Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin

  • rojane
  • 15:27 11 Kanûn 2022
  • |
img
MELETÎ - Parlamentera HDP’ê Huda Kaya alîkariya ku îktîdar dide cemaet û weqfan rexne kir û wiha got: “Hemû xerabiyên xwe di bin navê ol, welat û alayê de vedişêrin.” 
 
Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li eywaneke dawetan a navçeya Çirmik a Meletiyê panela xwe ya bi sernavê “Di Îslamiyetê de ked aştî û edalet” li dar xist. Panel, ji hêla Maseya Îslamê ve hat lidarxistin û Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Faruk Gergerlîoglû, endamên Komîsyonê Dîba Keskîn û Emîn Ay weke axêver tev li bûn. Nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Platforma Hawirdorê ya Meletiyê, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) û bi sedan kes tev li panelê bûn. 
 
WEKHEVIYA JIN Û MÊRAN 
 
Hevberdevka Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan Dîba Keskîn ji ewilî axivî û derheqê xebatan de agahî dan. Keskîn, diyar kir ku ji bo hemû kes bawerî û fikrên xwe bi awayeke azad bîne ziman, xebatên xwe didomînin û wiha got: “Xwedê hemû kes ji bawerî û neteweyên cuda afirand. Mafê jiyaneke azad da her kesî. Em dixwazin ku kesek zordestiyê li kesekî neke û her kes azad bijî. Têkoşîna me ji bo vê ye. Oldarên bawerhişk jin di nava çar dîwaran de girtine. Lê divê jin bi fikrên xwe di qada civakî û cemaweriyê de cih bigire. Divê civak li ser mêr neyê pênasekirin. Civak, ji jin û mêran pêk tê. Divê mîna hevdi civakê de cih bigirin. Lê mixabin jin ji vê yekê bêpar hatine hiştin. Maseya Îslamê li dijî vê têdikoşe.” 
 
‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ ZILMÊ BISEKINE’ 
 
Parlamenter Omer Faruk Gergerlîoglû jî got ku kengî zilm, nebaşî û bêedaletî zêde bibe, şer derketine û ev tişt anî ziman: “Yên ku li dijî vê bêdeng mayîn jî bedela vê dan. Lewma divê hemû kes dengê xwe derxîne û li dijî zilmê bisekine. Tirkiye ji edaletê Îslamê pir dûr e. Çima ciwan koçî dewletên rojava dikin lê naçin welatên misilmanan? Di ayeta Xwedê de heye. Dibêje ku heke hûn li dijî zilmê dernekevin dê di nava gemarê de bimînin. Lê welatê me di hêla edaletê de di bin lingan de ye. Xwedê zilm, zext û tehekûmê red dike. Zalimkariyê di bin navê kevneperestiyê de difiroşin. Divê her kes li dijî vê bisekine.” 
 
TÊKOŞÎNA KED, EDALET Û AŞTIYÊ 
 
Hevberdevkê Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Emîn Ay jî diyar kir ku ew ked, edalet û aştiyê esas digirin û wiha domand: “Netewe-dewletan ev maf ji destê gelan standin û xwe ava kirin. Di dîroka şaristaniyê de kengî ev her sê nirx ji holê hatibin rakirin, wê demê mirov hatine mêtingehkirin. Hemû olên semawî ji bo van her sê nirxan têdikoşin. Em jî li ser vî esasî têdikoşin.” 
 
ÎSTÎSMARKIRINA OLÊ 
 
Parlamenter Huda Kaya jî bi lêv kir ku divê hemû kes rastiyê û aştiyê biparêze û ev nirxandin kir: “Li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê şer dayîne destpêkirin. Hewl didin hemû xerabiyên xwe bi fêlbaziya xwe bidin veşartin. Mijara behsa xeberê îstîsmarkirina olê ye. Dema bi kêrî wan tê, hemû xerabiyên xwe bi din navê ol, welat û alayê de vedişêrin. Zîhniyetên ku ji bo ronahiya qesra wan vêkeve zarokên feqîran dişînin eniyên şer duh çi bin îro jî heman tiştin.” 
 
'ZÎHNIYETEKE JIRÊDERKETÎ HEYE’ 
 
Kaya, bertek nîşanî “zewicandina” zarokeke keç a 6 salî ya bi zilamekî 29 salî re ji hêla Weqfa Hîranûr a girêdayî Terîqata Îsmaîlagayê û axaftina xwe wiha qedand: “Kesê ku îdia dike bav e û mehra keça xwe ya 6 salî dibire û pêşkeşî zilamekî dike, qaşo ji xwe re dibêje mela, şêx. Di ayetan de wiha tê gotin; ‘baldar bin ku we bi navê Xwedê nexapînin.’ Em îro asta ku xerabî gihaştiyê dibînin. Birîna mehra zarokên 6 salî bi AKP’ê dest pê nekir lê bi saya piştevaniya wan bêhtir berbiçav bûn. Çanda emewîperest, zayendperest û zilaman, dikare ku zarokên keç ên 6 salî bi kar bînin. Zîhniyeteke ewqas jirêderketiye ku çawa zarokeke keç ji dayik bû bi ka tîne.”
 
Panel, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

13/12/2022
15:50 Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan
15:48 Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn
15:39 Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin
15:12 Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin
15:10 Taşdemîr: Rojava ji bo AKP’ê veguheriye kabûsê
15:09 3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin
15:04 Di doza ku 19 kes tên darizandin de dozger dê mutalaayê amade bike
14:50 Doza GOÇÎZDER’ê: Mesrefa epîlasyonê jî bi PKK’ê ve hatiye girêdan
14:41 Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne?
14:21 ‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’
14:12 Nîjadperestan êrişî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin
14:02 Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir
13:58 ‘Wezerata Ragihandinê serokatiya dezenformasyonê ye’
13:45 Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?
13:14 Ji bo Îmraliya ku 20 mehan zêdetire agahî jê nayên girtin dîsa serlêdan kirin
12:34 Nobeta Edaletê di roja 645’an de didome
11:26 Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin
11:05 Li Amedê wesayîtekê li 2 xwendekaran da
10:56 Ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan biryara betalkirinê hat dayîn
10:55 Leşkerê ku ji ber sûcê zayendî ceza lê hatiye birîn li derveyî sînor hat peywirdarkirin!
10:33 Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye
10:28 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
10:26 ‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’
09:49 Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan
09:47 Ji ber astengkirina emeliyata girtiyê nexweş, serdana Komîsyona Meclisê hate kirin
09:44 Weşanxaneya Aramê 13 pirtûkên nû çap kir
09:07 Karkerên ku di înşaeta mizgefta qaçax de birîndar bûn pere pêşniyazî wan hatiye kirin
09:06 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Înfaza girtî Tûncel cara 3'yan hat şewitandin
09:03 Li Rihayê girtiyên nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:59 Dewleta tirk li Rojava 16 dibistan bombebaran kir
12/12/2022
23:14 Li Amedê jina ku bi giranî hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin