Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê

  • rojane
  • 16:29 1 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE – Rêveberiya Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê têlên direhî xistin ber paceyên qawîşan. Hat ragihandin ku talûke li ser ewlehiya canê girtiyan heye. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Tayîp Temel binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê xist rojeva Meclisê. Temel, bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de Temel da zanîn ku li girtîgeha navborî binpêkirinên giran tên kirin û got ku girtî ji ber nexweşiyan û sedemên cuda jiyana xwe ji dest didin. 
 
‘TÊLÊN DIREHÎ XISTIN PACEYÊN QAWÎŞAN’ 
 
Di pêşnûmepirsê de Temel cih da nameyeke ji hêla girtiyekê li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê û wiha got: “Di nameya girtî de tê fêmkirin ku binpêkirineke nû li binpêkirinên heyî hatiye zêdekirin. Li gel ku li ber paceyên qawîşan şifşeyên hesin hene jî, di 3’yê mijdara 2022’yan de têlên direhî lê hatine zêdekirin.”
 
AGAHIYA WEZARETÊ JÊ HEYE! 
 
Temel, bi domdarî destnîşan kir ku têkildarî mijarê li ser telefonê bi midûrê 2’yemîn ê girtîgehê re hevdîtin kiriye û wiha cih da wê hevdîtinê: “Di hevdîtinê de ji min re hat gotin ku di çarçoveya projeya girtîgehên bi ewlekariya bilin de û li ser agahiya wezareta dadê têlên direhî bi paceyên qawîşan ve hatine kirin. Ev sepana behsa xeberê li dijî armanca hiqûqa înfazê ye, sepaneke li dijî mirovahiyê ye û sepana tecrîdê ye. Divê wezareta we di zûtirin demê de dawî li vê sepanê bîne. Her wiha derheqê girtiyên ku li dijî vê sepanê derketin jî girtek hatine girtin. Di girtekan de tê îdiakirin ku girtiyan dirûşmên weke ‘Bimre TC, bimre hikûmet, azadî bo Demîrtaş’ berz kirine. Lê girtî dibêjin ku tu dirûşmên wiha nehatine berzkirin. Girtî dibêjin ku ji ber van girtekan, xetere li ser ewlehiya canê wan heye.” 
 
Temel, xwest Bozdag bersiva van pirsan bide: 
 
* Sedema pêvekirina têlên direhî bi paceyên qawîşên Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê ku li ser agahiya we hatiye kirin çi ye? 
 
*Di xala 5’emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, di xala 7’an a Peymana Mafên Şexsî û Siyasî ya Navneteweyî de tê gotin ku divê îşkence û muameleya zalimane û li dijî mirovahiyê li kesekî neyê kirin. Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî di belgeyên xwe de bi vekirî vegotiye bê ka divê çawa nêzî girtiyan bibin. Gelo ma ev sepana li dijî mirovahiyê û biçûkxistinê ne li dijî peymana navneteweyî ye ku hûn jî aliyekê wê ne? 
 
* Heta niha li çend girtîgehên bi ewlekariya bilind ên Tirkiyeyê ev sepana tecrîdê ya pêvekirina têlên direhî ketiye meriyetê? 
 
* Di girtekên derheqê girtiyên li dijî vê sepanê derketin de tê îdiakirin ku girtiyan hinek dirûşm berz kirine lê girtî van îdiayan red dikin. Gelo di vê mijarê de di destê we de tu agahî hene? Di çarçoveya lêkolînkirina vê îdiayê de hûn dê derheqê peywirdarên ku ev girtek amade kirine de lêpirsînê bidin destpêkirin an na? 
 
* Ji ber girtekên xelet hatine amadekirin, xetereya mirinê li ser jiyana girtiyan heye. Gelo ji bo parastina van girtiyan hûn dê çi tevdîran bigirin? 
 

Sernavên din

02/12/2022
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin
15:04 Xizmên girtiyan: Ocalan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike
14:55 Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derçû
14:46 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Mêrsînê da
14:35 Li 40 jinan ji ber meşê doz vekirin: Çalakiya me rewa û qanûnî ye
14:16 Li Emniyeta Enqereyê îşkence li jinên binçavkirî hat kirin
14:01 Doza Kobanê: Gelo biryara DMME’yê di dosyeyê de heye?
13:54 Dewleta tirk êrişî Kobanê û Eyn Îsayê kir
13:47 Gunay bang li Wezareta Dadê kir: Bersivê bidin serlêdanên ji bo Îmraliyê
13:12 Rojnamevan Zubeyde Sari hat beraetkirin
12:57 Înfaza Kurt a li Sîncanê tê ragirtin hate şewitandin
12:51 Malbata Şenyaşar têkildarî serdana Erdogan peyamek weşand
12:44 Li nav daristanên li başûrê Licê gelek fotokapan hatine bicihkirin
12:32 Koçyîgît a serî li Wezareta Dadê da: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
12:25 Malbatên girtiyan: Bila dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Tifaqa Ked û Azadiyê dê civîna gel li dar bixe: Cîhaneke cudatir pêkan e
11:31 Nehiştin Veysî Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe
10:57 Jin li dijî tundiyê serî natewînin
10:50 Rojnamevanên rojhilatî rewşa dawî vegotin: Berxwedan veguherî şoreşê
10:28 HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
09:11 Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:10 Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
09:09 'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn'
09:07 Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin
09:05 Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/11/2022
23:00 Dûrxistina ji wezîfeyê ya mamosteyan şermezar kirin
20:52 18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê
20:33 Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin
20:16 Çawîşekî pispor mir
18:57 Cenazeyê Çekdar Gabar piştî 185 rojan hat veşartin
18:40 Xizmên girtiyan: Bila tecrîd bê rakirin, hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
16:29 Hemû binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan
16:28 Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin
16:27 HDP ji bo kêmtirîn mûçeyê kampanya dide destpêkirin: Bila herî kêm 12 hezar û 500 TL be
15:51 Ji bo Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê pêşniyar qanûnek hate pêşkeşkirin
15:40 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin
15:23 Êrişên Tirkiyeyê di roja 10’an de berdewam dikin
15:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Veysî Aktaş serlêdan kirin
14:41 Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:37 Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
14:24 Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin
14:21 Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne
14:20 KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe
14:11 KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir
13:56 Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in
13:53 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome
13:51 Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir
13:43 Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
13:31 Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin
13:11 Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in
13:10 Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
12:43 Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin
12:41 Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî 131 kesan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re name şandin
12:25 Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin
12:05 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin
11:51 Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide
11:48 ‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’
11:37 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
11:36 TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
11:34 Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin