Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e

  • rojane
  • 16:27 9 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku di sala 2022’yan de li Tirkiyeyê li gelek qadan binpêkirinên zêde yên mafan qewimîne û pirsgirêka kurd li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê asteng e. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi wesîleya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de bîlançoya binpêkirinên mafên mirovên ku di sala 2022’yan de li Tirkiyeyê qewimînî hat parvekirin. 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Endamê Desteya Rêveberiya TÎHV’ê Nîhat Bûlût tev li civînê bûn. 
 
DANEYÊN RAPORÊ 
 
Di raporê de dane bi sernavên "Li Tirkiyeyê di sala 2022'yan de bi daneyan binpêkirinên mafên mirovan", "Mafê jiyanê", "Îşkence û muameleya xerab", "Girtîgeh", "Azadiya Raman û îfadeyê", "Azadiya Civîn û Xwepêşandanê" “Azadiya rêxistinkirinê”, “Pirsgirêka Kurd”, “Mafên Jin û LGBTI+”, “Mafên Zarokan”, “Penaber û koçber”, “Mafên Aborî û Civakî” cih girtin.
 
Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên Wezareta Dadê di sala 2005’an de 55 hezar û 870 girtî û hikumxar hebûne û ev jimar ji 1’ê kanûna 2022’an şûn ve gihîştiye 336 hezar û 315 girtî û hikumxwaran. Di raporê de hat gotin ku 17 salan de hejmara girtî û hikumxaran şeş qat zêde bûye. 
 
6 HEZAR Û 19 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku li gorî Yekineya Dokumantasyona ÎHD’ê di 7 salên dawî de 6 hezar û 19 kesan ji ber şerê diqewime jiyana xwe ji dest dane, 8 hezar û 562 kes birîndar bûne. Her wiha hat gotin di sala 2022’yan de ji ber êrişên nijadperest ên li dijî kurdan kesek hatiye kuştin û 20 kes jî birîndar bûne. 
 
Di raporê de hat gotin di 11 mehên îsal de 35 jê zarok hezar û 32 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane. 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û anî ziman ku 74 sal in Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan rêya mirovan ronî dike û li cîhanê tevgerek bihêz a mafên mirovan ava bûye. Turkdogan got: “Em dikarin mînaka vê berbalevbûna mafên mirovan dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li Îranê dest pê kir mînak nîşan bide.” 
 
OHAL DIDOME 
 
Turkdogan destnîşan kir ku her çiqas bi devkî Rewşa Awarte (OHAL) hatibe rakirin jî lê ji sala 2016’an ve OHAL’ek mayînde berdewam dike. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Turkdogan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jî girtîgeh bûne pirsgirên cidî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Îktidar di mehên havînê de dê derbarê girtiyên nexweş de gav bavêje. Soz da lê tiştek nekir. Tecrîd li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Divê demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û Abdullah Ocalan di demek herî zû de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Azadiya raderbirînê ji bo me hemûyan azadîyeke pêwîst e. Girtîgehên ku rasterast nîşaneya hurmeta dewletan a ji bo mafên mirovan in, niha li Tirkiyeyê ji ber ku desthilatdariya siyasî hiqûqê wekî amûra zext û tirsandinê bikar tîne, tije bûne. Girtîgeh ku binpêkirinên giran ên mafê jiyanê lê diqewime bi îşkence û astengkirina mafên tenduristiyê di rojevê de ne.” 
 
GIRTINA FÎNCANCI 
 
Turkdogan destnîşan kir ku girtina Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci bêhiqûqî ye û girtina Fîncanci nayê qebûlkirin û divê li şûna girtina wê lêkolîna pêwîst bihata kirin. Turkdogan got ew ê di 23’ê kanûnê de biçin Stenbolê û hevala xwe Şebnemê bigihînin azadiya wê. 
 
ASTENGIYA MAFÊN ÇALAKÎ Û DAXUYANIYAN
 
Turkdogan bal kişand ser astengî, qedexekirin û binpêkirina mafên civîn û xwepêşandanan û azadiya çalakî û xwepêşandanan ji aliyê leşker, polîs, walî û qeymeqaman ve tên astengkirin û mînaka vê yekê jî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê û astengiyên li pêşiya HDP’ê, kedkar, xwendekar, karker û parêzvanên mafên jiyanê û xwezayê nîşan da. 
 
PIRSGIRÊKA KURD 
 
Turkdogan bal kişand ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ku pirsgirêka kurd e û wiha axivî: “Zextên li ser partiyên siyasî berdewam dikin. Doza girtina HDP'ê dewam dike. Pirsgirêka kurd, weke yek ji astengên sereke yên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Weke parêzvanên mafan me her tim ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, aştiyane û dadperwerane doz vekir. Em di vê de israr dikin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku êdî şer û pevçûn rawestin. Bi avakirina jîngeheke bê nakok re, divê hemû alî ji bo xurtkirin, şopandin û temînkirina aştiya civakî bi xurtkirina rewşa nelihevkirinê li gorî neyînîyên ku qewimîne, bernameyên samîmî û bi bandor pêş bixin. Em dibêjin ku hatina aştiyê ya li ser vê axê re dê demokrasi û mafên mirovan bên parastin.”
 
GIRTINA ROJNAMEVANAN 
 
Turkdogan bal kişand ser azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê li cîhanê di rêzên paş de ye û ew girtina 9 û 16 rojnamevanên kurd qebûl nakin û cihê rojnamevanan ne girtîgeh e. 
 
Turkdogan anî ziman ku ew ê li dijî her cûre binpêkirinên mafên mirovan, îşkence û muamaleya xerab têkoşîna xwe ya parastina mafên mirovan bidomînin. 
 
 

Sernavên din

10/12/2022
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan
15:34 Wêneyê talana li Cûdî nîşan da: Hûn dijminê ekolojiyê ne
15:23 Derbarê Ûca ya HDP’î de 3 fezleke hatin amadekirin
15:16 Di dosyaya KCD’ê de ji bo Aktar biryara beraetê hat dayîn
15:09 Jinan di bîranîna Garîbe Gezer de soza têkoşînê dan
14:43 Li fûara pirtûkan Nobeta Edaletê girt
14:25 Li her çar aliyên Wanê ji bo meşa li dijî tecrîdê xebat tên meşandin
13:51 Li Qesra Çiraganê şewat derket
13:50 Ji ber îfadeyên derew ên şahid Ayverdî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Dengîz
13:42 Zengîn a AKP’î di mijara girtiyên nexweş de li xwe mikur hat
13:28 Budçeya şer 10 qet zêdetir bû
13:14 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:10 Temellî ji bo meşê bang kir: Divê em tecrîdê bişikînin
13:10 Tirkiyeyê firneya ku bo 20 gundan nan dipêje bombebaran kir
12:56 Ji ber ambargoya Şamê 2 tax bê ceyran man
12:09 Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn
12:01 Koçyîgît: Tirkiye hewl dide gavên îlheqkirina xaka Rojava biavêje
11:40 Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin
11:39 Girtiyê nexweş ê hate îdiakirin ku ‘ketiye’ jiyana xwe ji dest da
11:02 Parlamentera HDP’ê Orhan: Tundiya navneteweyî li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê tê domandin
10:32 ‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’
10:18 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide
09:53 ‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’
09:05 ‘Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye'
09:04 Banga ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin
09:03 Kesên xwe wekî MÎT'ê û polîsan didin naskirin 'sîxurtiyê' li hevseroka HDP'î ferz dikin!
09:02 Dayika ku kurê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da: Çi ji destê me bê divê em bikin
09:01 'Ger hiqûq hebe divê dewleta tirk bê darizandin'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2022'YAN
09:00 Li Dehgulan'ê Şademan Ehmedî di bin çavan de hate kuştin!
08/12/2022
20:41 Gundên Efrîn, Zirgan û Eyn Îsayê hatin bombebarankirin
19:25 Li Amedê ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
16:44 Saman Yasîn dibe ku ji nişkê ve were darvekirin!
16:43 Der barê daxuyaniya ‘Qirkirina Ermenan’ a HDP’ê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:31 Li Girtîgeha Gîresûnê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
16:23 Dozger di asta jor de ji bo Rojbîn Çetîn ceza xwest
16:22 Hevalê hucreyê yê Şekarî helbest nivîsand: Xweziya min ew nûçe qet nexwendibûya
16:12 Di Doza Vartînîsê de tevî xetereya demborînê jî wezaret bersivê nade muzekkereyê
16:00 Piştî bidarvekirina Şekarî gel li Îranê dakete kolanan
15:34 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir
15:25 ‘Hêj niha jî li Meclisê ji bo kurdî dibêjin X an jî zimanê nayê zanîn’
15:25 Qala çîroka strana ‘Megrî megrî’ kir: Hûn stranê îstîsmar dikin
15:09 Li Zanîngeha Stenbolê êrişên nijadperest: Berpirsyar kesên ku kampus veguherandine leşkergehê ne
14:51 HDP’ê bersiv da gefa parlamenterê nijadperest: Em bi bedelên giran hatin vir
14:33 Temel: Desthilat nikare derewan li civakê bike
14:31 Salvegera 27’an a KESK’ê li Mêrsînê hat pîrozkirin
14:13 Di nava 24 saetan de li Çemçoyê 12 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:11 Xizmên girtiyan 148 roj in bi daxwaza edaletê nobetê digirin
14:05 Ji bo firehkirina qada mitînga Erdogan avahiya xizmetê hilweşandin
14:04 Serpelê ku ji bo kadroyên cerdevanan bertîl xwariye hat binçavkirin
13:29 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê li ku ye?
13:23 Dozger ji ber îşkenceya li girtîgehê ceza xwest
13:03 Ji bo çalakiyên Nobeta Edaletê yên Amed û Wanê bang hat kirin
12:49 Nasir Erdal ku gîranî hat birîndar kirin: Îsmail Arslan gule berdan min
12:44 Muhsin Şikarî yê 23 salî hat bidarvekirin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
12:20 Mûsa Sevîm ê Meryem qetil kir ji ber ‘şahidê nepen e’ nayê dîtin?
12:15 Ji Aslan û Qoçgîrî straneke nû: Reseno
12:06 Doza hevşaredar Toprak ji ber guherandina şandeyê hate taloqkirin
12:03 Encamnameya Kongreya 21'emîn a KNK'ê: Dem dema yekitî û statûya Kurdistanê ye
11:25 Qeymeqamê ku zarokê 13 salî perçiqandibû bialkol û leza zêde derket
11:17 Ahmet Silik bi ‘bêhiqûqiya bikontrol’ hate qetilkirin!
10:50 Garîbe Gezer ku hatibû qetilkirin: Ez tu carî serî natewînim
10:38 ‘Bi tayînkirina qeyûman re destkeftiyên jinan 50 sal li paş man’
10:08 ‘Ocalan bi redkirina hevdîtina CPT’iyê re peyam da CPT û derve’
09:54 Gursucu bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da: Dema mijar bû Kurdistan her kes bêdeng e
09:17 Dest û lingek wî tune ye, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dane wî