Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn

  • rojane
  • 15:48 13 Kanûn 2022
  • |
img
AMED – Rêxistinên sivîl ên Amedê û partiyên siyasî bi boneya Hefteya Mafên Mirovan ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyan li ber Girtîgeha Amedê daxuyanî dan û hat xwestin divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan bê anîn. 
 
 Di çarçoveya 10 -17'yê Kanûnê Heftaya Mafên Mirovan de bi pêşengiya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komelaya Rosa a Jinan,  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Amedê,  Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), malbatên girtiyan ên Nobeda Edeletê digirin, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an, Odeya Bijîşkan a Amedê, ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan li ber Girtîgeha Amedê daxûyanî dan çapemeniyê.
 
Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî li ser navê saziyan daxuyaniya kurdî xwend. 
 
Ronî da zanîn her roj diçe ku li hejmara girtiyan zede bibe û wiha got: “Ev zêdebûn di aliyekî de dibe sedema mezintîrîna îxlalên jiyanê di aliyekî din de jî tespîtkirin û çareseriya van pirsgirêkan dibe mecbûrî. Bi qanûnên sala 2017’an vir ve sînordarkirin zêdetir bûne bandorên qadên fîîlî berfirehtir bûne. Ev pêvajo bi awayekî neyînî bandor li ser girtîgehan kiriye û di bîkaranîna mafên azadî û bingehîn de sînordariyên ciddî aniye.”
 
‘DIVÊ KU GIRTÎGEH LI GORÎ STANDARDA NAVNETEW BIN’
 
Ronî anî ziman ku girtîgeh bûne cihên kesên muxalîf û kesên ku desthilatdarî wekî “talukene” bi nav dike. Ronî got: “Îşkence, miameleyên xirab û dijmirovî tenê li ser girtiyên polîtîk pêk nayê, li ser girtiyên edlî ku vê halê dijmirovî qebûl nakin jî wekî rêbaz pêk tê. Li girtîgehan ji bo jiyaneke “mirovane” pêk were rêgezên “standartên kêmtîrin” hene. Divê ji her kesê ku ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin li gorî mafên mirovan rêzdarî were nîşandan. Di girtîgehên Tirkiyeyê de hepskirin wekî rêgezên sereke yên cezayê  hebûna xwe diparêze û hejmara girtiyan her sal zêdetir dibe. Girtîgehên Tirkiyeyê divê li gorî mafên mirovan û standartên navnetewî werin guncankirin.”
 
Ronî bi bîr xist ku girtigeh bûne cihê herî zêde yên binpêkirina mafên mirovan lê diqewimin û wiha beredwam kir: “Ji şertên fizîkî yên girtiyan, ragihandina dinyaya derve, axaftina di nav girtiyan de, azadiya xwe îfadekirinê heta pêkanîna mafên hevdîtina malbatê gelek mafên girtiyan bi awayekî sîstematîk tê îxlalkirin û tê dîtin ku girtî bi cezayên dîsîplînê yên kêfî û dijhiqûqî re rû bi rû dimînin. Mafên mirovan ên bingehîn “mafê jiyanê” ye. Ev maf di tu merc û rewşekê de nikare were astengkirin û ji holê rakirin. Li gorî bingeha mafên mirovan hemû kes di qada ku lê ne divê li gorî rûmeta mirovahiyê jiyana xwe bidomînin. Ji pîvanên parastina mafê jiyanê yek jî bê cihêkarî ragihandina xizmetên tenduristiyê ye, yanî mafê tenduristiyê ye. Ev maf ji bo girtiyan jî derbasdar e. Girtîbûn mafê tenduristiya kesan ji holê ranake.”
 
‘TEDAWIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊ ASTENGKIRIN’
 
Ronî behsa rewşa girtiyên nxweş kir û wiha axivî: “Di girtigehên Tirkiyeyê de pirsgirêkên herî girîng û herî sotîner pêk tînin. Li girtigehên Tirkiyeyê astengkirina mafê ragihandina tenduristiyê, ferzkirina lênerîna bi kelepçe, dereng birina revîrê, dereng çêkirina sewkên nexweşxaneyê yan jî qet çênekirin, kêmbûna xebatkarên tenduristiyê yên girtîgehan rewşa girtiyên nexweş xirabtir dikin û ev dibe sedema îxlala mafê jiyanê. Demeke dirêj e bikarneanîna mafê ragihandina tenduristiya nexweşên girtî yên bi awayekî nayê çareserkirin û di rojeva Tirkiyeyê de ye, di van demên nêz de  wendahiyên girtiyan zêdetir derdikeve holê. Di nav sala 2022’an de  girtiyên nexweş jî  di nav de 50 kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, du girtî demeke kin piştî berdana xwe jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan li girtîgehên Tirkiyeyê hîn jî 651 giran bi giştî 1517 girtiyên nexweş hene. Li girtîgehan; mafên girtiyên kal û pîr, nexweşên pênçeşêr û dil, yên nexweşiyên wan ên mayînde hene, yên pirsgirêkên wan ên derûnî hene û mafê ragihandina tenduristiyê yê bi sedan nexweşên giran ên nikarin tena serê xwe jiyana xwe bidomîn tê îxlalkirin. Tedawiyên wan tên astengkirin û daxwazên wan ên taloqkirina cezayê tê redkirin.”
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Ronî bal kişand ser biryarên Saziya Tiba Edlî ya derbarê girtiyên nexweş ku nayên berdan û wiha got: “Girtiyên nexweş ên nikarin li girtigehê jiyana xwe tena serê xwe bidomînin ji hêla Lijneya Tibba Edlî ve raporên aligir û ji zanînê dûr tên amadekirin ji ber van raporan girtiyên nexweş demên dirêj li girtîgehê dimînin û nexweşiyên wan pêş ve diçe. Di bergiriya mafê tenduristiyê yê girtiyan de; girtiyên nexweşiyên giran ên hîn jî li girtîgehan in hemû li gorî raporên nexweşxaneyan demildest werin berdan, tedawiyên wan li ber malbatên wan bidomin û mesrefên wan ji hêla sigortaya tendurîstiyê ya dewletê ve were dayîn. Divê Tibba Edlî di raporên taloqkirina cezayan de nebe merciya dawî. Di biryarên taloqkirina cezayan de rayeya dozgeriyên komarê û bazbendan were rakirin, bi raporên nexweşxaneyan bila ceza werin taloqkirin. Pîvana “ji bo civakê taluke ne” ya li pêşiya taloqkirina cezayên girtiyên nexweş e divê ji qanûnê were derxistin.
Ji bo malbata xwe nebine wan dibin bajarên  dûr. Mafê girtiyan ên hevdîtinê heye divê ku ev hesantir pêk were wan bînin bajarên malbatên wan lê ne yan jî bajerekî nêzî malbatên wan.”
 
TALOQKIRINA BERDANA GIRTIYAN 
 
Ronî bal kişand ser girtiyên ku cezayê wan qediyaye û berdana wan tê astengkirin û got: “Di Qanûna Înfaza Cezayê de wiha hatiye diyarkirin  ji bo feyde ji berdana bi şert were girtin girtî dema xwe ya girtîgehê divê bi halê baş derbas bike. Bi awayekî mafê ewlehiya hiqûqî tê îxlalkirin, bi nirxandinên subjektîf û bi pêvajoyên îdarî yên kêfî daxwazên berdanên bi şert tim tên redkirin. Têgeha “halê baş” ku li ser azadî û mafê ewlehiya kesan bandor çêdike ji biryarên kêfî yên rayedarên girtîgehan re hatine hiştin. Mafên berdanên bi şert ên bi nêzikatiyên dijhiqûqî û bi biryaran tê astengkirin, ji bo girtî bi lezgînahî werin berdan divê muameleyên pêwîst werin kirin.”
 
‘DEMILDEST DEST JI PÊKANÎNÊN KÊFÎ Û DIJHIQÛQÎ BERDIN’
 
Ronî bang kir ku demildest pêkanînên kêfî û dijhiqûqî yên mafên girtiyan ên bingehîn bi sînor û binpêkirin werin bi dawî kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di derheqê xebatkarên giştî yên kiryarên dijhiqûqî pêk tînin lêpirsineke bi bandor pêk were. Em wekî saziyên navên me di binî de ye diyar dikin ku  em ê van îxlalan bişopînin, ji bo îxlalên mafan ên tên jiyîn gavek berê werin bidawîkirin em her kesî vedixwînin berpirsiyariyê.”
 

Sernavên din

13/12/2022
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir
13:58 ‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’
13:45 Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?
13:14 Ji bo Îmraliya ku 20 mehan zêdetire agahî jê nayên girtin dîsa serlêdan kirin
12:34 Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome
11:26 Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin
11:05 Li Amedê wesayîtekê li 2 xwendekaran da
10:56 Ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan biryara betalkirinê hat dayîn
10:55 Leşkerê ku ji ber sûcê zayendî ceza lê hatiye birîn li derveyî sînor hat peywirdarkirin!
10:33 Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye
10:28 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
10:26 ‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’
09:49 Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan
09:47 Ji ber astengkirina emeliyata girtiyê nexweş, serdana Komîsyona Meclisê hate kirin
09:44 Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir
09:07 Karkerên ku di înşaeta mizgefta qaçax de birîndar bûn pere pêşniyazî wan hatiye kirin
09:06 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Înfaza girtî Tûncel cara 3'yan hat şewitandin
09:03 Li Rihayê girtiyên nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:59 Dewleta tirk li Rojava 16 dibistan bombebaran kir
12/12/2022
23:14 Li Amedê jina ku bi giranî hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin