'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’

  • rojane
  • 10:26 4 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Kekê girtî Çetîn Yildiz ku li Girtîgeha Tarsûsê tê ragirtin, Abdullah Yildiz diyar kir ku midûrê girtîgehê yê nû bi miameleyeke xerab nêzî girtiyan dibe û wiha got: “Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê. Divê wezîrê dadê peywira xwe bi cih bîne.” 
 
Girtiyê bi navê Çetîn Yildiz di sala 2016’an de dema li Kirşehîrê zanîngeh dixwend, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Sê roj piştre jî hate berdan û di lêpirsîna derheqê wî de biryara neşopandinê hat dayîn. Yildiz, di 5’ê gulana 2017’an di encama serdegirtina malan a li Stenbolê de bi hinceteke mîna ya berê dîsa hat binçavkirin. 14 rojan di bin çavan de ma û piştre hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê. Di danişîna 4’emîn a Yildiz a di 26’ê çileya sala 2018’an de 9 sal û 9 meh cezayê hefsê hate dayîn. 3’yemîn Daîreya Dadgeha Bilind bi sedema “cezayekê zêde hatiye dayîn, şahid nehatine guhdarkirin” ev ceza betal kir. Dagdeha Cezayên Giran a Kirşehîrê jî li gorî vê biryarê tevgeriya û cezayê Yildiz daxist 9 salan. Vêcarê jî Dadgeha Bilind got; “ji bo rewşa wî ya baş ceza nehatiye daxistin û gelek ceza hatiye dayîn” dîsa cezayê hatiye dayîn betal kir. 
 
QEDEXEYA HEVDÎTINA VEKIRÎ
 
Li dijî binpêkirinên li girtîgehê, Yildiz û 14 hevalên xwe de 19’ê gulana sala 2020’an de li Girtîgeha Kirşehîrê ketin greva birçîbûnê. Bi hinceta greva birçîbûnê, cezayê disiplînê li girtiyan hate birîn û piştî greva birçîbûnê ya 123 rojan, her girtiyek şandin girtîgeheke cuda. Yildiz jî sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Tarsûsê. Bi hinceta greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirşehîrê, cezayê “qedexeya hevdîtinê vekirî û çalakiyên civakî” lê hat birîn. 
 
'ÎŞKENCEXANE’ 
 
Kekê Yildiz, Abdullah Yildiz têkildarî binpêkirinên li dijî girtiyan tên kirin axivî û wiha got: “Girtîgeha Kirşehîrê, îşkencexane ye. Li vir îşkenceyên cur bi cur li girtiyan tên kirin. Di dema pandemiyê de tu tevdîr nehatin girtin. Berevajî vê, gardiyanan ji girtiyan re digot; ‘ez bi koronayê ketime û dê we jî pê bixim. Hûn bimrin jî haya kesekî ji we nabe.’ Ev gef dixwarin. Birayê min û hevalên xwe jî li dijî van sepanan ketin greva birçîbûnê. Lewma şandin Girtîgeha Tarsûsê. Li wir jî heman sepan hene. Birayê min di hevdîtina dawî ya li ser telefonê de got ku ji ber greva birçîbûnê ya li Kirşehîrê, cezayê disiplînê yên weke qedexeya tevlibûna çalakiyên civakî, yên sporê, hevdîtinên vekirî û bisînorkirina kotaya cil û bergan û pirtûkan li wî tên birîn. Em jê re solan dişînin, bi hinceta ku tê de hesin heye nadinê. Di serê sibehê saet di 4’an de bi ser qawîşan de digirin û dest datînin ser alavên wan ên weke radyo, pirtûk, pênûs, cil û berg û hwd..  Heta demekî jî nadin.” 
 
‘DÎL HATINE GIRTIN’
 
Bi domdarî Yildiz da zanîn ku li Girtîgeha Tarsûsê 10 roj cezayê hucreyê li girtiyan hatiye birîn û ev agahî parve kirin: "Hevalên me yên li girtîgehê dibêjin; ‘Li gel ku cezayê hevalên me yên li Tarsûsê xelas bûne jî dîl tên girtin û nayên berdan. Ji ber xwe ve lijneya disiplînê ava kirine lê tu hiqûqnas di nav de nînin. Li gorî serê xwe înfazên hevalan dişewitînin.’ 2 hevalên birayê min niha dîl girtî ne. Hevalên girtî dixwazin ku gel di vê mijarê de bihestiyar tevbigere û rê nedin îşkence û zextên li girtîgehan.”
 
GIRTÎ TÊN DERBKIRIN 
 
Yildiz, destnîşan kir ku nêzî 4-5 meh berê midûrê Girtîgeha Tarsûsê guherî ye û wiha bi dawî kir: “Midûrê nû ji Girtîgeha Amedê hatiye. Dibêje; ‘min çawa ku Girtîgeha Amedê anîbe ser rê, dê wisa bi we jî bikim.’ Hevalên me her tim li cihên bêkamera tên derbkirin. Midûr tê girtiyan nîşan dide û dibêje; ‘filan kesî bi vî awayî derb bikin, filane kesî têxin hucreyê’ û hwd. Ev yek hevalan bi guhên xwe bihîstine. Gelo midûreke girtîgehê çawa ewqas îşkencekar dibe? Divê Wezîrê Dadê bi peywira xwe rabe û ev zext bi dawî bibin. Hevalên me mîna dîlgirtiyên siyasî ne. Girtîgeh veguherîne mîna îşkencexaneyê. Di nava 5-6 mehan de nêzî 70 hevalan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan. Li şûna ku wezîrê dadê xwe bi partiyan ve mijûl dike, bila li peywira xwe ya esasî vegere û bi cih bîne. Mirov êdî nikare ewqas zilmê ragire. Banga min ji bo her kesî ew e ku xwedî li girtîgehan derkevin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

05/12/2022
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e