Li Îmraliyê sohbet qedexe ye

  • rojane
  • 12:16 3 Kanûn 2022
  • |
img

ENQERE - Derket holê ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 18’ê mijdara 2021’an de ji ber ku bi girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re li Îmraliyê piştî aktivîteyên sporê sohbet kiriye re, cezayê dîsîplînê hatiye birîn. 

 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke girangirî de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, 20 meh in agahî nayên girtin. Serlêdanên ku malbat û parêzer li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dikin an bi hinceta cezayên “dîsîplînê” tên redkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Ji serlêdana parêzeran a li Wezareta Dadê, Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan, Wezareta Dadê û Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê re jî bersiv nehatin dayîn. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kûrtûlan û Huseyîn Kaçmaz di 2’yê kanûna 2021’an de ji bo biçin serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de tên ragirtin, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisa ku endamên wê ne kiribûn.  
 
Di bersiva ku ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê ve hate dayîn de derket holê ku ji ber Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî aktîvîteya sporê “sohbet” kiriye cezayê qedexeya hevdîtinê lê hatiye birîn.  Piştî aktîveteyên sporê yên di 18’ê mijdara 2021’an de, ji Abdullah Ocalan ê ku bi girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re sohbet kir re, cezayê dîsîplînê yê 3 mehan hate birîn. Ev cezayê hate dayîn di 23’yê mijdarê de hate pejirandin û ji qedexeya hevdîtinê re kirine hincet.  
 
Parlamenterên HDP’ê di serlêdanê de bi bîr xistin ku piştî axaftina wî ya bi telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de ya bi birayê xwe re agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha gotin: “Malbatên ku ji wê rojê ve bi tu awayî agahî ji xizmên xwe negirtine diyar kirin ku ji tenduristî û heta ji jiyana wan bi fikar in û parêzerên wan jî ji bo Komîsyona me bikeve dewrê serlêdan kirin. Her wiha malbatan serdana koma me ya li Meclisê kirin û fikarên xwe yên derbarê vê mijarê de li vir jî ragihandin. Pêwîst e Komîsyona me ji bo mafê ragihandinê û mafê agahîgirtinê yê malbat û girtiyan bişopîne, fikarên malbatan bîne ziman û binpêkirinên mafan ên rû dane ji holê rake, serdana Girtîgeha Îmraliyê bike.”
 
Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, piştî 2 mehan di 16’ê Hezîrana 2022’an de serlêdana HDP’ê, bi nivîseke bi dîroka 22’yê Adara 2022’an a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bersivand.
 
LI ÎMRALIYÊ QEDEXEYA SOHBETÊ 
 
Di bersiva hate dayîn de derket holê ku di 18’ê mijdara 2021’an de, ji ber Abdullah Ocalan ê ku bi girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re sohbet kiriye, cezayê dîsîplînê yê 3 mehan lê hatiye birîn. Balkêşe ku tevî biryar ji parêzeran re nehatiye teblîxkirin jî di bersivê de wiha hate gotin: “… kesên navên wan di biryarê de derbas dibin tu gilî û îtiraz li dadgeha înfazê ne jî dadgeha cezayê giran nekirine…”
 
PIŞTÎ 27 MEHAN BERSIVA ‘REWŞEKE NEYÎNÎ NÎNE’
 
Di bersivê de têkildarî daxwaza ji holê rakirina fikara malbat û xizman a di serlêdanê de tevî ku di 16’ê hezîrana 2022’yan de 27 meh derbas bûn jî wiha hate gotin: “…di mijara rewşa tenduristiyê ya mirovên navborî de rewşeke neyînî nîne.”
 
TECRÎD DI ÇARÇOVEYA DARAZÊ DE YE!
 
Di bersivê de tevî ku biryar nehatiye teblîxkirin jî tê diyarkirin ku cara sêyemîn li dijî ceza û pêkanînên heyî rêyeke temyîzê heye û hate îdiakirin ku biryarên tên dayîn jî “di nav çarçoveya darazê de” ne. 
 
MA / Ozgur Paksoy
 
 

Sernavên din

05/12/2022
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e