Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin

img
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di hevdîtinên budçeyê de bal kişand ser hişkesaliyê û wiha got: “Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin” 
 
Di rûniştina 6’an a Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan li Lijneya Giştî ya Meclisê tên kirin. Di vê rûniştinê de budçeyên Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî hatin nîqaşkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu têkildarî budçeya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê axivî. 
 
PROJEYA GAP’Ê 
 
Ayşe Surucu, anî ziman ku ji ber krîza avhewayê li herêma Rihayê hişkesaliyeke mezin heye û wiha got: “Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin. Cotkar ji bo ku çandiniyê bikin, bîrên bi 400 mîtroyan dikolin û wisa avê derdixînin. Dê di demên pêş de xaka me bêweç bibin. Cotkarên herêmê bi fatûreyên zêde yên DEDAŞ’ê tên mexdûrkirin. Her wiha dest datînin ser piştgiriya bo wan tê kirin. Divê ceyrana ji bo xebatên çandiniyê tên kirin ji tevekan erzantir be lê fatûre bi tîpa pîşesaziyê tên amadekirin. Tê gotin ku dê bi GAP’ê re 6 milyon mirov bikevin kar. Lê herêma herî zêde bêkarî lê heyî jî herêma GAP’Ê ye.” 
 
PIRSGIRÊKÊN KARKERÊN ÇANDINIYÊ 
 
Bi domdarî Surucu ev tişt anî ziman: “Her sal bi sedhezaran kes ji paytexta çandiniyê Riha, Mêrdîn û Amedê weke karkerên demsalî dikevin rêyan. Bêyî ku pêdiviyên wan ên hîjyen û ewlehiyê bi cih bînin, di tevahiya rojê de di nava zeviyan de dixebitin. Gelo we ji bo jinên ku di tevahiya rojê de dixebitin û piştre li malê vî karê xwe didomînin û ji bo mafê perwerdeyê yê zarokan çi maf derxistine? Divê pêdiviyên wan ên weke mal, xwarin û ceyranê bên pêşwazîkirin. Polîtîkayeke rast a çandiniyê ya îktîdarê tune ye. Cotkar nikare berhemên xwe bifiroşe. Pembûyê ku bi 16 lîreyan hatiye amadekirin, bi 10 lîreyan jî nayê firotin.” 
 
‘BUDÇEYA JINAN NÎNE’
 
Di berdewamê de Surucu destnîşan kir ku ev budçeye budçeya jinan nîne û wiha bi dawî kir: “Di nava sala dawî de herî kêm 310 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Ji sala 2008’an heta niha jî herî kêm 4 hezar û 200 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin. Li şûna ku pêşî li ber tundiya zilaman bigire, îktîdarê Peymana Stenbolê ji holê rakir. Heta duh Bahar Hezar li naverasta kolaneke Rihayê ji hêla birayê xwe ve hate qetilkirin. Ji bo ku her roj jinek neyê qetilkirin, em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Em ê ji bo her jineke hatiye qetilkirin edaletê pêk bînin.” 
 

Sernavên din

13/12/2022
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir
13:58 ‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’
13:45 Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?
13:14 Ji bo Îmraliya ku 20 mehan zêdetire agahî jê nayên girtin dîsa serlêdan kirin
12:34 Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome
11:26 Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin
11:05 Li Amedê wesayîtekê li 2 xwendekaran da
10:56 Ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan biryara betalkirinê hat dayîn
10:55 Leşkerê ku ji ber sûcê zayendî ceza lê hatiye birîn li derveyî sînor hat peywirdarkirin!
10:33 Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye
10:28 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
10:26 ‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’
09:49 Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan
09:47 Ji ber astengkirina emeliyata girtiyê nexweş, serdana Komîsyona Meclisê hate kirin
09:44 Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir
09:07 Karkerên ku di înşaeta mizgefta qaçax de birîndar bûn pere pêşniyazî wan hatiye kirin
09:06 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Înfaza girtî Tûncel cara 3'yan hat şewitandin
09:03 Li Rihayê girtiyên nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:59 Dewleta tirk li Rojava 16 dibistan bombebaran kir
12/12/2022
23:14 Li Amedê jina ku bi giranî hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin