ber “cezayên dîsîplînê” nayên qebûlkirin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di 3’yê cotmehê de daxuyanî da û diyar kir ku ew di navbera 20 û 29’ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê jî di nav saziyên ku serdana wê kirine de ye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê mijdar de got “Me bihîstiye ku birêz Ocalan di dema serdana CPT’yê ya li Girava Îmraliyê ya îlona 2022’yan de derneketiye hevdîtinê”. Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Amed, Şirnex, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Colemerg û gelek bajarên din serî li baroyan dan ku ji bo hevdîtin pêk were bikevin nava hewldanan. Yek ji baroya ku serî lê hate dayîn jî Baroya Şirnexê ye. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz têkidarî tecrîd, serlêdanan û wê gavên çawa biavêjin de nirxandin kirin. 
 
‘HEWLDANÊN ME WÊ ÇÊBIBIN’
 
Dîlsîz, diyar kir ku di hiqûqa netewî û navnetewî de cihê tecrîda li ser Ocalan tê meşandin nîne û wiha got: “Hemû serlêdanên ku malbat û parêzer dikin nehatin qebûlkirin û têkildarî vê jî tu xebat nehatin kirin. Di demên dawî de ji aliyê saziyên navnetewî ve di vê mijarê de hin hewldan çêbûn. Her kesê ku ceza lê tê birîn û mehkûmkirin, hem di çarçoveya hiqûqa neteweyî hem jî ya navneteweyî de xwedî hin mafan e. Tevî sûcê mehkûman ê li pêşberî dewletê, nêzîkatiya li wî di çarçoveya pîvanên huqûqî yên gerdûnî de tê destnîşankirin. Divê pîvan û maf jî jê re bên dayîn. Em pêkanîna tecrîdê rast nabînin. Li gelek baroyan serlêdanên nivîskî hatin kirin. Li Baroya Şirnexê jî ev bang hatin kirin. Bi taybetî ji ber van pêkanînên li dijî hiqûqê daxwazên parêzeran çêbûn. Em daxwazan dinirxînin. Di demekî nêzîk de ji bo ev tecrîd bi dawî bibe wê li TBB’ê û Wezareta Edaletê hewldanên me hebin.”
 
‘OCALAN AKTOREKÎ BI BANDOR E’
 
Dîlsîz, da zanîn ku dibe daxwaza hevdîtina wan a bi Ocalan re çêbibe û wiha berdewam kir: “Ji ber ku em rast nabînin aktorekî di vê pêvajoya kaotîk de xwedî gotine bi vî awayî were tecrîdkirin û bi tu awayî destûr neyê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji ber vê yekê di vî alî de wê hin hewldanên me hebin. Li gorî daxwazên parêzeran, em di vê pêvajoyê de dikarin çi bikin, dinirxînin. Em ê hewldanên xwe jî di vî warî de bikin. Em ê di çarçoveya hiqûqî de serî li rayedarên pêwîst bidin.”
 
Dîlsîz, qala aliyê siyasî yê tecrîda tê sepandin kir, ev tişt gotin: “Beriya niha pêvajoyeke çareseriyê pêk hat. Di vê pêvajoyê de bi Ocalan re hevdîtin hatin kirin û nameyên wî li Amedê ji milyonan re hatin xwendin. Di wê pêvajoyê de qenc xerab hawireke aştiyê pêk hatibû. Ew pêvajo ji bo me referanseke. Ev yek tê wê wateyê ku Ocalan û gotinên wî bandoreke cidî li ser girseyan dike. Dema mirov dev ji pîvana hiqûqî ya kar berde û aliyê siyasî binirxîne; hevdîtina bi malbat û parêzerên kesekî ku dibe ku bandoreke giran li girseyan bike, li pêşiya derketina ji rewşa kaotîk asteng e. Ji roja ku tecrîd destpêkirî ve em nizanin rewş çiye. Ji ber ku hevdîtin nayên kirin. Divê bi malbat û parêzeran re hevdîtin bê pêkanîn.”
 
MA / Zeynep Dûrgût - Dilgeş Rûvanas
 

Sernavên din

16/12/2022
10:48 Jina ku zilamê tecawiz lê dikir kuştî hate girtin
10:47 Cenazeyê Mahmût Taş hate veşartin
10:38 Li dijî tecrîdê dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin
10:01 ‘Yekitiya neteweyî ya gelê kurd girêdayî yekitiya jinên kurd e’
10:00 Li warê zeytûnan komkirina zeytûnan destpê kir
09:29 Derhênera belgefîlmê Sîbel Tekîn hate binçavkirin
09:01 Înîsiyatîfa Ereban a Ji Bo Azadiya Ocalan wê bi rojeva tecrîdê kom bibe
09:00 Keça Buruntekînê ku cenazeyê wê 7 rojan di malê de ma: Dê zalim êş û azarê bikişînin
09:00 ROJEVA 16’Ê KANÛNA 2022’YAN
08:40 Cenazeyê Taş piştî 3 salan birin bajarê wî
07:59 Li Amedê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat
15/12/2022
23:57 Bahattîn Keskîn piştî 30 salan hate berdan
21:05 Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan
17:04 ‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’
17:02 Li Edliyeya Amedê di navbera du koman de şer derket
16:57 Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn
16:36 Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
16:28 Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir
15:50 Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne
15:46 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin
15:25 Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin
14:47 Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan
14:45 Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin
14:05 Bi hinceta îfadeyên ‘şahidê nepen’ derheqê girtî Ozer de dozeke nû hate vekirin
14:03 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:56 Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve
12:14 Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir
12:13 Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe
11:53 ‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’
11:51 Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin
11:32 Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
11:19 Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye
10:27 ‘Jina rêxistinbûyî dikare li dijî qirkirin û tundiyê bisekine’
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin
16:59 HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam!
16:56 Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe
16:48 Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
16:38 Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
16:31 Temel: Heke li cihekî 60 hezar kes miribin, li wê derê ne ‘teror’ lê şer heye
15:45 Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt
14:57 Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin
14:55 Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê
14:49 Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin
14:36 Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin
14:36 Salvegera qedexeyên Cizîrê: Bila kujer hesab bidin
14:34 Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin
14:16 Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir
14:16 Ji bo mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang kirin: Werin em vê lîstikê xera bikin
14:14 Li Meclisê berteka li dijî çekên kîmyewî: Dixwazin Dêrsimeke din bi serê kurdan bînin
14:05 Sazî û rêxistinên kurdî: Têkoşîna parastina ziman li her derê bilind bikin
13:50 Di civîna PE’yê de ji bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin
13:22 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin û gef li parêzeran hat xwarin
12:43 Doza yek ji damezîrînerên Komeleya Rosayê Gultekîn hate taloqkirin
12:37 Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye
12:27 Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin
11:40 Atlig ku 30 salan girtî bû: Em bi saya israra xwe ya di jiyana azad de li ser pêyan man
11:13 Li Çewlikê 20 kes 2 roj in di bin çavan de ne
10:57 Baroya Amedê ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê da
10:54 Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn
10:53 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
10:25 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin
10:19 Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!
10:07 CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye
10:06 Jinên îranî: Ji bo em koka rejîmê bînin şer dikin
09:41 Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin!
09:05 Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:04 Dadgeha Bilind cezayê ku li rojnamevan Guleş hatibû birîn xera kir
09:04 Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin
09:03 Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat
09:02 Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:49 Cenazeyê Suer di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
08:48 Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin
13/12/2022
22:42 Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
19:58 ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir
16:26 Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin
16:25 Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin
16:24 Rojnamevan Gumuş piştî 11 salan hate berdan